Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Divê em yekîtiya demokratîk a rasteqîn a gelan biafirînin

Edîtor: Nucan Serdoz
10/10/2023 - 13:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê: Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) Komkujiya Gar a Enqereyê ku 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê dewleta Tirk ve bi destê DAÎŞ’ê hate kirin, di salvegera 8’an de şermezar kir û şehîdên demokrasî û şoreşê bi bîr anî. Hevserokatiyê diyar kir ku feraset û nêzîkatiya esasî ya ku faşîzmê xurt dike ew mirov in ku li derveyî sîstemê têne dîtin lê belê nikarin jê qut bibin û got, “Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk şoreşger li hemberî vê ferasetê têbikoşin, rêxistinî û yekîtiya demokratîk a rasteqîn a gelan biafirînin. Dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re, rêya pêkanîna vê yekê ev e.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 10’ê Cotmeha 2015’an de Partiya Demokratîk a Gelan, gelek sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê lidar xistin, bi deh hezaran kes tevlî bûn, lê li hemberî vê mîtîngê êrîş û komkujiyeke mezin hate kirin. Em vê komkujiyê careke din bi hêrseke mezin şermezar dikin, yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bîranîna şehîdan bin.

EM Ê GOVENDA WAN MEZIN BIKIN

Li gel êşa vê komkujiyê, hesreta bi milyonan mirovî ya li qadan nîşan dan, em di dilê xwe de vedihewînin. Ew ji bo xwişk û biratiya gelan, ji bo jiyaneke bi hev re û yekîtiya demokratîk a gelê Kurd bi gelên Tirkiyeyê re, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad têkoşiyan. Bi vê daxwazê wê rojê daketin qadan, bi govend û stranên xwe daxwaza aştî, xwişk û biratî û wekheviyê qîriyan. Wezîfeya me ew e ku em govenda wan mezin bikin, stranên xwişk, biratî û azadiyê bi dengekî hîn bilind bistirên. Em dibêjin ku em ê vê yekê teqez pêk bînin.

DI ÇARÇOVEYA PLANA TÊKBIRINÊ YA AKP-MHP’Ê DE HATE KIRIN

Ev êrîşa ku bû sedema komkujiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê di çarçoveya plana çalakiyê ya têkbirinê hate kirin. Weke hîmên bingehîn ên avakirina faşîzma AKP-MHP’ê êrîş û komkujiyeke bi vî rengî hate plankirin û pêkanîn. Bi plana çalakiyê ya têkbirinê re çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çareseriya pirsgirêkên bingehîn, avakirina jiyaneke demokratîk û ronîkirina Tirkiyeyê hate astengkirin, mixabin beriya pêkanîna van, Tirkiye careke din ber bi pêvajoyeke tarî ve hate dehfdan. Armanc ji êrîşa li Gar a Enqereyê û êrîş û komkujiyên li deverên din ev bû. Ev hemû jî bi destê dewlet û desthilatdariyê hatin kirin.

YA KU DAÎŞ’Ê NEKARÎ BIKE, WÊ BI XWE KIR

Nêzîkatiya ku DAÎŞ’ê weke berpirsyarê komkujiyê nîşan dide, xapandin e. Yê ku komkujî kir dewlet bi xwe ye, AKP-MHP ye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku DAÎŞ ji destpêkê ve di bin kontrola dewletê û AKP’ê de ye, DAÎŞ planên AKP-MHP’ê pêk tîne. DAÎŞ mejî û rêbazên xwe ji desthilatdariya AKP-MHP’ê wergirtiye, ji bo pêkanîna armancên wê ketiye nava liv û tevgerê. Mejiyê DAÎŞ’ê mejiyê desthilatdariya AKP-MHP a faşîst e. Ji xwe piştî ku DAÎŞ bi têkoşîna hêzên demokratîk şoreşger û gelan hate têkbirin, desthilatdariya AKP-MHP’ê dest bi wê yekê kir ku ya DAÎŞ’ê nekarî bike, bi xwe bike. Ev rastî îro hîn baştir tê dîtin û fêhmkirin. Di serî de êrîşên li ser Rojava, êrîş û kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê hemû, vê rastiyê nîşan dide.

YÊN KU LI DERVEYÎ SÎSTEMÊ TÊNE DÎTIN LÊ NIKARIN JÊ QUT BIBIN, FAŞÎZMÊ XURT DIKIN

Her kar û kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dijberiya li xwişk û biratiya gelan e, dijberiya li jiyana bi hev re û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ti gotin û pratîka xwe ya li derveyî vê rastiyê nîne. Fikrekî berevajî vê yekê, nîşandana hin kiryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî rast, tê wateya meşa li ser heman rêya faşîzmê. Bi taybetî yên ku li nava sîstemê ne, li derveyî sîstemê xuya dikin lê belê nikarin ji vê qut bibin, hewl didin êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li dijî gelê Kurd bi vî rengî nîşan bidin. Feraset û nêzîkatiya esasî ya ku faşîzmê xurt dike ev e. Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk şoreşger li hemberî vê ferasetê têbikoşin, rêxistinî û yekîtiya demokratîk a rasteqîn a gelan biafirînin. Dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re, rêya pêkanîna vê yekê ev e. Gelekî girîng e ku hêzên demokratîk şoreşger li hemberî vê ferasetê têbikoşin, rêxistinî û yekîtiya demokratîk a rasteqîn a gelan biafirînin. Dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna şehîdan re, rêya pêkanîna vê yekê ev e.

WEZÎFEYA XURTKIRINA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK A GELAN

Di vê çarçoveyê de em komkujiyê di sala 8’emîn de careke din şermezar dikin, divê zanibin ku wezîfeya me ye em li dijî faşîzma AKP-MHP’ê yekîtiya demokratîk, xwişk û biratiya gelan hîn xurt bikin û têkoşînê bilind bikin. Divê em bi vê têgihiştinê tevbigerin. Mîsyona ku dîrok dide hêzên demokratîk şoreşger ev e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Li Zapê 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

QSD`ê li baregehên dagirkeran da: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
QSD`ê li baregehên dagirkeran da: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

QSD`ê li baregehên dagirkeran da: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê li dijî komploya navneteweyî daxuyanî da

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê li dijî komploya navneteweyî daxuyanî da

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.