Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG’ê Zinar Amed bi rêzdarî bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
13/09/2023 - 11:52
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 62 mins read
A A
HPG’ê Zinar Amed bi rêzdarî bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Zinar ku 27’ê Mijdara 2018’an li Milazgîr a Mûşê di şer de bi giranî birîndar bû, ji bo nekeve destê dijmin şehîd bû. Hevrêyê me Zinar zanîbû ku teslîmiyet ji xiyanetê ne cudatir e û weke milîtanekî Apoyî ti carî qebûl nekir ku xwe teslîmî artêşa Tirk a dagirker bike ku dijminê mirovahiyê ye. Bi xeta berxwedanê ya fedaî ya gerîla re dilsoz ma. Hevrêyê me Zinar ku bi jiyan, têkoşîn û şerê xwe bû yek ji mînakên bêhempa yê fedaîtiyê, weke fermandarekî pêşeng ê Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Di serî de malbata wî ya hêja ku milîtanekî hêja yê weke hevrêyê me Zinar mezin kir û tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zinar Amed bi vî rengî ne:

Nasnav: Zinar Amed
Nav paşnav: Alî Akbaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hasîme Sûltan – Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2018 / Mûş

Hevrêyê me Zinar li bajarê qedîm ê Kurdistanê Amedê ku di têkoşîna me ya azadiyê de bûye sembol û keleheke berxwedanê ye, li nava malbateke welatparêz a dilsozê nirxên Kurdîtiyê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, hevrêyê me Zinar jî bi çand û kevneşopiya Kurd mezin bû. Di salên 1990’î de tevgera me li Bakurê Kurdistanê li qadeke berfireh belav bû, ji aliyê gelê me ve hate pejirandin û bi serhildanan hate tacîdarkirin. Gelê me di vê oxirê de gelek berdêlên bêhempa û şehadet da û xwedî lê derket. Artêşa dewleta Tirk a mêtinger, qirker û faşîst dema ku li hemberî şerê gerîla têk çû, bi piştgiriya hêzên emperyalîst li Bakurê Kurdistanê bi konsepta şerê taybet dest bi operasyonên nû yên dagirkeriyê kir. Artêşa Tirk a dagirker di van operasyonan de bi kiryarên li dijî mirovahiyê û karên kontra bi hezaran welatparêzên me qetil kir. Yên mayî jî cih û warê wan hate şewitandin û hatin koçberikrin. Hevrêyê me Zinar ku ji zarokatiyê ve tevgera me nas dikir, wê demê ji ber ku bav û kekên wî timî dihatin girtin û zext li wan dihate kirin, rastiya dewltea Tirk a dagirker zû nas kir. Ji ber van zext û zordariyan, her wiha şewitandina gund, bi hevrêyê me Zinar re li dijî dagirkeran hêrseke mezin peyda bû. Qedexekirina çand û zimanê me, metirsiya mezin a li ser hebûna me ji aliyê hevrêyê me Zinar ve hate dîtin û red kir ku li dibistanên mêtingeran bixwîne, jiyana xiyaneta li xwe qebûl nekir. Hevrêyê me Zinar ji bo sekneke hêjayî vê nîşan bide, xwe bi pêş ve bir. Bi bandora derdora xwe ya polîtîk û welatparêz, hevrêyê me Zinar tevlî karên cuda bû. Hevrêyê me Zinar fêhm kir ku heta li dijî dagirkeriyê tênekoşe nepêkane ku hebûna xwe biparêze û azadiyê bi dest bixe, lewma jî têkoşîna xwe bi milîstiyê hîn mezin kir. Hevrêyê me Zinar bi jêhatîbûn, rêbaza xwe ya encamgir û sekna xwe ya fedakar di kar de timî serketî bû. Bi bandora ji nêzîkatî û sekna gerîlayên ku pê re kar dikir, hevrêyê me Zinar biryar da ku têkoşînê hîn mezin bike. Di sala 2007’an de demeke kurt li zindanê hate girtin, li vê derê li dijî dagirkeran di nirxên xwe de israr kir û ji rêya xwe şaş nebû. Hevrêyê me Zinar di dema zindanê de kûrbûna xwe zêde kir, zindan ji xwe re kir qadeke perwerdeyê. Hevrêyê me Zinar li zindanê têgihişt ku divê têkoşîna xwe hîn mezin bike. Piştî ku dîlgirtina wî bi dawî bû berê xwe da çiyayên asî yên Kurdistanê ku jiyaneke nû lê tê avakirin.

Hevrêyê me Zinar sala 2008’an li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, piştî perwerdeya bingehîn ku bi rengekî serketî qedand, derbasî herêma Erzîromê bû. Hevrêyê me Zinar ji ber tecrûbeya xwe milîstiyê û pêvajoya zindanê, zû hînî gerîlatiyê bû. Bi sekna xwe ya dilsoz, durust, karker û amade, bawerî da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Zinar ku kesayetiyeke wî ya kedkar hebû, her ku qîmetê ji kedê re ya li nava PKK’ê fêhm kir, hîn bêhtir ked da û nirx afirand. Hevrêyê me Zinar dixwest bibe şoreşgerê kêliyê, timî xwe bi pêş ve bir û hewl da bibe hêjayî Rêber Apo û şehîdan. Bi hevrêyên xwe re di nava ahengiyê de, bi fêhmkirina hevrêyên xwe, bi nirxên komunal û kolektîf têkoşîn ji xwe re kir esas, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Zinar bi rengekî çalak tevlî pratîka şer a li vê qadê bû, dema derb li dagirkeran dihate xwestin timî dixwest li pêş be. Hevrêyê me Zinar ku eşqa têkoşînê pê re mezin bû, bi kesayetiya xwe ya bi coş û moral bandor li her qada lê dima kir. Hevrêyê me Zinar ku ji pêvajoyeke pratîkê ya zehmet û giran derbas bû, xwe da têkoşînê û performanseke serketî nîşan da. Hevrêyê me Zinar bi gerîlatiya li Bakur xwe ispat kir û piştî pratîkeke berfireh derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me Zinar baş zanîbû ku jiyan û pratîka dûrî pêşketinê tê wateya mirinê, bi îdeolojiya Rêber Apo bû xwedî hişmendî. Hevrêyê me Zinar bi têgihiştineke bilind bi fedakarî tevlî pratîka li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û têkoşîna xwe her timî kir. Hevrêyê me Zinar ji bo karibe di îdeolojiya Rêber Apo de hîn kûr bibe û bersivê bide pêvajoyê, tevlî perwerdeyên îdeolojîk bû. Bi kûrbûna xwe hîn bêhtir xwe analîz kir. Hewl da ku îdeolojiya Rêber Apo hîn bêhtir fêhm bike û bixe meriyetê. Li pêşberî xeta jinê ya azad timî li xwe pirsî û ji xwe re kir armanc ku xwe ji mejiyê serwer ê hezaran salî qut bike. Tevî ku berê qet nexwendibû li nava refên me bi piştgiriya hverêyên xwe, xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me Zinar pêwîstiya kesayetiya Kurd a bi perwerdeyê bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî fêhm kir. Hevrêyê me Zinar bi rengekî serketî ji akademiyê mezûn bû, ji bo bersivê bide pêvajoyê xwe ji pratîka herî zehmet re amade kir. Bi hişmendî û îradeya Apoyî, bi feraseteke têkoşînê ya bêeman şer kir. Li hemberî êrîşên qirkirinê yên topyekûn ên dewleta Tirk a mêtinger ku sala 2015’an destpê kirin, ji bo hêjayî Rêber Apo û şehîdan bibe careke din pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Zinar ku pêşniyara wî hate qebûlkirin bi tecrûbeyên xwe yên mezin weke fermandarê herêmê derbasî Erzîromê bû.

Ji ber ku herêm nas dikir, ev yek ji xwe re kir avantajeke mezin û weke fermandar û gerîlayekî şareza dest bi pratîkê kir. Ji sala 2015’an heta kêliya ku şehîd bikeve bi taktîkên afirîner û daxwazeke mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker li qadê têkoşîneke bi bandor meşand. Di amadekirina gelek çalakiyan de, di koordînekirin û bicihanîna wan de tevkariyeke bêhempa kir. Hevrêyê me Zinar ku fermandar û milîtanekî pêşeng bû, bi pratîka xwe ev yek nîşan da û heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Zîlan bû fedaî. Hevrêyê me Zinar ku ji bo Rêber Apo û şehîdan xwe da têkoşînê, teslîmiyet weke xiyanetê, berxwedan jî weke serketinê dît. Di kêliyeke bi tenê de jî li teslîmiyetê nefikirî û hêvî ji dagirkeran nekir. Di xeta Bêrîtanan de bû rastiya me. Weke hevrêyên wî em soz didin ku dilsozê xeta têkoşînê ya hevrêyê xwe Zinar bin û di siberojên azad de wî bi bîr bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dimenê Çalakiya li qada Berxwedanê ya Sîda

Nivîsa Pêş

Şêniyên Reqayê bi meşekê piştgirî da QSD′ê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şêniyên Reqayê bi meşekê piştgirî da QSD′ê

Şêniyên Reqayê bi meşekê piştgirî da QSD′ê

Dayîk Naem: “Heval Vejîn kedekî mezin di Şengalê de da”

Dayîk Naem: "Heval Vejîn kedekî mezin di Şengalê de da"

Manşet

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.