Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

KCK: Şertê destpêkê yê yekparebûna xaka Iraqê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk e

Edîtor: Nucan Serdoz
23/08/2023 - 17:30
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Şertê destpêkê yê yekparebûna xaka Iraqê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan piştî hevdîtina li Bexdayê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re daxuyanî da. Serokê berê yê MÎT’ê Hakan Fîdan bal kişand ser berjewendiyên hevpar û serweriya Iraqê û îdîa kir ku PKK’ê xaka Iraqê dagir kiriye, xwest PKK’ê weke ‘rêxistineke terorê’ nas bikin û ji bo ‘têkoşîna hevpar a li dijî terorê’ bang kir. Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan dixwaze bi kincê Wezareta Karên Derve karên xwe yên qirêj ên dema serokatiya MÎT’ê vê carê di bin navê ‘dîplomasiyê’ de pêşkêş bike.

DIXWAZE DAGIRKERIYÊ BI RÊYA ‘DÎPLOMASIYÊ’ MAYINDE BIKE

Wezîrê Karên Derve yê Tirk ku bi dagirkirina xaka Iraqê 100 qereqol, baregehên leşkerî û navendên MÎT’ê ava kiriye, bêyî ku li ber xwe bikeve qala yekparebûna xak û serweriya Iraqê dike. Hakan Fîdan li gorî xwe dixwaze ku dagirkeriya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li nava xaka Iraqê bi Iraqê bide qebûlkirin û asayî bike.

Tirkiye ku Hewlêr ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve kiriye mîna wîlayeteke Tirkiyeyê, bêdengiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji xwe re weke firsendekê dibîne, dixwaze vê polîtîkaya xwe belav bike û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê û xaka Iraqê bi rêya ‘dîplomasiyê’ mayinde bike.

Hakan Fîdan ku bi komplogerî û provokatoriyê tê naskirin û ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê gotibû, ‘eger pêwîst bike ez ê çend roketan ji aliyê Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve bidim avêtin’, niha jî bi navê Tirkiyeyê karê ‘dîplomasiyê’ dike.

HAKAN FÎDAN FERMANA KUŞTINA BI DEHAN MIROVAN DA

Hakan Fîdan ku bajarên Başûrê Kurdistanê bi ajanên MÎT’ê û çeteyên kujer dagirtiye û bi fermanan li Silêmaniye, Şengal û Mexmûrê bi dehan mirov qetil kir, bêyî ji xwe fedî bike qala têkoşîna hevpar a li dijî ‘terorê’ dike.

Musteşarê berê yê MÎT’ê û Wezîrê Karên Derve yê nû yê Tirkiyeyê daxuyaniyên xwe yên derewîn û demagoriyê bi gotina ‘Tirkiye li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin dimeşîne’ dewam dike û jê heye ku wê bi vê derewa xwe karibe cîhanê bixapîne.

Di 10’ê Hezîrana 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê avêt ser Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Mûsilê, Serkonsolos Ozturk Yilmaz û tîmên taybet ên konsolosxane diparastin bêyî ku fîşekeke bi tenê jî biteqînin teslîm bûn. Wê demê Hakan Fîdan serokê MÎT’ê bû. Yê ku ji Serkonsolos û tîmên taybet got ‘Zorê nedin DAÎŞ’ê, em di dewrê de ne’ ev kes bû. Ji xwe çeteyên DAÎŞ’ê ku di nava 10 deqeyan de konsolosxane bi dest xistin, heman piştî serdegirtinê daxuyanî dabû û gotibû, ‘Em amade ne bi rayedarên Tirk re hevdîtinê bikin’. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi DAÎŞ’ê re ku bi vê bûyerê re destpê kir, niha jî bi rêya Hakan Fîdan û MÎT’ê bi rengekî eşkere dewam dike. Petrola Iraqê ya ku tê dizîn û li ser Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê tê kirin, karekî hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê ye. Di vê mijarê de gelek belge, dîmen li nava raya giştî hate weşandin.

Dema ku Hakan Fîdan Serokê MÎT’ê bû, bi hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bi dehan komkujî û êrîşên bombeyî hatin kirin, kiryarên rastî yên van êrîşan ti carî nehatin girtin.

Armanca esasî ya Hakan Fîdan a ji serdanên Bexda û Hewlêrê ku bi navê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê kir, ew bû ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê neke mijara nîqaşê, li şûna vê jî polîtîkayeke welê bimeşîne ku Başûrê Kurdistanê bike eyaleteke Tirkiyeyê. Li gel vê yekê xwest ku polîtîkayên sûîqest û êrîşê yên li ser Silêmaniye, Şengal û Mexmûrê dewam bike.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER DIXWAZE BI PIŞTGIRIYA PDK’Ê TEVGERA ME Û IRAQÊ BÎNE DIJBERÎ HEV

Ti pirsgirêka Tevgera me bi dewleta Iraqê û gelên wê re tune ye. Her tim peywendiyên me yên dostane li gel Iraqê hebûn, ji ber ku ew yekane dewleta herêmî ye ku dikare ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê pêş bixe û hebûn û azadiya Kurdan û bixe bin ewlehiyê. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze dewleta Iraqê jî tevlî siyaseta xwe ya qirkirina Kurdan a li ser esasê înkar û îmhayê bike. Ji ber wê jî kujerê Kurdan Fîdan dibêje, ‘divê Iraq PKK rêxistina terorê îlan bike’. Rewşek ecêb e ku vê yekê li hemberî rûyê Wezîrê Derve yê Iraqê ku Kurd e, dibêje û rastî ti bertekê nayê. Dewleta Tirk a dagirker û mêtinger bi piştgiriya PDK’ê bi israr hewl dide ku tevgera me û dewleta Iraqê bînin dijberî hev. Em dizanin ku berpirsên dewlet û hikûmeta Iraqê, rewşenbîr û gelên welatparêz wê nekeve vê hîleyê û li hember wê rawestin.

DIVÊ DESTÛR NEYÊ DAYÎN KU IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIBE PAŞBAXÇEYÊ MÎT Û DAÎŞ’Ê

Bi vê wesîleyê di serî de gelê Kurdistanê û Iraqî, divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê, rêveberiya Bexda û teşkîlata NY’ê dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê bînin û ji bo rakirina hemû baragehên leşkerî bikevin nava hewldanan. Divê mirov êrîşên hewayî û bejahî yên bi hinceta ‘terorê’ li ser xaka Iraqê tên kirin, neke hinceta dagirkeriya Tirk û xwezayî nîşan bide; divê destûr neyê dayîn ku dewleta Tirk di bin navê têkîliyên siyasî û bazirganiyê de Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê bike paşbaxçeyê çeteyên DAÎŞ û MÎT’ê. Şertê destpêkê û diyarker ê xaka û serweriya Iraqê, dawî li dagirkeriya Tirk a li ser xaka Iraqê anîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Nûrheq Boran: Em nahêlin ciwanên me di dibistanên we de asîmîle bibin

Nivîsa Pêş

KCDK-E: Di 2’yê Îlonê de em ê ji bo Rêber Apo bimeşin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCDK-E: Di 2’yê Îlonê de em ê ji bo Rêber Apo bimeşin

KCDK-E: Di 2’yê Îlonê de em ê ji bo Rêber Apo bimeşin

Ciwanên Kobanê Berxwedana Rêber Apo û Hevalên Çîya pîroz kirin

Ciwanên Kobanê Berxwedana Rêber Apo û Hevalên Çîya pîroz kirin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.