Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

2 Gerîlayên li Pencwînê şehîd bûn

Encama êrişa dewleta dagirkera tirk ya faşist ya 28'ê Tirmehê li herêma Pencwînê 2 gerîlayên şehîd bûne

Edîtor: Nucan Serdoz
21/08/2023 - 19:29
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 5 mins read
A A
2 Gerîlayên li Pencwînê şehîd bûn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya du gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker de şehîd bibûn eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Weke tê zanîn van salên dawî dewleta qirker û faşîst a Tirk, li hember gelê Kurd şerekî berfireh ê qirkirinê daye destpêkirin û li her derê Kurdistanê êrîşî pêşeng û welatparêzên Kurd dike. Di encama van êrîşan de hem ji gel hem jî şoreşgerên Kurdistanê bi awayekî namerdane tên şehîdkirin.

Di çarçoveya van êrîşan de ku beriya niha jî me bi raya giştî re parve kiribû, 28’ê Tîrmehê li bejahiya Çuwarta ya girêdayî Pencwîn a Silêmaniyê, firokeyên bêmirov ên dewlata tirk, dema hevalên me li ser erka xwe bûn êrîşî maşîneyek me kir. Di encama vê êrîşê de du hevalên me şehîd bûn û du hevalên me jî birîndar bûn. Hevalên şehîd bûne Şîlan Zagros û Zagros Zirêbar in.

Nasnameya her du  hevalên şehîd ev in:

Nav û Paşnav: Hediya Gerdene
Nasnav: Şîlan Zagros
Cih û Dîroka beşdarbûnê: 2022 / Bane
Cih û Dîroka Şehadetê: 2023 / Çuwarta

 

Nav û Paşnav: Amanç (Rekeft) Şerîfî
Nasnav: Zagros Zirêbar
Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 2022 / Pencwîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 2023 / Çuwarta

 

Her du hevalên şehîd di pêvajoya beşdarbûna xwe ya gerîla de bi biryardariyeke mezin û fedekariyeke mezin tev li bûn. Wekî ciwanên Kurdistanê di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyariyên xwe rabûn û bi taybetî jî di dema ku gelê Kurd ji bo azadî û hebûna xwe nav têkoşîneke bêeman derbas dibe de ji bo bibin bersiv û di şoreşa azadiyê de cih bigirin bi ruhê Apogerî helwesta xwe ya ciwantiyê raber kirin.

BI COŞ Û MORAL RENG DA JIYANA GERÎLA

Şehîd Şîlan Zagros li bajarê Banê di nav herêm û malbateke bi ferhengeke welatparêzî de mezin bû. Di pêvajoya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Kurdistan û cîhanê deng veda de, wekî jineke ciwan a Kurd helwestek şoreşgerî raber kir û beşdarî gerîlayê azadiya Kurdistanê bû. Digel temenê xwe yê ciwan, wek keseke sempatîk, jîr û jêhatî di jiyan û xebatên şoreşgerî de aktîf bi cih girt. Bi coş û morala xwe ya ciwantiyê reng da  jiyana gerîla. Wekî hemû hevrêyên xwe daxwaza wê ya sereke bi Rêber Apo û şehîdan re hevrêtiyeke rast meşandin bû. Ji bo vê jî her tim hewl dida xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr bike da ku bikaribe şoreşgeriyek di rastiya Rêbertî de pêş bixe û tolê ji dijmin bistîne. Hemû enerjî û lêhûrbûna xwe li ser van esasan dîsîplîne dikir û xwe li hember rastiya dijmin bi hêz dikir. Bi paradîgmaya Rêber Apo dixwest xwe bigihîne, bibe ‘xwebûn’, di serî de jinên Rojhilat û Îranê dixwest li çiyayên azad bibe dengê hemû jinan. Li ser vê esasî her xwe li ser paradîgmaya Rêber Apo perwerde dikir da ku derbên mezin li dijminê dagirker bide.

DEMA LEŞKERTIYA PERGALÊ DIKIR TEV LI GERÎLA DIBE

Şehîd Zagros Zirêbar jî di nav malbat û herêmeke welatparêz de mezin bû. Di zarokatiya xwe de ji nêz ve PJAK’ê nas kir û bi pêşketinên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê mezin bû. Di dema ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir de, leşkertiya Îranê dikir. Di vê pêvajoyê de li hember zextên sîstemê ku li hember gelê me da meşandin, helwesta welatparêziyê raber kir  û tev li gerîla bû. Ji tevlibûnê heta roja şehadetê bi sekneke fedakar û baweriyeke bêhempa tev li jiyan û têkoşîna azadiyê bû. Hemû erk û berpirsyartiyên xwe bi awayekî xurt bi cih anî û wekî şopdarekî şehîdan tevgeriya. Armanc û hedefa wî wek gerîlayê serdema nû ji her hêlî ve xwe gihandina asta milîtaniya rast a bi Rêber Apo re bû. Li ser vê esasî bi fikir û felsefeya Rêber APO her tim xwe di hêla îdolojîk û leşkerî de xwe perwerde dikir. 

Wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê em şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bi bîr tînin, di serî de ji malbatên her du hevalên me yên hêja re û ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Soz didin ala têkoşîna wan li Kurdistanê her bilind bikin û tola wan bi avakirin û rizgarkirina Kurdistanek azad û demokratîk hilînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyeke girseyî hate lidarxistin

Nivîsa Pêş

Meşa Jinên Ciwan dijî tecrîda li ser Rêber APO li Reqa û Tebqa

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşa Jinên Ciwan dijî tecrîda li ser Rêber APO li Reqa û Tebqa

Meşa Jinên Ciwan dijî tecrîda li ser Rêber APO li Reqa û Tebqa

ROJEVA 17’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

ROJEVA 22’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.