Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Operasyona li Girê Cûdî rêbaza lêdanê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk e

Edîtor: Nucan Serdoz
21/08/2023 - 11:00
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Operasyona li Girê Cûdî rêbaza lêdanê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîla TV hin dîmenên operasyona şoreşgerî ya li Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê weşand ku 9’ê Tebaxê hate lidarxistin. Bêguman ev operasyona şoreşgerî ne çalakiya destpêkê ya jî ya dawî ye ku artêşa Tirk rezîl û ruswan kir.

Rûmeta gelê Kurd gerîla 39 salan bi hezaran çalakî, operasyonên şoreşgerî û fedaîtî li vê xakê kirin. Di vê demê de ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sûcên şer, êrîşên ji bo dagirkirinê, êşkence, destgîrkirin, talankirina xwezayê weke konsepteke êrîşê ya bi rêk û pêk a şerê taybet tê ferzkirin, dilê her Kurdistaniyekî yên li van dîmenan temaşe kir, kêm jî be xweş kir. Her dayikeke gerîla, her xwişk û birayekî şehîdan, her bavekî ku zarokê xwe di zindanê de ye, her jineke ku destavêtin lê hate kirin, her gundiyekî ku dar û daristanên xwe hate birîn, piştî ku li vî dîmenî temaşe kir gotiye ‘Gerîla rûmeta me ye, li zaliman bide’.

OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA LI GIRÊ CÛDÎ RÊBAZA LÊDANÊ YA GERÎLATIYA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E

Her kêliya dîmenê gerîla ku herî zêde deh deqeyan dewam dike, hêjayî romanekê ye. Çalakiyên ku gerîla bi rojan amadekariyê jê re dikin û bi fedaîtî bi cih tînin, bêguman bûyerên ji rêzê nînin.

Bi taybetî jî dîmenê operasyona leşkerî ya li Girê Cûdî ku 9’ê Tebaxê hate kirin, karakterê şer ê li çiyayên Kurdistanê bi şênberî radixe pêş çavan. Di kêliyeke welê de ku artêşa Tirk ji hêza xwe ya teknîkê gelekî bawer dikir û xwe ewle didît, çalakî hate kirin.

Di tevahiya çalakiyê de nekarîn serê xwe rakin û fîşekekê jî biteqînin. Ji xwe dirûşma gerîla ye ye, ‘Li her derê ye, lê ne li ti cihî ye. Carna di kêliyeke ku qet ne li bendê be derba kuştinê lê dide’.

Di kêliyekê de ku leşker ketibûn nava sohbetê de hêzên gerîla xwe gihandin heta nêzî wan. Kêliya destpêkê ya dîmen beriya her tiştî derewa ‘êrîşa tacîzê’ ya artêşa Tirk têk bir. Hema bibêje dengê nefesa leşkeran jî di dîmenê gerîla de hatibû qeydkirin. Ev yek nîşan dide ku çalakî ne êrîşeke tacîzê ye, lê belê çalakiyeke êrîşê ya bi hostatî ye.

Operasyona şoreşgerî ya li Girê Cûdî rêbaza lêdanê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk e. Yanî zirx û hêza teknîkê ya dijmin bi bawerî û dirûşma ‘mirov teknîka herî mezin e’ ji holê hate rakirin, bi afirînerî û hêza xwe di kêliya ku dijmin qet ne li bendê bû bi rengê herî serketî lê da û bêyî ku windahiyê bide çalakî bi encam kir. Mirov dikare rêbaza lêdanê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk bi vî rengî pênase bikin. Lê belê eger mirov dixwaze detayên herî berfireh ên vê yekê bibînin, hingî divê bala xwe bidin ser gerîlayên tevlî çalakiyê bûne.

TÊKOŞÎNA GERÎLAYÊN YJA STARÊ HÊVIYA JINÊN CÎHANÊ HEMÛYAN E

Yek ji tiştên ku di dîmenên operasyona şoreşgerî de herî zêde bal kişand, rêbaza lêdanê, xwînsarî, wêrekî û koordîneya gerîlayên jin bû. Di çalakiyê de yên ku bombeya destpêkê avêtin leşkerên Tirk û bi ser de çûn, gerîlayên jin bûn. Ji aliyekî ve şer dikirin, ji aliyê din jî hişyarî dikirin ku hewl didan hevrêyên xwe biparêzin, wan koordîne bikin.

Bêguman ne cara destpêkê ye ku jin li çiyê şer dikin, ji roja destpêkê ya artêşbûna jinê û vir ve biryara pêkanîna çalakiyên xweser tê bicihanîn û ji sala 2004’an û vir ve bi sedan çalakî hatine kirin. Tevlî çalakiyên êrîşê bûn, çek rahiştin, bi taybetî jî di branşa sûîqestê de şareza bûn, çalakiyên fedaî kirin, bi sedan gerîla yên jin di kêliya dawî de ji bo nekevin destê dijmin pîmê bombeya xwe kişandin. Ya ku îro li Qada Girê Cûdî diyar bû bêguman xwe ji vê kevneşopiyê, ji vê çavkaniyê xwedî dike. Bi taybetî performansa leşkerî ya meha dawî li vê qadê tê nîşandan, asta herî bilind a gerîlatiya jinê ye.

Ji 20’ê Tîrmehê û vir ve çalakiyên ku ji aliyê hêzên YJA Starê ve her roj têne kirin li eniya jinan bêguman gaveke nû ya taktîkî ye. Artêşa Tirk ku mîna çeteyên DAÎŞ’ê ye ku tirsa xwe ya herî mezin kuştina ji aliyê jinekê ye, bêguman wê rojên bê timî li vê rastiyê rast bê. Ji ber ku Girê Cûdî keleha berxwedanê ya jinan e, warê şervanên fedaî yên fedaî Zîlan e.

Li dijî dirûşma ‘destpêkê li jinan bixin’, ji Bakurê Kurdistanê heta bi Rojava û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên gerîlayên YJA Starê bi vî rengî bersiv tê dayin: “Em ê destpêkê li we bixin.” Yanî li artêşa we ya dagirker, mêtinger bixin.

Lewma têkoşîna radîkal û pêşengiya dîrokî ya gerîlayên YJA Starê bûye hêviya jinên cîhanê hemûyan.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê ji hev belav bû û ji bo leşkerên belav bûye rizgar bike bombardûman li qada çalakiyê kir. Qada Girê Cûdî her roj bi balafirên şer û teknîkê bombe dikin. Lê belê piştî ku mirovan li van dîmenên çalakiyê temaşe kirin û şahidî ji vê fedaîtiyê re kirin, dibêjin ‘Hûn çiqasî bombeyan bibarînin jî, bi balafirên xwe lê bidin jî hûn ê nikaribin êdî vî ruhî tune bikin’.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çend roj ber bi Rêwîtiya Azadiyê ve

Nivîsa Pêş

Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin ji aliyê ciwanên Hesekê ve civînek hate lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin ji aliyê ciwanên Hesekê ve civînek hate lidarxistin

Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin ji aliyê ciwanên Hesekê ve civînek hate lidarxistin

Li Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyeke girseyî hate lidarxistin

Li Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyeke girseyî hate lidarxistin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.