Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Bayik: Divê li her qadê rojev azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be

Edîtor: Nucan Serdoz
30/07/2023 - 9:20
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
Bayik: Divê li her qadê rojev azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û bûyerên li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand. Bayik anî ziman, konferansa ku di 100 saliya Peymana Lozanê de hate lidarxistin, gelekî girîng e û destnîşan kir ku ji bo biryarên di konferansê de hatin wergirtin bi cih bêne anîn, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi rola xwe rabe.

Bayik diyar kir ku dewleta Tirk di 8 salên dawî de di şerê dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd de hemû derfetên xwe bi kar anî û got, “Li cîhanê, ne bawerim ku di vê astê de êrîş li hêzekê bê kirin û karibe li ser piyan bimîne. Di şerên cîhanê de ev çek nehatibûn bikaranîn. Eger li şûna PKK’ê hêzeke din hebûya, ne 8 salan, wê 8 mehan jî nikarîbû li ber xwe bidan. Li gel berdêlên giran ên ku me dane, me nehişt ku dewleta Tirk a dagirker bigihêje armanca xwe.” Bayik serketina gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir ku berxwedaneke dîrokî li dijî dagirkeriyê dikin.

Hevpyevîna Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku li Stêrk TV hate weşandin bi vî rengî ye:

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguheriye êşkenceyê. Ev du sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Nerazîbûnên li dijî tecrîdê jî didomin. Herî dawî endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok daxuyaniyek dabû. Hûn geşedanên dawî çawa dinirxînin?

Siyaseta li hemberî Rêber Apo ne tenê Kurdan, hemû mirovahiyê eleqeder dike. Lewma her roja derbas dibe li qada navneteweyî nerazîbûnên li dijî siyaseta li hemberî Rêber Apo jî zêde dibin. Herî dawî li Lozanê konferansek hat kirin, hin biryar hatin girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hin bang hatin kirin. Dîsa beriya çend rojan li Belçîkayê sendîkayan, hin rewşenbîran û şaredariyan civînek lidar xist. Di wê civînê de wan jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin. Ez kesên ev bang kirine û di civînê de cih girtine pîroz dikim û silav dikim. Ew banga wan gelekî girîng e. Ez bawer dikim ku yên ev bang kirin, wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşengiyê bikin. Ji ber ku ew bi xwe jî bi salane li ser vî bingehî têdikoşin.

Hem bi konferansa Lozanê û hem jî bi civîna li Belçîkayê, rûpelekî nû vekirin, pêngavekî nû pêş xistin. Tevgera me jî wê di vê pêngavê de cih bigire. Di demek nêz de li ser vî bingehî em dikarin hin pêngavan bavêjin. Bi vê wesîleyê ez bang li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li dervey welêt dikim. Divê her Kurdek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî di pêngavê de cih bigire û wezîfeya xwe pêk bîne. Her kes dizane ku li hemberî Rêber Apo şerekî pir qirêj tê meşandin. Zêdeyî du salin di bin tecrîda mûtlaq de ye. Eger dijminê dagirker bi siyaseta ku dimeşîne bigihije armanca xwe, wê qirkirina li dijî gelê Kurd bi encam bike. Ji xwe ji ber vê yekê ye li dijî Rêber Apo tecrîdek evqas giran tê meşandin. Dewleta Tirk a faşîst ti biryarek mirovî, exlaqî û hiqûqî nas nake. Lewma bi kêfî tev digere.

Li qada navneteweyî hêzên demokrasî û azadiyê nerazîbûnên xwe nîşanî vê siyasetê didin ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd tê pêkanîn. Ji ber ku van nerazîbûnên xwe bi çalakiyan nîşa dikin, dewleta Tirk ji vê yekê ne rehet e. Dewleta Tirk girîngiya Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd û mirovahiyê dizane. Lewma êşkenceya li ser Rêber Apo her roja ku derbas dibe, zêde dikin. Mesele hin rayedarên Tirk hene; hin axaftinên vale kirin. Ji Rêber Apo re gotin, “Eger tu daxwazên me qebûl nekî, em ê roj bi roj te bikujin.” Tûncer Kilinç (Sekreterê Giştî yê MGK’ê yê berê) wiha gotibû, “Li Îmraliyê her rojek mîna darvekirinê ye, em her roj wî darve dikin.” Li Îmraliyê bi temamî li ser vî bingehî siyasetê dimeşînin. Lewma divê li her qadê ji bo her kesê rojeva herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Eger rojev li ser vî esasî were avakirin, em dikarin siyaseta ku di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan tê pêkanîn, pûç bikin. Wezîfeya me jî ev e.

Gelê me vê siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne, baş fêm dike. Dibêjin ku her roj cezayê disîplînê didin Rêber Apo, bi vî rengî ji serdana parêzer û malbatan re dibin asteng. Eger mirov bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, nameyê nenivîse, gelo sûcekî çawa kiriye? Em ji vir jî fêm dikin ku bi temamî biryarên siyasî dimeşînin. Rêber Apo jî li dijî vê siyaseta qirêj berxwedanek dîrokî raber dike. Lewma dewleta Tirk dixwaze bi kîn û nefretê li dijî Rêber Apo encam werbigire. Ji bo ku dengê Rêber Apo negihije gel, tecrîdek evqas giran dimeşînin. Ez bawer dikim ku yên di Konferansa Lozanê û civîna li Belçîkayê de cih girtine, wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngavên nû pêş bixin û weke tevger em jî wê di vê pêngavê de cih bigirin. Em ê di rojên pêşiya xwe de jî vê yekê zelal bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 30’Ê TIRMEHÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

KCK: Divê Elewî hemû bi sekna Huseyînî li ber zilmê rabin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK: Divê Elewî hemû bi sekna Huseyînî li ber zilmê rabin

KCK: Divê Elewî hemû bi sekna Huseyînî li ber zilmê rabin

HPG’ê şehîd Çekdar Şoreş bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê şehîd Çekdar Şoreş bi rêzdarî bi bîr anî

Manşet

  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê Pêşengên Ciwanan Bibîr Anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Werzîşê yê Cizîrê turnoveyekî karate lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kibbutz çi ye û çawa dikare li Kurdistanê were zindîkirin?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst li Stenbolê Panel

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.