Enter your email Address

Pazar, Temmuz 27, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Weke jineke Kurd a leheng derbasî dîroka têkoşînê bû

Edîtor: Nucan Serdoz
29/07/2023 - 11:27
di nav Analîz, Biranîna Şehîdan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Weke jineke Kurd a leheng derbasî dîroka têkoşînê bû
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Ji ber ku gelê Kurd bi PKK’ê re ji xewa mirinê şiyar bû, tirseke mezin kete nava dewleta Tirk. Bi vê tirsê dewleta Tirk bi salan e di êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd de her cure rêbazên hovane bi kar tîne. Li aliyê din ciwanên leheng ên Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî van êrîşan şer dikin. Yek ji van lehengan jî Binevş Agal (Gûlperîn Ata) ye.

Gulperîn Ata ku li navçeya Wêranşarê ya Rihayê weke ferdê malbateke welatparêz ji dayik bû, ji zarokatiya xwe ve şahidî ji komkujiyên dijmin ên li dijî gelê Kurd re kir. Kîn û hêrsa Gulperîn Ata ya ku endamên malbata wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, girtin û sirgûnkirin, li hemberî dijmin roj bi roj xurtir dibe. Herî dawî ji bo tola xwe ji dijminê mêtinger hilîne, di sala 2014’an de ji Botanê tevlî nava refên gerîla dibe. Ata piştî ku derbasî herêma Besta dibe, navê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Binevş Agal li xwe dike.

Şehîd Binevş ku zû hînê jiyana gerîlatiyê bû, difikire ku bi fêhmkirina ramanên Rêber Apo wê bigihije armanc û hedefên xwe yên rast. Binevş fêm kir ku rastiya Rêber Apo di azadiya jin, zarok, ciwan û hemû mirovahiyê de veşartiye û encax bi xwendin û fikirîna li ser van ramanan mirov dikare bigihêje wateya jiyanê, li ser van rêgezan di sala 2017’an de derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû û perwerdehiya leşkerî û bîrdozî dît.

Binevş Agal ku bi coş û kelecan di perwerdehiyê de beşdarî nîqaşên parastina Rêber Apo dibe, ji bo layiqî navê xwe bibe kedeke mezin dide. Di xebatên taybet ên ku pêbawerî û hesasiyeteke mezin hewce dike de cihê xwe digire. Hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih tîne.

DIJMINÊ KU NEKARÎ BERXWEDANÊ BIŞIKÎNE BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRÎŞ KIR

Gerîlaya YJA Starê Binevş ku ji têkiliyên kûr ên hevrêtiya PKK’ê bandor bûye, hevrê Heqî, Mazlûm û Xeyriyan ku bi Rêber Apo re hevrêtiyê dikin ji xwe re mînak digire û hewl dide xwe bigihîne wê astê.

Ji ber vê sedemê di nava hevrêyên xwe de her tim weke kesek dilnizm, fedekar û bi cewher tê naskirin. Binevş ku bi têkoşîn û berxwedana xwe ji hevrêyên xwe re dibe mînak, ji bo tolhildana hevrêyên xwe yên şehîd, her tim pêşniyarî dike ku biçe qada têkoşînê ya herî dijwar.

Binevş Agal a ku di tevahiya jiyana xwe ya gerîla de di nava şert û mercên herî dijwar de têdikoşe, di sala 2019’an de berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li Kurojahro tê erkdar kirin û ji kûr ve bi cihê erka xwe ve tê girêdan. Tevî hevrêyên xwe ji bo çalakiyên ku derbeyên giran li dagirkeran dixin, kedeke mezin dide.

Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet Zap, Avaşîn û Metîna, ew û hevrêyên xwe bi xurtî û bi biryar bersiv dan van êrîşan. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk bi rojan li ber xwe dide. Dewleta Tirk a dagirker ku nikare berxwedana bi fermandariya şehîd Binevş û hevrêyên wê bişkîne, çekên kîmyewî bikar tîne. Di 23-25’ê Gulana 2022’yan de gerîla Binevş Agal û komek hevrêyên xwe ku heta nefesa xwe ya dawî li herêma Zapê li ber xwe dan, di encama êrîşa kîmyewî de şehîd bûn û tevlî karwanê nemiran bûn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 29’Ê TIRMEHÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

HPG: 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

HPG: 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Bi sedan ciwan ji bo Rêber APO li Dusseldorfê meşiyan

Bi sedan ciwan ji bo Rêber APO li Dusseldorfê meşiyan

Manşet

  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan
  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
  • Veysî Aktaş hate berdan
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê

Herî zêde hatine xwendin

  • Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

    Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan li Helebê meclîsa sporê avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kalkan: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêne derxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.