Enter your email Address

Pazar, Temmuz 27, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘Şoreşa Rojava bi navê YPJ’ê gihîşt wateya xwe ya rastîn’

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Di ber azadiya gelê xwe de, em ê her dem li pey nirxên xwe yên pîroz bin û ji bo mayîndekirina şoreşê em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
19/07/2023 - 12:00
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
‘Şoreşa Rojava bi navê YPJ’ê gihîşt wateya xwe ya rastîn’
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekeniyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand. YPJ’ê anî ziman ku têgeha şoreşa gelan a li ser axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû afirand. YPJ’ê destnîşan kir ku dema herêm ji ber polîtîkayên rejîma BAAS û hêzên hegemon di nava qeyranê de bû, derfetên diyarkirina çarenûsa xwe ya gel çêbûn û got: “Li ser vê bingehê jî me bi gelek ked û têkoşîn, biryara avakirina pergala konfederalîzma demokratîk da. Bêyî ku em piştevaniya tû hêzêkî din bigirin, me bi hêza xwe ya cewherî û bi baweriya xwe ya bi jiyana azad gav bi gav axa xwe ya ku bi  desthilatdarî û êrîşên  hegemonan re rû bi rû bû, ji hemû polîtîkayên qîrkirinê parastin û rizgar kir.”

‘ŞOREŞA ROJAVA BI NAVÊ YPJ’Ê GIHÎŞT WATEYA XWE YA RASTÎN’

YPJ’ê destnîşan kir ku di hemû şoreşan de ku li cîhanê pêk hatine, berjewendiyên gel û civakan heta bi hetayê nehatine parastin û wiha pê de çû: “Lê şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê paradîgmaya civakeke ekolojik, demokratîk û azadîxwaziyê jin ji xwe re kir bingeheke esasî, ji ber wê jî îro li erdnîgariya me têgeha şoreşê li gorî cewhera xwe ye heqîqî bi wate bû. Li ser vî hîmî jî YPJ weke hêzeke sereke berpirsiyartiya pêşerojeke azad a civaka xwe bi dilekê wêrek da ser milên xwe. Di destpêkê de cihgirtina jinan di nava YXK-YPG’ê de ji bo birêxistinkirina jin û gelan roleke diyarker lêyîst û di heman demê de rotayeke rast da hêzên parastinê da ku ji bo berjwendiyên gelan bi rêbazên rast têkoşîna xwe bilind bikin. Helbet cihgirtina YPJ’ê di nava hêzên parastinê de, bû modelek. Me di şoreşa Rojava da dît ku ger hevrêtiyeke rast a jin û zilam pêk were, encax wê demê şoreş dikarin bikevin bin xizmeta gelan. Di heman demê de Şoreşê bi vê yekê re şêwaza jiyana wekhev û azad a civakan îfade kir. Bi şoreşa jin a Bakur û Rojhilata Sûriyê re jinan careke din wateya hebûna xwe ya ku bi hezaran sal in, ji aliyê destê zilamên serdest ve hatibû dizîn, ji nû ve bi dest xist.  Bi rêxistinkirina gel heta perwerde kirin û di warê leşkerî de xwe bipêşxistina jinan, di çarçoveya xeta parastina rewa de li hemberî hemû dagirkerî û êrîşên heyî asteke tekoşînê ya bêeman danî holê.  Hebûna jinan di qada şer de li ser bingeha nirxên xwe yên civakê, parastin bi pêş ket. Şervanên YPJ’ê li ser van nirxan di qada şer de bi pîvanên şerê gel ê bi şoreşgerî parastina nasname, hebûn, ziman, çand û vîna azad a gelê xwe kir. Ji bo wê jî Şoreşa Rojava bi navê YPJ’ê gihîşt wateya xwe ye rastîn.”

‘BI YEKITIYA GELAN ŞOREŞ PÊK HAT’

YPJ’ê anî ziman ku li hemberî hemû destdirejî û polîtîkayên tunekirina vîna azad a gelê me, wê YPJ weke hêzeke sereke li têkoşîna xwe ya bêeman û bêyî rawestin dewam bike. Bi domarî YPJ’ê wiha got: “Me 11 salên ku di nava xwe de tekoşîn, berxwedan, qehremanî û ruhê fedayîtiyeke pir mezin dihewîne, li pey xwe hişt. Helbet di nava vê serpehatiye me ya di nava Şoreşê de, gelê me her dem bi me re bû. Bi yekitiya gelan şoreş pêk hat. Ji ber wê jî cardin wê ji bo mayîndekirin û dewamkirina li şoreşa jinan a Rojava rolê ruhê yekitiya gelan diyarker e.

DI BER AZADIYA GELÊ XWE DE EM Ê HER DEM LI PEY NIRXÊN XWE YÊN PÎROZ BIN

Gelek fermandarên me yên pêşeng  û şervanên me yên hêja giyanê xwe diyarî Şoreşa Jin a Rojava kir. Em YPJ, di ber azadiya gelê xwe de, em ê her dem li pey nirxên xwe yên pîroz bin û ji bo mayîndekirina şoreşê em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Em li ser van hîman, 19’ê Tîrmehê ku şoreşa jin û gelan e, di serî li gelê herêmê, li hemû civakên azadîxwaz pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ên Tapqayê: “Şoreşa Rojava bû çirûskeke hêviyê li seranserê cîhanê”

Nivîsa Pêş

Karayilan: Di qetlîamên Kurdistanê de berpirsyariya îmzevanên Lozanê hene

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karayilan: Di qetlîamên Kurdistanê de berpirsyariya îmzevanên Lozanê hene

Karayilan: Di qetlîamên Kurdistanê de berpirsyariya îmzevanên Lozanê hene

Şoreşa 19’ê Tîrmehê

Şoreşa 19'ê Tîrmehê

Manşet

  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan
  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
  • Veysî Aktaş hate berdan
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê

Herî zêde hatine xwendin

  • Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

    Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara nû ya Kovara Yurtsever Gençlik derket: “Bi Ruhê Hevaltiya Komunalîst Em Ji Bo Avakirina Komunê Seferber Bibin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Manşêta Newaya Jin a hejmara nû: Pevçûn hat ber deriyê me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Aldar Xelîl: Ciwan pêşengê şoreşa Rojava bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.