Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

TAYBET- Ji bo bîranîna Şehîd Ozgur Ronî

Edîtor: Çekdar Amed
19/07/2023 - 0:07
di nav Başûr, Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET- Ji bo bîranîna Şehîd Ozgur Ronî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –Ozgur Ronî li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê.heval Ozgur ku ji eşîreta Milanê ye, bi berxwedan û destanên kevneşopiya eşîretê mezin bûye. heval Ozgur heta Amadeyî li navçeya Qelqeliyê dixwend û piştre di encama polîtîkayên bişaftinê yên dijmin de, neçar maye koçî Stenbolê bike. Ji bo ku tevlêkariyê li aboriya malbatê bike, di nava karên cur be cur de xebitî ye. Hevrêyê me her tim li hemberî derdora xwe û jiyanê bi hestiyar bû û di demekî kurt de fêm kir ku di karên ku dixebite de keda wî ji aliyê sîstema heyî ve tê mêtingehkirin. Li dijî jiyana koletiyê ku dijmin ferz kiriye, her tim ketiye nava lêpirsîn û lêgerînê. Hevrêyê me ku piştî demekê di nava xebatên ciwanan de bi awayekî aktîf cih digire, hingî ku îdeolojiya Rêber Apo û partiya me PKK’ê nas dike, li hemberî jiyanê bûye xwedî sekneke bi zane û bi hêman.

Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, bi rengekî aktîf bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk gel û ciwan rêxistin kiriye. Wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî pêk aniye. Hevrêyê me Ozgur sala 2007’an şahidî ji gelek serhildan û çalakiyan re kiriye ku li dijî êşkence û êrîşên îmhayê yên li hemberî Rêber Apo tên kirin, pêk hatibûn. heval Ozgur jî di van çalakiyan de berpirsyariyên xwe pêk aniye. Tevlîbûna xwe ya heyî bes nedîtiye. Biryar da ku li dijî tecrîd û êşkenceya li hemberî Rêber Apo tê kirin û li dijî êrîşên qirkirin û îmhayê yên li ser Kurdistanê, têkoşîna xwe mezin bike. Sala 2009’an ji Stenbolê ket rê û tevlî nava refên gerîla bû.

Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn qedand û bi rengekî aktîf tevlî jiyana gerîla bû. Tecrubeyên ku di pratîkê de jiyan kirî bi hevrêyên xwe re parve kir û li ser vî esasî hewl daye ku xwe û hevrêyên xwe perwerde bike. heval Ozgur demek dirêj li Zagrosan pratîkê dimeşîne û li vê qadê weke îdelojîk û rêxistinî timî xwe perwerde kiriye. Li Zagrosan di bin fermandariya fermandarên me yên nemir ên mîna Reşîd Serdar û Çîçek Kûrtalan, di gerîlatiyê de xwe pêş xistiye. Di vê pêvajoyê de gelek çalakî hatin kirin ku derbeyên giran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de di refên herî pêş de cih girt û bêyî tirs bi ser dagirkeran de çû. Bi aliyên xwe yên bi wêrek û atîk bûye xwedî pratîkek serkeftî. Di êrîşa ku dewleta Tirk a qirker sala 2011’an li qada Geliyê Tiyarê bi çekên kîmyewî pêk anî de, 36 hevrêyên me şehîd bûn. heval Ozgur bû şahiyê wê komkujiyê. Her kêliya têkoşîna xwe ji bo tolhildana şehîdên me, bi lêhêrbûnê derbas kiriye. Hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran timî zêde kiriye. Hevrêyê me diyar kir ku ji her tiştê zêdetir dilsozê jiyana gerîla ye û di her qada jiyanê de bi rengekî fedayî tevlî bûye. Di nava seknekî de bû ku bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me de. Ketiye nava wê lêgerînê ji bo ku tola hevrêyên xwe bistîne, çawa bi rengekî bi bandor li dagirkeran bixe.

Dema li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser wezîfeya xwe bû di êrîşa dagirkeran de bi giranî birîndar bûye. Piştî demekê tedawî dît, bi pêşniyara ku car din tevlî xebatên qadên pratîk bibe derbasî qada Zagrosê bû. Ji Zap heta Avaşîn û Xakurkê, li Zagrosan ku berê pratîk lê meşandiye, bûye xwediyê têkoşîneke bê hempa. Piştî birîndarbûnê tevî ku di xebatên pratîk de bi fîzîkî zehmetî dikişand, ev zehmetî ji xwe re nekir asteng. Bi baweriya ku bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bi serkeftinê tacîdar bike, tevlî jiyanê bûye. Piştî pratîka serkeftî ku 4 salan li qadê meşand, çû perwerdeyê û hewl da xwe di îdeolojî û felsefeya Rêber Apo de kûr bike.

heval Ozgur li Ocaxa Partiyê ya Sakîne Cansiz dewreyek perwerdeyê dît. Li vê cihê ku pirsgirêkên Partîbûnê û kadrobûnê di asta herî bilind de lê tên nîqaşkirin, xwe li hemberî rastiya Rêber Apo û şehîdan lêpirsîn kiriye û ketiye nava pêvajoya lêhêrbûnê. Hewl daye ku xwe ji paşverûtiyên sîstemê di kesayeta wî de ava kirî, rizgar bike. Bi perwerdeya navendî ya Partiyê xwe ji bo wezîfe û berpirsyariyên pêvajoyeke dijwar amade kiriye. Xwestiye bi Berxwedana Rêveberiya Xweser a bi pêşengiya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryanan ji me re weke mîrate maye, bibe layiqê sekna fedayî ya Apoyiyan. Hevrêyê me Ozgur ku berê di nava xebatên ciwanan de cih girt û bûye xwedî tecrubeyeke diyar, bi soza tolhildana hevrêyên xwe û dilsoziya bi bîranînên wan re, di nava xebatên YPS’ê de li gorî ruhê demê bi rengekî aktîf cihê xwe girtiye.

Bi pratîka xwe ya serkeftî pêşengî kir ku ciwanên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê û berxwedanê bibin. heval Ozgur bi dilsoziya bi Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd re maye û bi tarzek fedayî tevlî xeta şoreşgeriyê bûye. Bi îradeya Apoyî li dijî zehmetiyan pes nekir, ji pratîkên xwe yên berê ders derxist û xwe kiriye hêza çareseriyê.

heval Ozgur di serî de Zap, Avaşîn û Metîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwestiye bibe layiqê hevrêyên xwe yên ku li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk a dagirker bi rêbazên dermirovî dimeşîne, bûne xwediyê têkoşîneke bê hempa. heval Ozgur hewl daye ku wezîfeyên xwe yên li hemberî hevrêyên şehîd, bêyî kêmahî pêk bîne. heval dema ku li ser wezîfeya xwe bû, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de tevlî karwanên nemiran dibe. Şehadeta hevrêyê me Ozgur ku bi jiyana xwe ya Derwêşane şopên kûr li me hişt, em pir bi bandor kirin. Di şexsê heval me Ozgur de em diyar dikin ku em ê dilsozê bîranîn û armancên şehîdên xwe bimînin û soza xwe dubare dikin ku tola wan bi serkeftinê hilînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 19’Ê TIRMEHÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger Pêşengê şoreşa 19 Tîrmehê ne

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger Pêşengê şoreşa 19 Tîrmehê ne

Ciwanên Şoreşger Pêşengê şoreşa 19 Tîrmehê ne

Ciwanên Tabqayê bi meşekê Meşeleyan Gefên li ser Jîyana Rêber Apo Şermezar kirin

Ciwanên Tabqayê bi meşekê Meşeleyan Gefên li ser Jîyana Rêber Apo Şermezar kirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.