Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Şehîd wateya felsefeya me ya jiyana azad in

Edîtor: Nucan Serdoz
17/06/2023 - 12:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: Şehîd wateya felsefeya me ya jiyana azad in
ParvekeTweet

BEHDINAN – Koordînasyona PAJK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan), Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û Sema Yuce (Serhildan) û şehîdên jin ên pêşeng bi bîr anî û ev bang li her kesê kir: “Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo bixin nava jiyanê, desthilatdariya mêr hilweşînin û têkoşîna îdeolojîk-polîtîk li ser bingehê parastina cewherî bi rengekî radîkal bimeşînin.”

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

“Şehîdên me yên Hezîranê di dîroka me Tevgera Jinê de weke meha şehîdan tê zanîn û wateya xeta partîbûnê û jiyana azad a şehîdên me yên Hezîranê ye. 3’ê Hezîranê Leyla Yildiz (Şaristan Asmîn), 7’ê Hezîranê Flîz Yerlîkaya (Gulan), 17’ê Hezîranê Sema Yuce (Serhildan), Hatîce Hezer (Berîvan Zîlan), Delal Azîzoglû (Raperîn Amed) û 30’ê Hezîranê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku çalakiya fedayî kir û şehîd bû, cewher, çavkaniya me ya jiyanê û pêşeng me yên ku rêya me ronî dikin in. Di şexsê hevrêyên xwe de em şehîdên xwe yên şoreşa jinê bi rêzdarî bi bîr tînin û weke hevrêyên wan soza xwe ya zindîkirina xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ dubare dikin.

Şehadeta her hevrêyekî me ku ji bo azadiyê berdêl dayîne û şehîd bûne, li dijî şerê giran ê li Kurdistanê û li dijî êrîşên dewleta faşîst a mêtinger, desthilatdariya mêr, zayendparêz, netewperestî û qirkirina jinê dîroka berberxwedana civakî tîne ber çavê mirov. Li ti dera cîhanê jin bi dilxwazî nabin hedefa polîtîkayên îmha yên leşkerî û mîlîtarîzmê. Ji vî alî ve Têkoşîna Azadiyê Jin û Kurdistanê ji tevgerên jin ên din û têkoşîna wan di astekî cudatir de ye. Sedemê ku di şexsê şoreşgerên jin ên pêşengiyê ji têkoşînê re dikin têkoşîna jinê hedef digirin, avakirina sîstemekî nû ya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk e. Sedem ew e ku ji jinên cîhanê û gelan re alternatîfekî pêşkêş dike. Felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo li dijî paşverûtiya mêr a cîhnê û desthilatdariyê serhildanekî îdeolojîk-polîtîk e. Sûcê mirovahiyê ku li dijî jinên pêşeng tê kirin, sûcên şer ên giran ji dervey hiqûqê dihêle. Ji vî alî ve şehadetên Tevgera Jin a Kurdistanê bûyer, dem û şexsekî îfade nake. Ji bo jinên Kurd ên hatine mêtingerkirin, bi berçavgirtina her cure berdêlê nûneriya serhildana radîkal dike. Şehadet heqîqetek e ku îspat dike azadiya jinê encex bi rizgariya civakî pêkan e.

Di şer de şehadet çêdibin ku em nikarin tenê bi bîranînê derbas bikin. Ji ber ku rastiya şehîdan dîroka jin û civakê ye ku felsefeya rastiya şehîdan û jiyana azad xistiye nava jiyanê. Şehîd bûyîna çanda têkoşîna azadiya jinê ye, nasname û îradebûna wê ye. Hevrê Sema Yuce ku li ser xeta Zîlanan li girtîgehan nûneriya nasnameya PAJK’ê kir û dijmin têk bir, hevrê Gulan ku bi rêxistinbûna jina fedayî bersiva dijmin û komployê da, Raperîn Amed ku sekna bi fedakarî, cesaret û bi eşq tevlîbûna têkoşînê raber kir, hevrê Berîvan Zîlan pêşengên tevgera me ya jinê ne. Hevrê Sema, Gulan, Raperîn, Bêrîvan bi coşa şoreşgerî weke sembola cewhera welatparêziyê mîrateya me ya zadiyê mezin kirin û rêya serkeftinê teqez kirin. Hevrê Sema Yuce li girtîgehê li dijî polîtîkayên dijmin ên teslîmgirtinê, bedena xwe kir meşale û azadî parast. Li çiya, girtîgeh, qada civakî serkeftina xwe ya xeta fedayî derxistiye holê. Hevrê Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Gulan her tim weke nirxên me yên azadiyê yên herî zelal wê bijîn. Li ser rastiya şehîdan lêhûrbûnkirin, bi ser xistina şoreşa jinê ye.

Jinên pêşeng ên sosyalîst û şoreşger li ser navê hemû jin û gelan jiyana xwe datînin holê û têdikoşin ku şaristaniya mêr biguherînin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn parastina azadiya jinê, jiyana xwe danîna holê ye. Îro gerîlayên azadiyê yên YJA Starê ji bo parastina rûmet û azadiyê li dijî êrîşên kîmyewî û bombebaranan li çeperên berxwedanê şer dikin.

Em bang li hemû jinên ku li azadiyê digerin dikin ku bi ruhê Şehîdên me yên Hezîranê yên nûneriya xeta JIN JIYAN AZADÎ dikin, Pêngava JIN JIYAN AZADÎ! BER BI ŞOREŞA JINÊ li her derê bilind bikin; li dijî îdeolojiya desthilatdariya mêr paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo bixin nava jiyanê, desthilatdariya mêr hilweşînin û têkoşîna îdeolojîk-polîtîk li ser bingehê parastina cewherî bi rengekî radîkal bimeşînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîtiya Jinên ciwan ên Dirbesiyê daxuyani dan

Nivîsa Pêş

HPG: Li Xakurkê 18 dagirker hatin cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Li Xakurkê 18 dagirker hatin cezakirin

HPG: Li Xakurkê 18 dagirker hatin cezakirin

HPG: Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn li Amedê şehîd bûn

HPG: Xemgîn Serhed û Bahoz Farqîn li Amedê şehîd bûn

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.