Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

YPS-YPS JIN: Hevrê Zeryan li pey xwe mîrateyek mezin a berxwedanê hişt

Edîtor: Nucan Serdoz
27/05/2023 - 14:00
di nav Bakur, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPS-YPS JIN: Hevrê Zeryan li pey xwe mîrateyek mezin a berxwedanê hişt
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê bi wesîleya 7’emîn salvegera şehadeta Zeryan Denîz ku di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûbû, daxuyaniyeke nivîskî da.

Koordînasyonê got, “Gelê me yê ku hebûna wê hatiye înkarkirin û azadiya wê ji destê wê hatiye girtin, zêdetirî 50 sal in bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ev şer şerê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe ye. Dewleta faşîst a Tirk ji roja damezrandina xwe heta niha bi her cure polîtîkayên înkar, îmha û qetlîamê bi qanûnên sirgûn, bicihkirin û girtinan hewl dide gelê me bitirsîne. Polîtîkaya înkarê ya ku bi salan e didome, bi plana serî tewandinê ya sala 2014’an amade kir, ket konsepteke nû. Di çarçoveya vê konseptê de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi hovîtiyeke ku mînaka wê tune dest bi êrîşan kir. Dewleta Tirk a ku hesaban li ser planên tunekirina gelê Kurd û tevgera azadiyê kir, bi rasthatina li berxwedana Zeryan û Çiyageran re rastî şikestineke mezin hat û planên hilweşînê vala hat derxistin.”

Di daxuyaniya Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê de wiha hate gotin:

“Berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî bi helwesteke li dijî tunekirina hebûn û nasnameya Kurd, di salên 2014-2015’an de bi berxwedaneke bi heybet a bi sedan lehengên Kurdistanê derket holê. Gelê me yê welatparêz û têkoşer, jin, ciwan û mezin, di berxwedana li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û Geverê de bi helwesta xwe ya li dijî faşîzmê dilsoziya xwe ya bi nirxên xwe re nîşan dan. Şerê ciwanên Kurd ên leheng li dijî teknolojiya bilind a dewleta Tirk bi dilên xwe yên tazî û fedaî, hişt ku dewleta Tirk bikeve nava sendromê. Berxwedana ku ji aliyê fermandarên efsanewî yên dîrokê ve hat nîşandan, pêşengên gel jî derxist holê. Zeryan, Çiyager, Nûcan, Axîn, Xebatkar, Berfîn, Mehmet Tûnç, Asya û gelek şehîdên me yên berxwedêr ên di berxwedana xwerêveberiyê de fedaî bûne, li Şirnex, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Gever û navçeyan li gelek bajaran bûne pêşengê hevdîtina bi gel re û di nava dijmin de sendroma afirandin û bûne abîdeya berxwedanê. Fermandar Zeryan Denîz Amed yek ji lehengên bêhejmar ên vê berxwedana bi heybet bû ku navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand.

Hevrê Zeryan ku di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de ku li her kolanekê çîrokeke lehengiyê tê nivîsandin di nava fermandariya YPS’ê ya Şirnexê de bû, li Şirnexê di fermandariya YPS’ê de bû, bi sekna xwe ya têkoşer, bi ruh û hevrêtiya xwe di dilê gelê Şirnexê û berxwedêran de cihekî mezin bi dest xist. Fermandar Zeryan di her firsendê de bi taktîkên xwe yên şer ên afirîner li dijmin xist, her çeper heta nefesa xwe ya dawî veguherand kelehên berxwedanê. Di pêvajoya berxwedanê de bi helwesta xwe ya pêşeng ji her kesî re bûye ronahî. Bi dengê tilîliyên xwe hêz daye berxwedanê û ji dijmin re bûye kabûs. Hevrê Zeryan bi sekna xwe ya xweparastinê ya Apoyî mîrateyeke mezin a berxwedanê heta roja me hişt. Hem di jiyana xwe de hem jî di qada şer de bi helwesta xwe ya bi biryar û dilnizim di dilê hevrê û gelê xwe de textek ava kir. Di îdeolojiya azadiya jinê de roleke pêşeng lîst. Ew bi berxwedana xwe nîşanî me da ku jinên Kurd çiqasî ji welat û axa xwe hez dikin, divê xwedî li azadiya xwe derkevin. Zeryan bû navê berxwedanê. Ruhê berxwedanê yê Zeryan li Zapê bû Melsa, Avzem, li Avaşînê jî bû Arîn û Nûda. Li Mêrsînê bû Sara, Rûken û xeta serkeftinê li çar aliyên Kurdistanê belav kir.

Hevrê Zeryan a ku di avakirina YPS JIN’ê û derketina ruhê berxwedana xwerêveberiyê de roleke mezin lîst, rê li ber serkeftinê vekir. Weke hevrêyên wê soza me ya herî mezin ew ku em li ser şopa wê bimeşin û têkoşînê bigihînin serkeftinê. Weke koordînasyona YPS-YPS JIN’ê em di sala 7’an a şehadeta hevrê Zeryan Denîz, fermandara helwest, îrade û hişmendiya Apoyî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê, bi taybet ya Zeryan Denîz û em ê tola hemû şehîdan hilînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PAJK: Hevrê Leyla bi sekna xwe nûneriya xeta serkeftinê kir

Nivîsa Pêş

“Bi şoreşa jinê em ê tecrîdê hilweşînin û Rêbertî azad bikin”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“Bi şoreşa jinê em ê tecrîdê hilweşînin û Rêbertî azad bikin”

“Bi şoreşa jinê em ê tecrîdê hilweşînin û Rêbertî azad bikin”

Di berxwedana gerîlla li çiya de 4 dagirker hatin cezakirin

Di berxwedana gerîlla li çiya de 4 dagirker hatin cezakirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.