Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Em Gulana 2023’an bikin destpêka Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/04/2023 - 9:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojhilata Navin
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK: Xeta Zîlan têkoşîna demokrasî û azadiyê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya PKK’ê bi vî rengî ye:

“Di demeke krîtîk a dîrokê de em 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Di roja xwe ya yekîtî, piştevanî û têkoşînê de em diherikin qadan û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bilind dikin. Di serî de di şexsê şehîdên Taksîmê yên 1977’an, her wiha endamê me yê Komîteya Navendî hevrê Mehmet Karasûngûr û Ramazan Kaplan de, şehîdên xwe yên 1’ê Gulanê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî, Rêber Apo, hevrêyên li zindan, kolan û çiyê li ber xwe didin, gelê xwe silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulanê di têkoşîna Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk de bibe destpêkeke nû.

14’Ê GULANÊ PÊVAJOYA HILWEŞÎNA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DIDE DESTPÊKIRIN

Eşkere ye ku 1’ê Gulanê ya îsal ji yên beriya niha gelekî cuda ye. Di 14’ê Gulanê de wê provaya hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê bê kirin. 14’ê Gulanê pêvajoya hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê dide destpêkirin. Bêguman hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê jî ji bo Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gelekî girîng e. Lewma divê mirov hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê ji rêzê nebînin. Bi hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê re wê pêşî li azadiya Kurdan û Tirkiyeya demokratîk vebe. Siyaset siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst ê ji Rêveberiya Îttîhat û Terakkî heta niha hatiye, ji holê bê rakirin. Dewleta Komara Tirkiyeyê wê li ser bingeha azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bikeve sedsala duyemîn. Li ser bingeha azadiya Kurdan, jinan û baweriyan wê Tirkiye veguhere welatekî demokratîk û azad. Tirkiyeya demokratîk wê pêşî li demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke, ew ê jî di asta navneteweyî de gaveke gelekî xurt bi meşa azadiyê ya mirovahiyê bide avêtin.

Ji ber vê yekê, h erwiha ji bo pêşîgirtina li van pêşketinan di asta global, herêmî û neteweyî de hemû paşverûtî û xiyaneta Kurd piştgiriyê didin faşîzma AKP-MHP’ê û dixwazin ku serdemeke din li ser desthilatdariyê bimîne. Li ser vê bingehê faşîzma AKP-MHP jî ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, derfetên Tirkiyeyê hemûyan bi kar tîne û serî li her cûre zext, lîstik û hîleyê dide. Mîna ku 21 sal in ew bi xwe ne li ser desthilatdariyê ye, gelek sozên derewîn ên nû dide û hewl dide gel bixapîne. Mîna ku Tirkiye milkê bavê Tayyîp Erdogan e, her kesên li ber rêveberiya Tayyîp Erdogan radibin weke ‘xayinê welêt’ tên sûcdarkirin. Ji kirîna bi pereyan heta bi gef û şantajê, serî li her rê û rêbazê dide û dixwaze dengê mirovan bidize. Hiqûq û dadgeriyê, huner û wêjeyê, her cûre çetetiyê ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe bi rengekî bêperwa bi kar tîne. Di bûyerên dawî yên destgîrkirin û girtinê de jî hate dîtin, ku bi girtina rewşenbîrên demokrat, hunermend, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevanan hewl dide rê nede ku kes propagandayê bike. Bi van hemûyan hewl dide atmosfereke welê nîşan bide ku xurt e û wê li ser desthilatdariyê bimîne, lewma jî serî li her rê û rêbazên tundiyê dide.

Halbûkî faşîzma AKP-MHP’ê ji bingehê ve riziya ye û hilweşiya ye. Bi ti cûreyên tundiyê, bi zext û komkujiyan, bi derew û hîleyan, bi demogojî û diziyê faşîzma AKP-MHP’ê wê nikaribe li ser desthilatdariyê bimîne. Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê pêvajoya bidawîbûnê destpê kiriye û hilbijartina 14’ê Gulanê di vê mijarê de wê bibe rawestgeheke bingehîn. Bêguman faşîzm tenê bi hilbijartinê hilnaweşe, lê belê di têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê de hilbijartina 14’ê Gulanê wê bi roleke gelekî girîng rabe. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya antîfaşîst ku em bi her rê û rêbazê dimeşînin, bi hilbijartina 14’ê Gulanê re wê pêşketineke mezin pêk bîne. Şoreşa azadiyê wê faşîzmê hilweşîne, restorasyonê ji holê rake û bi vî rengî bi pêş ve biçe. Lewma divê hilbijartinên 14’ê Gulanê girîng bêne dîtin, dengdan teqez bê kirin, destûr neyê dayin ku dengekî bi tenê jî vala biçe, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û misogerkirina serketina hêzên demokrasiyê mal bi mal, kolan bi kolan kar bê kirin. Ji bo berxwedana li dijî her cûre êrîşên faşîst divê mirov her tim amade bin.

DI 1’Ê GULANÊ DE EM DAKEVIN QADAN Û 14’Ê GULANÊ JÎ DENGDANÊ BIKIN

Wê demê ji bo faşîzma AKP-MHP’ê bê hilweşandin û pêşî li azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin, ji bo gelên Tirkiyeyê û mirovahî ji mejî û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker bê rizgarkirin, li dijî her cûre zext, siyaset û mejiyê bi serweriya mêr ji bo pêşvebirina şoreşa azadiya jinê, ji bo azadiya rêxistinbûn, fikir û baweriyê ya li Tirkiyeyê, ji bo şikandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî ya girtiyên siyasî hemûyan, ji bo dawî li sîstema talankar a li Tirkiye û Kurdistanê bê anîn, ji bo rizgariya ji vê dîktatoriya faşîst a ku diminê mirovan û xwezayê ye, ku hewl dide mexdûrên erdhejê bixapîne, Tirkiyeyê ji rewşa gefxwarina êrîşê ya li derveyî sînor rizgar bike, ji bo pêşvebirina meşa mirovahiyê ya azad û Rojhilata Navîn a demokratîk û destpêkirina têkiliyê, 1’ê Gulanê em dakevin qadan û 14’ê Gulanê de jî dengê xwe bi kar bînin.

Em coşa 8’ê Adarê û Newrozê bigihînin 1’ê Gulanê, ruhê berxwedan û serketinê yê 1’ê Gulanê jî bigihînin 14’ê Gulanê.

Em 1’ê Gulana îsal bikin destpêka serketineke mezin a demokrasiyê. Weke karker û kedkar, jin û ciwan, gelê Kurd ê welatparêz û bindest, hêzên şoreşger û sosyalîst em qadên 1’ê Gulanê dagirin û meşa xwe ya ji bo demokrasî û azadiyê ya nû bidin destpêkirin. Ji 1’ê Gulanê heta bi 14’ê Gulanê em pira demokrasî û azadiyê, pira serketina dîrokî ava bikin.

Ji 1’ê Gulanê heta 14’ê Gulanê, heta hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û misogerkirina serketina demokrasiyê em li qadan bin, di nava çalakiyên demokratîk ên bênavber de bin.

14’ê Gulanê ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û şikandina her cûre êrîşên faşîst em her tim amade bin.

Em Gulana 2023’an bikin destpêka Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk.

Li ser van bingehan em 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşînê li karker û kedkaran, jin û ciwanan, gelê me yê welatparêz û tevahiya mirovahiya sosyalîst û demokratîk pîroz dikin, şehîdên me yên leheng bi rêz û minet bi bîr tînin û bang li her kesî dikin ku li dijî faşîzmê têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên ciwan ên Hesekê ewlekariya xwe dikin

Nivîsa Pêş

Zarok li Girê Spî ya dagirkirî bi rêya komeleyên Pakistanî û Çeçenî tên perwerdekirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Zarok li Girê Spî ya dagirkirî bi rêya komeleyên Pakistanî û Çeçenî tên perwerdekirin

Zarok li Girê Spî ya dagirkirî bi rêya komeleyên Pakistanî û Çeçenî tên perwerdekirin

PAJK: Hevrêya me Gulçiya Gabar bû pêşengek, fermandarek û şoreşgereke jinê ya serketî

PAJK: Hevrêya me Gulçiya Gabar bû pêşengek, fermandarek û şoreşgereke jinê ya serketî

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.