Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Faşîzma Erdogan û Bahçelî li ber qedandinê ye

Ji bo Erdogan rewş piştî erdhejê zehmet bû. Bawerî bi desthilatdariyê nema ye. Bahçelî jî hîn jê heye ku bi gefxwarina li derdorê, bi heqaretê dikare desthilatdariya faşîst li ser piyan bihêle.

Edîtor: Nucan Serdoz
16/04/2023 - 0:25
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Faşîzma Erdogan û Bahçelî li ber qedandinê ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê hilweşîna giran a ji ber erdhejê û windahiya jiyana mirovan wê desthilatdariya Erdogan jî bihejîne. Zêdeyî sed hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, lê belê tevî vê yekê jî ev hêza faşîst nafikire ku dest ji desthilatdariyê berde, nafikire dest ji şer berde. Di demeke welê de ku gel di binê enqazan de ye hîn jî qadên gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombardûman dike. Şengal jî di nav de li temamiya Kurdistanê bi SÎHA’yan komkujiyan dike. Piştî ku muxalefetê helwest nîşan da û destûra bingehîn rê neda, Erdogan neçar ma ku pêvajoya hilbijartinê bide destpêkirin. Hilbijartin wê di 14’ê Gulanê de bê kirin. Tê gotin, Erdogan wê bi hilbijartinê neçe yan jî bi komployên cihêreng, bi şerekî navxweyî hewl bide li ser desthildariyê bimîne. Ji bo li ser desthilatdtariyê bimînin dikarin bi her awayî dînîtiyê bikin. Lê belê bi erdhejê re rewş guherî. Ji xwe Rewşa Awarte hatiye ragihandin. Hate dîtin ku zemîna li ser rûniştî ye çiqasî riziyayî ye. Şerekî navxweyî yê ku teqez tê de bi ser bikeve jî nîne. Yên li derdora wî civiyane jî kadroyên îdeolojîk jî nînin. Piraniya wan li pey kariyerê ne, tîp û derdorên sextekar in.

Dewlet jî kirin çete. Nava saziyan vala kirin. Ev yek jî di erdhejê de hîn baştir hate dîtin. Hewldan û lîstikên wan ên ji bo belavkirina Maseya Şeşalî bi ser neketin. Di hesab û lîstikên xwe yên li ser HDP’ê de jî heta niha encama ku dixwazin bi dest nexistine. Herî zêde karin beriya hilbijartinê biryara girtinê bidin dayin. Nekarîn bingeha HDP’ê biçûk bikin. Sekna bi biryar û bi bandor a Bloka Ked û Azadiyê wê dewam bike. Her wiha eşkere bû ku eger HDP di hilbijartinên Serokkomariyê de piştgiriyê bide Kemal Kiliçdaroglû wê Erdogan di tûra destpêkê de têk biçe. Erdogan jî ji bêçaretiyê niha xwe li Hîzbûl-Kontra girtiye. Li aliyê din jî Dogû Perînçek heye ku bi rûyê xwe yê tarî û provokasyonan tê naskirin.

Partî û girseya ku Erbakan bi dehan salan ked ji bo wê da, dizîn. Nekarî Partiya Saadetê bixe xefika xwe. Fatîh Erbakan ma. Pêkhateyeke balkêş afirand. Pêkhateyek ji nakokiyan. Ji xwe her tişt ji Erdogan tê. Ji bo desthilatdariyê dikare her tiştî bike. Pîvan, hiqûq, sûc ne girîng e. Erdogan dibêje ku ji bo erdhejê her tiştên pêwîst hatine kirin. Naveroka propagandaya xwe diyar kiriye ku dibêje ‘wê bi lez xanî bêne avakirin, birîn bêne pêçandin’. Lê belê jiyan ne bi vî rengî ye. Li pêş çavên bi milyonan mirovî xizmên wan, nasên wan jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji mirovên rizgar bûn jî ji ber ku alîkarî nehat jiyana xwe ji dest dan. Ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Gel di nava tunebûn û zehmetiyeke mezin de ye.

Derewên Erdogan û televîzyonên wî nikarin wan mirovan bixapînin. Dîtine, bi serê wan ve hatine. Bawerî êdî bi desthilatdariyê nayê. Bahçelî jî hîn jê heye ku bi gefxwarina li derdorê, bi heqaretê dikare desthilatdariya faşîst li ser piyan bihêle. Çi bike jî nikare ji sedî pênc ê dengan werbigire. Lê belê pişta xwe spartiye hêzên tarî û jê heye ku wê karibe bi vî rengî bimeşe. Nafikire ku wê hesab jê bê pirsîn. Xwe weke xwediyê sîstemê û di ser qanûnan re dibîne. Demekê Çevîn Bîr ew jî bi wî rengî bûn. Pişta xwe spartibûn artêşê û dewletê û bi xwe re weke mafekî didît ku her tiştî ji her kesî re bibêje. Lê belê aqûbeta wan nebaş bû. Yên mîna Bahçelî jî divê hesabê wê bikin ku wê li bin guhê gel û hêzên demokrasiyê bikevin. Erdogan û derdora wî ketine nava tirs û panîkê.

Li şûna ku ji ber erdhejê hesab bide gel û îstifa bikin, diçin herêma erdhejê û partiyên muxalefetê sûcdar dikin. Bêyî ku li ber xwe bikevin. Bîst sal in ew bi xwe li ser desthilatdariyê ye, ma muxalefetê pêşî li alîkariyê girt? Muxalefetê amadekariyên beriya erdhejê sabote kir? Tiştekî welê nîne. Berevajî, guh neda gotinên pisporan û muxalefetê, bi ber bayê rant û desthilatdariyê ket. Encama wê jî ji bo gel bû felaketeke mezin. Dema ku mijar dijminatî û êrîşa li dijî Kurdan be felaket an jî erdhej bandorê li wan nake. Ji bo motîvasyona şer a artêşê xera nebe, destûr nedan ku di dema erdhejê de bi alîkariya gel ve biçe. Ji ber rexneyên hatin kirin, Hûlûsî got ‘artêşa me sînoran diparêze’.

Gelo kîjan dijmin, kîjan artêş hatiye ber sînor? Ji xwe ji bilî we kes sînoran binpê nake, hûn dagir dikin. Li Sûriye û Iraqê weke hêzeke dagirker bi deh hezaran leşkerên we hene, hûn bi milyaran dolar pere xerc dikin. Ji bo polîtîkayên qirkirinê dewam bikin, rêveberiyeke welê li ser Tirkiyeyê desthilatdar e ku öi mirina mirovên xwe temaşe dike. Cîhanê êdî ev yek dît û fêhm kir. Lewma qîmetê Erdogan li cîhanê nemaye û dikare bê gotin ku êdî li devre hatiye hiştin. Gelo dostê wî Pûtîn wê karibe wî rizgar bike? Ya jî bi çend milyar dolar pereyê ji derdorê kom kiriye wê karibe bi wan bandorê li ser hilbijartinê bike? Yên ku çarenûsa xwe bi van û Hîzbûl-Kontra, Dogû Perînçek girêdane, paşeroja wan jî wê tarî be.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 16’Ê NISANÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

HPG: Hevrêyên me Fîraz, Arnos û Dildar ên di Çileya 2023’an de şehîd bûn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Hevrêyên me Fîraz, Arnos û Dildar ên di Çileya 2023’an de şehîd bûn

HPG: Hevrêyên me Fîraz, Arnos û Dildar ên di Çileya 2023'an de şehîd bûn

HRE: Hevrêyên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn li herêma Efrînê şehîd bûn

HRE: Hevrêyên me Cîlo Baliya û Xabûr Efrîn li herêma Efrînê şehîd bûn

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.