Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

HPG êrîşên dagirker li herema Medya û nasnameya Şehîd Delîl Çiyager eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşkariya artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Edîtor: Nucan Serdoz
22/03/2023 - 14:03
di nav Başûr, Biranîna Şehîdan, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG êrîşên dagirker li herema Medya û nasnameya Şehîd Delîl Çiyager eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşkariya artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

21’ê Adarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

21’ê Adarê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM’ê, li qadên Geliyê Lolan, Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî yên Xakurkê û li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 103 caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

23’ê Mijdara 2022’an li herêma Metînayê di êrîşa dijmin de hevrêyê me Delîl Çiyager şehîd bû. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze di şexsê tevgera me de gelê me tasfiye bike, hevrêyên me bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê bersiv dan û li gel dayina berdêlên giran derbên giran li dijmin xistin û planên dijmin têk birin. Li herêma Metînayê ku berxwedaneke destanî lê hate kirin, hevrêyê me Delîl Çiyager ê di çeperên berxwedanê de bû, di vê pêvajoya dîrokî de weke milîtanekî Apoyî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cidiyet û biryardariyeke mezin bi cih anî. Li dijî êrîşên dijmin, fedaîtiya Apoyî temsîl kir û heta nefesa xwe ya dawî ev sekna xwe dewam kir û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Delîl Çiyager ku bi ked û zehmetieyke mezin ewladê xwe yê leheng mezin kir û tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Delîl Çiyager bi vî rengî ne:

Nasnav: Delîl Çiyager
Nav paşnav: Rêzan Bîlkay
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Emîne-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Mijdara 2022 / Metîna

Hevrêyê me Delîl li Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ji ber sedemên cuda koçî Ewropayê kir, hevrê Delîl neçar ma li wir mezin bibe. Hevrêyê me Delîl ku li dibistanê xwendekarekî jîr û kedkar e, ji xeynî Kurdî, xwe hînî 3 zimanan kiriye. Hevrêyê me Delîl ku li derveyî jiyana xwe ya dibistanê ji bo alîkariya aborî ya malbata xwe dixebite, ji temenê xwe yê biçûk de fêrî berpirsyariyê bûye. Komkujiyên ku dewleta Tirk a qirker pêk anî, wekî gelek ciwanên Kurd bûye sedem ku hevrê Delîl jî li hemberî van qetlîaman bi hêrseke mezin tevbigere. Hewl da vê hêrsa xwe têxe meriyetê û li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd tê meşandin têbikoşe. Hevrêyê me Delîl ku di vê serdemê de bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan bû, di bilindkirina hişmendiya ciwanên Kurd de û di çalakiyên bi pêşengiya ciwanan de cih girt. Hevrêyê me Delîl nakokiyên xwe û hestên xwe yên di vê demê de wiha anî ziman; ‘Jiyana li Ewrûpayê hatiye asteke ku nayê jiyîn. Bêyî tevlîbûna nav Partiyê jiyan bêwate bû. Bi rastî her kêliya jiyanê dihat wateya mirinê. Li ser vê bingehê min biryar da tevlî nav partiyê bibim.’ Hevrêyê me Delîl jiyana modernîst a ku gelekan hewl dida xwe bigihîne wê bi vî rengî pênase kir û weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet berê xwe da Kurdistanê.

Hevrêyê me Delîl ku di sala 2017’an de bi coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo hestên xwe yên tevlêbûnê diyar dikir ku ‘Bi qasî ku bi peyvan nayê pênasekirin bedew e û heke were jiyîn wê were fêmkirin’. Wî heta şehadetê jî hestên xwe parastiye. Hevrêyê me Delîl ku piştî perwerdeya xwe ji bo yekemîn pratîka xwe ya gerîlatiyê derbasî qada Heftanînê bû, zû hînî qadê û hevrêyên xwe bû. Wî her dem hewl daye ku îdeolojiya Rêber Apo roj bi roj hîn bibe û têxe pratîkê. Li hemû qadên Heftanînê bêyî hesap tevlî hemû xebatan bû û ji ber vê taybetmendiyê hevalên wî jê hez kirine. Hevrêyê me Delîl di wê baweriyê de bû ku divê bi têkoşînê jiyan watedar bibe û li ser vê bingehê beşdar bû.

Hevrêyê me Delîl di berxwedana ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, qirker a dewleta Tirk a li dijî Heftanînê hate pêşxistin de rolek girîng lîst. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya berxwedanê de di gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin de cih girtiye, asteke girîng a leşkerî bi dest xistiye. Hevrêyê me Delîl ku piştre derbasî herêma Metîna bû, tecrubeyên xwe daye hevalên xwe. Bi meraq û daxwaza hînbûnê li her qadê bi nîqaşên bi hevalên xwe re hînî tiştên nû bûye û li eniya herî pêş li dijî operasyonên dagirkeriyê yên qada Metînayê ku dewleta Tirk a dagirker daye destpêkirin, bûye bersiv. Bi tecrûbeya xwe ya di qada leşkerî de û bi jêhatiya xwe ya bîrdozî zanîbû di dema operasyonê de piştgirî bide hevalên xwe û bûye çavkaniya moral û motîvasyonê. Di vê pêvajoyê de di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin de bi awayekî aktîf cih girt. Hevrêyê me Delîl ku di şêwaz û taktîkên gerîlayên serdema nû de asteke girîng bi dest xistiye, di pratîkkirina şêwaza şerê tîmên gerok de xwedî cihekî girîng e.

Hevrê me Delîl di her firsendê de diyar kiriye ku divê hemû ciwanên Kurd berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bînin û divê hemû ciwanên li Ewropayê dijîn vegerin ser kok û axa xwe. Hevrêyê me Delîl diyar kiriye ku cihê herî zêde cewhera mirovahiyê lê tê jiyîn û wê karibe vê cewherê biparêze û geş bike gerîla ye û rêya berxwedana herî bi rûmet nîşanî hemû ciwanan da.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cejna Newrozê li Drancy

Nivîsa Pêş

Li Stûttgartê bi pêşengiya ciwanan Newroz hat pîrozkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Stûttgartê bi pêşengiya ciwanan Newroz hat pîrozkirin

Li Stûttgartê bi pêşengiya ciwanan Newroz hat pîrozkirin

KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

KCK: Ciwanan bi vê helwesta xwe gotina 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' a Rêber Apo raxist pêş çavan

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.