Enter your email Address

Salı, Temmuz 29, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Huner û wêje, pêwîstiyên giyanî yên mirov in!

Rêber APO

Edîtor: Nucan Serdoz
14/03/2023 - 0:05
di nav Çand, Hûner û Spor, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Huner û wêje, pêwîstiyên giyanî yên mirov in!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Şoreşa ku di sergehê (polîtîka, ehlaq, kultur) de dest pê dike, dibe bingeha guherandinan, geş dibe, bi pêş ve diçe û li ser her hêlan dibe xwedî bandor. Li vir pirsa girîng a ku pêwîst e em bersivekê jê re bibînin, ev e: fonksiyona wêjeyê çi ye? An jî bi tomerî fonksiyona huner û wêjeyê, bi taybetî jî ya romanê wek beşa wêjeyê ya herî girîng di warê şoreşê de çi ye? Pêwîst e ku em bersiva vê pirsê bidin. Bêyî hebûna huner, mirov nikare behsa hebûna civakê bike. Carna mirov bi taybetî bi nêzîkbûnên zanistî û polîtîk li hember xweristê nikaribûye tam bigihîje çareserkirinekê. Her wisa bi riya xwe têrkirina madî jî, dema ku wî nikaribûye giyana xwe têr bike, ji bo xwe bi awayekî din realîze bike an jî têr bike berê xwe daye aliyê hunerê. Jixwe huner di vê maneyê de, pêkanîna pêwîstiyên giyanê bingeh digire. Pêwendiya vê yekê bêguman bi hesîn û bîra mirov re heye. Lê mirov bi hêsanî dikare bibêje ku, huner aliyekî taybetî tîne zimên.

Daxwazên giyanî ku bi rengên cure cure xwe didin xuyandin, wek berhemên hunerî derdikevin holê û razîbûneke manewî pêk tînin. Berhemên sîstema heyî jî carna bandora xwe li ser berheman dihêlin. Her wisa jî pêwendiyên nêzik di navbera pêşveçûna siyasî û hunerê de hene. Lê ji van hemû berheman re jî huner nayê gotin. Ji aliyekî din ve mirov dikare behsa rola hunerê li ser aboriyê û siyasetê jî bike. Ji xwe di derbarê hunerê de, nêzîkbuna her îdeolojiyê heye. Huner bi xwe pêwîstiyek e, çalak e, ku dest jê nayê berdan û bi vî awayî jî tê hezkirin û vejandin.

Mirov dikare bibêje ku jiyan, li gorî pêwîstiyên mirovan formê distîne, dengekî xweş, dîmeneke ku rind tê ber çavan, çîrokek, an jî helbestek, ku li hisên mirov xweş tên, wek huner têne nirxandin. Dibe ku jiyan bêyî wan jî bimeşe, lê ewê jiyaneke bêrengîn be. Di her nêrînan de eseh ji hev cudakirina bedewî û kirêtiyê heye. Di hêla giyanî de jî hinek tişt bi mirov xweş tên, hinek jî ne xweş.

Tewrên rast û nerast hene. Civakek û bi wê ve girêdayî, kesek, çiqas bilind bibe û bi pêş ve here (bi taybetî dema behsa çalakiyên hunerî tê kirin), ewê ewqasî jî di wê hêle de bibe berjewendiya pêşveçûnê. Heger yekî xwediyê giyaneke nedewlemend, di bin bandora muzîkekê, dîmenekê, an jî çalakiyên hunerî yên cur be cur de nemîne û jê fêm neke, wê demê “damarên jiyana wî mirovî hişk bûne” ji ber wê li ser fonksiyona hunerê ya civakî gotûbêj nayê kirin.

Di qonaxa pêşveçûnên civakî de, an jî di dema ku civak ji hêla naverok û ciwaniyê de, ji qonaxekê derbasî yeke din dibe, ev riya pêşveçûnê ku hatiye rûniştandin, ji bo pêşveçûnên civakî yên girîng jî di çalakiyên hunerî de têne dîtin. Qonaxên wisa berî her tiştî di hêla hunerî de bi pêş ve diçin. Û çawa ku pêşveçûnên civakî bandora xwe li ser hunerê dihêlin, huner jî rola xwe di pêşveçûnên civakî de dilîze. Bi taybetî qonaxên şoreşî ku bi hunerê têne amadekirin, ji bo ku bigihîjin naverokeke xurt û formên bihêz, bandoreke girîng li ser wê dihêlin. Di vê wateyê de, huner li dijî zehmetiyên jiyanê bêhnkişandinekê pêk tîne. Ango huner rayê hestkirinê dide wî mirovî yê ku giyan lê teng bûye, wî ber bi pêşveçûnê ve dibe û ew bi tiştên heyî û kevn qayil nabe. Qayîlnebûn jî mirov xurtur dike. Mirov bi vî awayî dikare şoreşa hunerî –hunera şoreşî- nas bike.

Dema mirov behsa civak û welatê Kurdistan’ê dike, di derbarê hunerê de dikare bibêje ku ew jî mîna civakê bi tevayî di bin mercên mêtingerî û feodal de gihîştiye rewşeke ku nikare bêhna xwe bikişîne û xwe pêş ve bibe. Vê rewşê ji xwe bandorek pir nedîtbar (negatîf) li ser hunerê jî hiştiye. Beşa tiştê girîngtirîn li vir ew e: Her çiqas demekê gel di avakirina saziyên sergehî de, di têkiliyan û di xwe hêzkirinê de zor û cefa didît û hatibû ber tunekirinê, tenê bi hunerê –bisînor be jî- karibû xwe bidana jiyandin. Nasnameya xwe jî tenê bi hunerê berdewam kiriye. Ev yek jî, hêza hunerê radike ber çavan. Dibe ku huner taybetiyeke civakî ya wisa ye ku, heya dawiyê li ber xwe bide û di dawiyê de jî wenda dibe.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 14’Ê ADARÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Sozdar Avesta: Newroza 2023’an em bi îdîayek mezin pêşwazî dikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Sozdar Avesta: Newroza 2023’an em bi îdîayek mezin pêşwazî dikin

Sozdar Avesta: Newroza 2023’an em bi îdîayek mezin pêşwazî dikin

QSD nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir

QSD nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir

Manşet

  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe
  • Şehîd Bêrîvan Hesekê li ber mala xwe hat bi bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 2’emîn Kongreya Xwendekaran bi biriyarên guhertinê bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.