Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG: Hevrêyê me Ferhat Xizginos şehîd bû

Edîtor: Nucan Serdoz
28/02/2023 - 13:01
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG: Hevrêyê me Ferhat Xizginos şehîd bû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Ferhat Xizginos – Mehmet Yanar sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû. Hevrêyê me Ferhat ku ji malbat û derdoreke welatparêz bû, salên dûr û dirêj li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têkoşiya, bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakar, bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêbertî de bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Em soz didin ku armanca Kurdistana azad a hevrêyê me Ferhat bi cih bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Ferhat Xizginos wiha ne:

Nasnav: Ferhat Xizginos
Nav paşnav: Mehmet Yanar
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Halîme-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyê me Ferhat Xizginos li navçeya Darahênê ya Çewlîgê ji dayik bû. Lê belê malbata wî koçî Amedê kir û li Amedê mezin bû. Hevrêyê me Ferhat li nava malbateke cewherî û welatparêz mezin bû ku dilsozê nirxên Kurdistanî bû û nebû bû biyaniyê nasnameya civakî. Çand û exlaqê xurt ê li nava malbatê bandor li kesayetiya hevrêyê me Ferhat kir, karaktera wî diyar kir. Şehadeta xalê wî li nava refên gerîla, tevlîbûna 2 birayên wî û xizmên nêz ên wî li nava refên têkoşîna azadiyê, bandoreke kûr li hevrêyê me Ferhat kir. Hevrêyê me Ferhat ku bi jiyana li sîstemê ne li hev bû û jiyaneke bi wî rengî qebûl nedikir, kete nava lêgerînê.

Komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd bi armanca qirkirinê hate kirin, bandoreke mezin lê kir û biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Ji ber hin sedeman nekarîbe tevlî refên têkoşînê bibe jî ti carî dest ji vê biryar û armanca xwe berneda û sala 2005’an meha Tebaxê tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Ferhat piştî ku li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya şervanên nû li Zapê wergirt û tecrûdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li vir bi dest xist. Bi hêrsa hilanîna tola êşa bi sedan salan, bênasnamehiştin û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, zû tevlî pratîka gerîla bû. Hevrêyê me Ferhat bi daxwaz û eşqeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû, li Zagrosan 7 salan bênavber gerîlatî kir. Di bin fermandariya fermandarê nemir ê bi ruhê êrîşê yê mezin û pêngavên şoreşgerî Şehîd Reşîd Serdar (Mehmet Can Gurhan) de şer kir, tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yekser ji wî hîn bû.

Di zivistana sala 2012-2013’an de tevlî akademiyê bû, pratîka xwe ya têkoşînê ya 7 salan nirxand, li gorî dersên îdeolojîk hesabê pêvajoyên pratîkê kir, li ser bingeha rexnekirin û rexnedayinê xwe nirxand û ji wezîfeyên şoreşgerî yên dema nû re amade kir. Hevrêyê me Ferhat ji dil baweriya xwe bi xurtkirina karên xweparastinê û encamwergirtinê anî û weke fermandarekî namzetê vî karî xwe bi pêş ve bir. Bi vê bawerî û biryardariyê derbasî herêma Heftanînê bû. Bi hesta bilind a berpiryariyê tevgeriya, timî dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li cihê lê ji dayik bû û mezin bû gerîlatiyê bike. Tevî ku pêwîstiyên têkoşîna me kir ku ew li qadên cuda kar bike, ti carî dest ji vê daxwaza xwe berneda.

Di demekê de ku çeteyên ji ber El Qaîdeyê mayî û faşîzma DAÎŞ’ê bi dîn û harbûyî êrîşî gelê Kurd kirin, xwestin qir bikin û xizmet ji dewleta Tirk re dikir, hevrêyê me Ferhat jî mîna hemû milîtanên Apoyî li hemberî vê pêvajoyê bêdeng nema. Ew jî weke ewladekî şoreşger û bi rûmet ê gelê xwe, ji bo berpirsyariyên xwe bi cih bîne, êrîşên li ser gelê me beralî bike û qadên jiyana azad biafirîne, kar kir. Li qadên cuda li hemberî çeteyên faşîst ên paşverû bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû, bi daxwaz û hewldaneke mezin hewl da wezîfeyên xwe bi cih bîne. Li dijî dijminê mirovahiyê belayê DAÎŞ’ê têkoşiya, bi vî rengî berpirsyariya xwe li hemberî mirovahiyê û gelê xwe bi cih anî û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tecrûbeya xwe ya bi salan bi berpirsyarî rabû, ji bo xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derkeve fedakariyeke mezin kir.

Hevrêyê me Ferhat bi hestên esîl û armancên mezin ên di dilê xwe de ji bo jiyana azadiyê ya gelê me têkoşiya. Di encama qezayekê de şehîd bû. Fermandar hevrêyê me Ferhat li pey xwe têkoşînek û bîranînên bedew hişt. Em ê di têkoşîna xwe de her tim xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Ferhat derkevin, armancên wî ku bi salan di oxira wê de têkoşiya teqez bi cih bînin. Em sersaxiyê ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê xwe Ferhat û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berdevka TAJÊ : PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike

Nivîsa Pêş

HPG: Medya şerê taybet a Tirk derewan belav dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Dagirkeran 15 caran bi topên ji madeyên fosforê gerîla êrîş kir

HPG: Medya şerê taybet a Tirk derewan belav dike

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên ji bo dîtina Rêber APO serlêdan kir

Manşet

  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn
  • Ciwanên Şoreşger li Dêrazor şehîd Bişeng, Sara û Vejîn bibîranîn
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz û Dayikên Aştiyê li Stenbolê Pêşengên Ciwanan Bi Bîr Anîn
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 2’emîn Kongreya Xwendekaran bi biriyarên guhertinê bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê civîna xwe li darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 2’emîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.