Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Yekemîn dîroknasa jin a Kurd: Mestûre Erdelan

Edîtor: Nucan Serdoz
24/02/2023 - 11:35
di nav Analîz, Çand, Hûner û Spor, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nirxandin, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 7 mins read
A A
Yekemîn dîroknasa jin a Kurd: Mestûre Erdelan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di dîrokê de jinên Kurd di gelek qadan de rol lîstine û navê xwe di dîrokê de nivîsandine. Yek ji wan Mestûre Erdelanî ye. Mestûre Xanim, Mahşeref xan an jî navê wê yê din ku wek Mestûre Erdelan tê nasîn, helbestvan, nivîskar û dîroknasa Kurde. Weke yekem dîroknasa jin a Kurd tê dîtin. Zimanê Kurdî, Farsî û Erebî li gel bavê xwe Ebu El Hesen begê qadirî fêr dibe.

Hevjînê wê Xosro xanê Erdelan hakim bû û bi mirina wî re mîrtiya Erdelan dikeve destê qaçar an. Bi êrişên serweriya qaçar re yên di sedsala 19’an de a bi ser mîrtiya Erdelan, Mestûre tevî malbata xwe koçê Silêmanî dike û li gel mîrtiya Baban bi cih dibin. Derveyê nivîsên Mestûre yên dîrokî û mezhebî, gelek helbestên Kurdî û Farsî jî li pey xwe hîştine.

Mah Şeref Xan an jî Mestûre Erdelanî di sala 1804’an de, li gorî hinek çavkaniyan jî 1805’an de, di dema hikûmeta Îmamollah Xan Welî yê Erdelanî de di nav malbateke xwedî çanda Qadirî li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê tê dinya yê. Ev dîroknas û helbestvana Kurd ku bi navê (Mestûre) hatiye naskirin; ew ê bi xwe ev nav hilbijartiye û weke navekî helbestî bikaranî ye. Mestûre bi detsnivîsa xwe a pirr bedew, bi helbest, zanîn û zîrektiya xwe dihate nasîn. Mestûre berevajî kevneşopiyên dîrokî û dema di nav de dijiya, ji bo xwendin û bigihîje jiyaneke baştir, di heman demê de bê ku ferq bêxin ku ew jin e, dihêlin ku di qada zanistî de perwerde bibîne, xwe pêş bixîne.

Di demek kin de ev jina bi hêz Mestûre Erdelanî di kar û barê nivîskariyê de pêş dikeve, ciheke girîng di nav wêjeyê de digire. Mestûre Erdelanî bi jêhatiya xwe a di warê helbestan de karî ku di demeke pir kin de ciheke girîng di nav helbestvanên dema xwe de bigire û li hemberê wan bi sekneke bi hêz di warê dîroknasiyê de jî gav bavêje û serketî be. Mestûre Erdelanî ku wek Mah Şeref Xan jî tê nasîn di hevdeh saliya xwe de û ji neçariyê bi Xosro Xanê kurê Êmamollah xanê mezin re tê zewicandin.

Navê wê yê rast Mahşeref Xanim e, lê wek Mestûre Erdelanî jî tê nasîn. Di helbestên xwe de “Mestûre” ku tê wateya ‘nepenî, şehreza, ecêp,’ bikar tîne. Di temenê xwe yê biçûk de meraqa wê ya ji wêjeya Farsî û Erebî re çê dibe û xwe di vê qadê de pêş dixîne. Her wiha di fiqihên îslamî de jî xwe pêş dixîne. Bavê wê ji malbata Qadiriyan û diya wê jî ji malbeta wezîrê Kurdistanê bû. Bavê Mestûrê, Ebû Hesen beg bi xwe mirovekî zanyar bû, di demeke pirr kin de pê digihêje ku keça wî kesek zana û têgihiştiye û ji bo vê jî biryar digire ku wê bide xwendin. Pismamê wê dîroknas Elî Ekberê Kurdistanî ye, her wiha xwediyê pirtûka “Gulistana El Nasiriyê” ye, ew pirtûka ku li ser dîrok û erdnîgariya Kurdistanê hatiye nivîsîn. Ji xwe Xosro xan jî bi wêjeyê re elaqedar dibû.  Sala 1834’an hevjînê wê ji nexweşîya kezebê di 29 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Piştî mirina Xosro xan şûnde di navbera mîrtiya xanedana Erdelanan de perçebûn çêdibe û Mestûre neçar dimîne li bajarê Sine derkeve û biçe Silêmanî yê. Tê gotin ku Mestûre di nav jiyana koçberiyê de gelek zor û zehmetiyan dibîne, jiyanek gelek zehmet dibuhirîne.  Zanyarên Kurd Yahya Merîfet di sala 1926’ an de dîwana helbestên Mestûre yê çap dike. Lê berhema wê ya dîrokî ya bi navê “Dîroka Erdelan” di sala 1946’ an de  ji alîyê zanyarên Kurd Nasir Azadpûr we tê çap kirin. Her wiha pirtûka Mestûre ya bi navê “Dîroka Erdelan” li Moskowayê di sala 1990’î de bi zimanê Rusî tê çap kirin. Li gor hin çavkanîyan dîwana helbestên Mestûre ji 20 hezar beytî ne. Tê gotin ku Mestûre Erdelanî gelek helbestên xwe jî bi zaravayê kurmancî nivîsîne,  lê mixabin helbestên wê yên bi zaravayên kurmancî heya roja me ya îro nehatine û ev yek ne diyare.

Mestûre xwedî kesayetek mezin û helbestvan bû. Bi helbestvanî û hunera xwe ya di nivîskariya dîrokê de dihat nasîn. Di demên ku hîn Xosro dijiya, gelek helbestvan û zana li dîwana wan kom dibûn û nîqaşên wêjeyî, felsefîk û ilmî didan meşandin. Di wan civatan de Mestûre xwedî ciheke cûda bû. Ji ber kesayeta xwe ya zana, gelek helbestvan û nivîskaran di berhemên xwe de qala wê jina bi nav û deng kirine. Her wiha gelek nivîskar û helbestvan ji vê jina zana îlham girtiye. Ne tenê dîroknasa Kurdistanê, di heman demê de yekemîn dîroknasa Rojhilata Navîn e.

Dîwana wê Farisî û Kurdî hatiye nivîsîn. Gelek helbestên wê bi zimanê Farsî ne û di hêla bikaranîna zimanê helbestan de xwedî stîleke cihê ye.

Berhemên wê:

Baweriya îslamê û Rîsaleya ‘Îbadetê. Bi Farisî

Dîwan (Dîwan-î Masturah Kurdistanî) – Farisî û Kurdî

Dîroka Erdelan (Khronika Doma Ardalan: Ta’rikh-i Ardalan)

Herweha pirtûkek olî jî amade dike ku di derbarê “Şerîeta îslamê” de ye. Pirtûkên wê nîşaneya lêhûrbûn û kûrbûna wê ya di derbarê ol û dîrokê de dide nîşandayîn. Wê bi xwe “12 ilm qedandiye”.

Di hin helbestên xwe de behsa evîna xwe dike û heskirina xwe a bi Xosro re tîne ziman. Di gelek helbestên xwe de jî gazinca ji demê dike û ji rewşa ku di nav deye bêzar û bi gazine. Bi taybetî di helbestên xwe de behsa bajarê xwe Sine dike ku hesreta wê dikşîne. Yek ji helbesta wê ku di nav helbestên wê de a herê ber bi çav e û ligor dema xwe bandorek mezin di qada wêjeyê de çêkiriye, helbesta ku ji helbestvan Nalî re nivisiye ye. Helbesta ku ji helbestvan Nalî re dinivîse û di nav de gelek rexneyan jî digire, ev e:

Nalî Cafe nî, Nalî Cafe nî

Çêş waçûn we to ke Cafe nî

Ba şermesar ney dinyay bê to

Her îne be sen Mestûre pey to!..

Beytek din a Mestûre Erdelanî:

Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,

Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im:

Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,

Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.

Mestûre ne tenê helbestwan û nivîskarek mezin e, yekemîn jina dîroknivîs a Kurde ku li Rojhilata Navîn dîroka Erdelan nivîsandiye. Mestûre piştî binketina Xesroxan di sala 1936’an de ji bajarê Sine derbasî Silemaniye dibe. Mestûre Erdelan di sala 1848’ an de ji ber nexweşiyê li Silêmaniyê koça dawî dike û li goristana li Girê Sêwan tê veşartin.

(ab)

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Alternatîfa stratejîk, hêvî û baweriya mirovahiyê

Nivîsa Pêş

HPG: Artêşa dagirker bi bombeyên qedexekirî êrîş kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Artêşa dagirker bi bombeyên qedexekirî êrîş kir

HPG: Artêşa dagirker bi bombeyên qedexekirî êrîş kir

Erebeyek li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê teqiya – hate nû kirin

Erebeyek li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê teqiya - hate nû kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirk di Roja Duyemîn a Lîga Dibistanên Reqayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.