Enter your email Address

Çarşamba, Temmuz 30, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Fedaiyên Heftanînê: Amara û Ciwana heta nefesa xwe ya dawî xaka Kurdistanê parast

Edîtor: Nucan Serdoz
22/02/2023 - 10:21
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Fedaiyên Heftanînê: Amara û Ciwana heta nefesa xwe ya dawî xaka Kurdistanê parast
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlayên YJA Starê Amara û Ciwana ku lêgerînerên li rastiyê bûn, rêya têkoşîna azadiyê danîn ber xwe û li herêma Heftanînê heta nefesa xwe ya dawî xaka Kurdistanê parastin.

Gelek jin û mêr ên ciwan ên li azadiyê digerin, berê xwe didin çiyayên Kurdistanê û tevlî berxwedana dîrokî dibin. Amara Cûdî û Ciwana Cûdî ji wan gerîlayan bûn ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dan. Wan ji Cenga Heftanînê heta bi Cenga Xabûrê li dijî dagirkerî qirkeriyê bi wêrekiyeke mezin şer kirin. Her ku şer kirin li çiyayên Kurdistanê agirê azadiyê bêhtir geş kirin.

‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN’

Ciwana Cûdî ji bo xwe bigihîne hêviyên mezin û armancên xwe pêk bîne di sala 2014’an de ji Botanê berê xwe da nava refên gerîla. Li hemberî her zor û zehmetiyan bi hêz bû, lewma têkoşîna xwe her roj bêhtir bi pêş ve bir. Her ku li azadiyê geriya, şerê xwe yê li dijî dijmin mezintir kir. Ji Zapê heta Garê, ji Metînayê heta bi Heftanînê pêşengî ji şerê serketinê re kir. Weke fermandareke ciwan carna mîna artêşeke xurt bi tena serê xwe şer kir. Dema ku leşkerên dewleta Tirk xwestin xwe li qada Xantûrê bi cih bikin, fermandara ciwan a YJA Starê Ciwana berê tivinga xwe da leşkeran û bi rojan nehişt ku xwe bigihînin xaka Heftanînê. Careke din nîşan da ku hevrêya Rusteman e. Hevrêyê wê Rustem ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinarên Xantûrê avêt û qîrîna berxwedanê bilind kir. Ciwana Cûdî jî ji bo bersivê bide vê qîrînê soz da ku tola Rustem û hevrêyên xwe yên din hilîne.

Ciwana Cûdî bi salan li herêma Heftanînê pêşengî ji têkoşînê re kir, tevlî gelek çalakiyan bû. Têkildarî armancên ji sala 2022’an wiha digot, “Em ê îsal bikin sala azadiya Rêber Apo û azadiya fîzîkî ya gelê me. Li herêma Heftanînê em ê dijmin têk bibin. Sekna fedaî ya hevrêyên me yên li qadên Zendûra, Mamreşo û Werxelê hêzê dide me. Em ê di vê têkoşînê de tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne teqez hilînin. Em ê ti carî rê nedin dijmin. Çalakiyên me wê dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin. Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe têkoşîna me wê bênavber dewam bike.”

‘JI BO PARASTINA XAKA XWE EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN’

Ji fedaiyên pêşeng ên pêngava Cenga Xabûrê Amara Cûdî jî xwest li qada berxwedanê şer bike û bibe yek ji şervanên bedew ên welatê xwe. Hîn di zarokatiyê de ji ber zilma dijmin neçar ma ku warê xwe biterikîne. Kolanên Wanê êdî jê gelekî dûr bûn. Lê belê Amara Cûdî bi biryar bû ku di rêya azadiyê de tola êşa gelê xwe hilîne. Lewma armanca xwe pêk anî û tevî xwişka xwe ya mezin Dîlan berê xwe da qada şer.

Amara ji sala 2015’an heta sala 2020’î li herêma Heftanînê di nava şert û mercên herî giran de bêrawestan têkoşiya. Di demên herî zehmet ên Cenga Heftanînê de soz da ku heta dawiyê bibe hevrêya hevrêyên xwe.

Amara Cûdî jî mîna hevrêya xwe Ciwana salên dûr û dirêj li herêma Heftanînê ji bo azadiya têkoşiya. Amara Cûdî têkildarî şer ev nirxandin kiribû: “Şer bêyî dayina berdêlan nabe. Ji bo parastina rûmeta gelê xwe em amade ne ku canê xwe feda bikin. Em ê heta dawiyê şer bikin. Eger dewleta Tirk şer dixwaze, em ê ti carî xwe ji şerkirinê nedin alî. Di vê pêvajoyê de em ê wezîfeya xwe bi cih bînin. Eger gelê Kurd bibe yek wê dijmin ti carî nikaribe li hemberî me şer bike. Ji ber ku em zanin gelê Kurd ti carî tune nabe. Dema ku em bala xwe didin ser dîroka xwe, dibînin ku gelê Kurd her ti li dijî her cûre êrîşan hebûna xwe parastiye. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin. Em ê ti carî dest jê neqerin. Lewma ji bo war û gelê xwe biparêzin, ji bo xwedî li bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd derkevin, em têdikoşin.”

JI BO NAKEVIN DESTÊ DIJMIN XWE FEDA DIKIN

Gerîlayên YJA Starê Ciwana Cûdî û Amara Cûdî bi salan ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyan, li dijî dewleta Tirk şer kirin. Di 17’ê Îlona 2022’an de li qada Şehîd Kendal a Heftanînê êrîşên dagirkeriyê destpê kirin. Amara û Ciwana li hemberî hemû êrîşan bi ruhê fedaî şer kirin û derbên giran li dewleta Tirk xistin. Di encama vî şerî de Amara û Ciwana birîndar bûn. Ji bo nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û tevlî şehîdên Kurdistanê bûn.

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Erdhej berdewam e – Li herêma Amedê heta Beyrûdê erdhejek din pêk hat

Nivîsa Pêş

Karwanên alîkariyê yên Heyva Sor gihîştin mexdûrên erdheja Şehbayê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karwanên alîkariyê yên Heyva Sor gihîştin mexdûrên erdheja Şehbayê

Karwanên alîkariyê yên Heyva Sor gihîştin mexdûrên erdheja Şehbayê

Li Amed Hênê erdhej

Li Amed Hênê erdhej

Manşet

  • Ciwanek di girtîgehên hikumeta veguhêz de hat kuştin
  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin
  • Efrîniyên li Heseke şahiyan li dardixînin
  • Malpera Ocalanvigil nû bû

Herî zêde hatine xwendin

  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya Taybet: Komîn çi ye?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.