Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Tu çima ew qas xweşik î Ameeed?!

Metîn Yaşa

Edîtor: Nucan Serdoz
05/02/2023 - 0:03
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Tu çima ew qas xweşik î Ameeed?!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Birca Amedê yan jî kemera ewlehiyê şahidiya dîrokeke dîtir jî kir. Wekî bêjimar şahidiyan bû şahid ji ciwanê bi navê Mihemed Akar ku bedena xwe ya zor ciwan da ber agir û sotand. Çima wisa kir, ji ber çi kir? Hêja ye ku mirov fêm bike û bide fêmkirin jî. Her yek ji me, em dizanin ku agirê cixarê em nikarin bi serê tilîka xwe ve deynîn.

Lewre tê zanîn ku jan dide kezeba mirov . Lê vî ciwanê kurd hemû bedena xwe daye ber agir tu axîn û ofîn jî jê nehatıye. Ev raz çi ye mirov meraq dike, sawek xwe li mirov dorpêç dike, xofeke mezin dikeve nava mirov. Tirs ew e ku çalakiya wî neyê fêmkirin.

Fêmkirin bi tena serê xwe mijara guftûgoyê ye, fêmkirin çi ye divê mirov çawa fêm bike rastiya heqîqeta wî. Ev yek ne hêsan e lê gengaz e ku mirov hinek nêzî raza vê heqîqetê bibe. Ev yek bê şik û guman hewldanekê dixwaze lê divê hewldaneke ne ji rêzê be. Lewra çalakî ne ji rêzê ye çalakiyeke pîroz e. Hem jî bi qandî mirov nikare rave bike pîroz û bimbarek e.

Pêşiya mirovahiyê ronî dike

Ev ciwanê qedirbilind ciwanekî kurd e ji bajarê Amedê ji gundê Axmeşatê ye. Malbateke wi heye teqez mirov û dostê wi jî hene. Bê şik mirovek wisa qenc û jîr pêxemberan jî nas dike le navê kesî nade, weke qewlê nebiyan tevdigere yani sê caran li ser hev dibêje bijî Serok Apo. Ev mirovê hêja birêz Abdûlah Ocanlan nedîtiye lê zilmeke zalimane li ser birêz Ocalan dibîne û napejirîne. Gelek bi nazikî armanca çalakiya xwe rave dike ji raya giştî re. Mirovek ew qas nazik û qenc bi êşeke bêhempa pêşiya mirovahiyê ronî dike û dibêje bila ev çalakiya min bibe wesîle û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî  bibe. Ew daxwaza mirovê pak pêk were yan na nediyar e lê dengê wî mirovê qedirbilind gihîşt kesên guhê xwe ji heqîqetê re negirtine.

Ji bo şikandina tecrîdê mirov bedena xwe didin ber agir. Berî Mihemedê ciwan Weysî (Bûbo) Taş jî  bi hemû dildariya xwe tecrîd şermezar kiribû. Mihemed Akar jî dema çalakiya xwe pêk tîne silavê li çalakiya pêşengê xwe apê Bûbo dike.

Divê ewilîn, tecrîd were fêmkirin. Tecrîd astengiya bi her awayî ya jiyana mirovan dixe sekteyê ye. Derxistina astengiyan a li hember mirovên bijarte û alternatif e. Di heman demê de dîlgirtina fikir, hest û ramanê ye. Li gorî berjewendiya hin kesan ferzkirina jiyaneke dijmirovahî ye.

Findên azadiyê

Sepana tecrîdê bi birêz Abdullah Ocalan re dest pê nekiriye, ji serdema baviksalar ve heye û heta roja me berdewam e li ser civaka bisinc û biwijdan. Lê di keseyata rêberê gelê kurd birêz Ocalan de li ser gelê kurd û kurdistaniyan kûrtir û girantir dibe, ev heqîqetek e. Bi dawîkirana vê tecrîdê mirovahî wê rihet bibe aram û azad bijî. Dar û ber wê kêfxweş bibin di wê katjimêrê de çem û kanî wê bi coş biherikin. Hawirdor paqij bibe teyr û tilûr wê behneke xweş û paqij bistînin. Gul û kulîlk jî wê zend û bendên xwe li ba bikin bê şik û guman. Ya herî giring jî wê cesedên keç û xortan neyên mala dê û bavên wan, bi kurt û kurmancî wê rondikên çavan neyên barandin.

MIHEMED CAN bû findek ji findên azadiyê, wê weke hemû pakrewanên axa pîroz riya gelê xwe ronî bike. Şewqa ronahiya Apê Bûbo û Mihemed çavên dijminên mirovahiyê kor dike.  Ronahiya Roniya ROJÊ (Mihemed û Apê Bûbo) jixwe ji mêj ve evîndarê azadiyê (Xalid Oral) bi hemû bîr û baweriya xwe ve gotibû “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin.”

Çavkanî: Xwebûn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 5’Ê SIBATA 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Îro Meşa Dirêj li Almanya, Heilbronn dest pê dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Îro Meşa Dirêj li Almanya, Heilbronn dest pê dike

Îro Meşa Dirêj li Almanya, Heilbronn dest pê dike

HPG şehadeta 5 gerîlayên YJA Star li herêma Besta ya Botanê eşkerê kir

HPG şehadeta 5 gerîlayên YJA Star li herêma Besta ya Botanê eşkerê kir

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.