Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Rojnameger Kawe Fatehî: ‘Rewabûna Hikumeta Îranê Nemaye’

Edîtor: Nucan Serdoz
27/01/2023 - 11:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Rojnameger Kawe Fatehî: ‘Rewabûna Hikumeta Îranê Nemaye’
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Kawe Fatehî têkildarî serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî ziman ku ji bo kurdên ji Rojhilat destkêftiyan bi dest bixin divê kurd li her derê piştgiriya serhildêran bikin û got: “Em yek netew in tu sînor di nava me de nînin. Bi van çalakiyan em dikarin nîşanî hemû dinyayê bidin ku kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ne bitenê ne.”
Jîna Emînî di 16’ê îlona 2022’yan de li Tehranê ji aliye polîsan ve bi hinceta ku li gorî qaîdeyên îslamî serê xwe negirtiye hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” li dijî rejîma molayan serî hildan. Serhildana gelan 4 meh li pêy xwe hişt û di meha 5’emin de berdewam dike. Heta niha gelek kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin, girtin, qetilkirin û darvekirin. Lê tevî vê yekê jî serhildêrên li kolanan bi paş ve gav neavetin û her ku diçe serhildan xurtir dibe. Serhildana gelan ku bi pêşengtiya jinan destpêkir û li hemû cihanê deng veda.
Rojnamegerê Kawe Fatehi yê ku li Rojhilatê Kurdistanê ye tekildarî serhildana gelan a li dijî rejîma Îranê û rewşa heyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
DERBARÊ 35 KESAN DE BIRYARA DALIQANDINE HEYE
Rojnameger Fatehî, diyar kir ku serhildana gel tevî zext û tundiyan jî di meha 5’an de berdewam dike û wiha got: “Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê zextên li ser gel zêde bûne. Her roj welatî tên girtin û binçavkirin. Aktivîst, stranbêj, siyasetmedar û gelek kes tên binçavkirin û hinek ji wan di girtîgehê de ne. Gelek kes jî birîndar bûne û nikarin biçin nexweşxaneyê.  Dema diçin nexweşxaneyê ji aliyê hezên îstîxbaratê ve tên girtin. Di girtîgehan de girtiyên siyasî pir in, bi taybetî jî li aliyê Rojhilatê Kurdistanê heta niha 14 hezar kes hatine girtin. 140 kes hatine qetilkirin, zêdetirî 5 hezaran kesan jî hatine birîndar kirin. Heta niha rejima Îranê herî kêm 4 serhildêr daliqandin. Derbarê 35 kesan de jî biryara daliqandinê heye.”
‘TIRSA GEL ŞIKESTIYÊ’
Bi domdarî Fatehî bal kişand ser bêdengbûna dewletên navneteweyî ya li dijî sepanên li dijî hiqûqê yên rejîma Îranê û wiha bertek nîşan da: “Dewletên navneteweyî qala mafên mirovan dikin lê hertim  berjewendiyên xwe difikirin. Ji bo wan ne girîng e çend kes hatine daliqandin an jî qetilkirin. Naxwazin rejîma Îranê hilweşe, ji ber ku li gor berjewendiyên wan nîne. Gelek kes neçar man ku ji welatê xwe koç bikin û weke penaberan biçin Ewropayê lê Ewropa jî wan qebûl nake. Darvekirin her tim li Îranê hebû ye. Lê darvekirin nikare pêşiya serhildanên gel bigire. Tirsa gel êdî şikestiye.”
‘REWABÛNA HIKUMETA ÎRANÊ NEMAYE’
Fatehî, destnîşan kir ku edî rewabûna hikumeta Îranê nemayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca serhildêran yek jî tunekirina rejîma Îranê ye. Niha jî edî rewabûna rejîma Îranê nemaye. Weke berê nikarin li ser gel hikum bikin, bi zext û tundiyan dixwazin li ser gel hikum bikin, lê nikarin. Di nava civakê de jî guherandin çebûne. Edî tirs şikestiyê gel natirse, gel kengî derfet dibîne li dijî dewleta Îranê xwe pêşandanan dike. Çalakiyên weke meşê li dar dixin.”
‘ARMANCA SERHILDERÊN KURD STATUYÊ’
Fatehî, anî ziman ku yek ji armanca kurdên Rojhilatê Kurdistanê destkeftiyên weke statuyê ye û ev tişt gotin: “Li Rojhilatê Kurdistanê rêxistinbûyineke pir bixurt heye. Bi girseyî dikarin li ser cehdeyan çalakiyan li dar bixin. Lê niha ji ber ku zext zêde bûne rewşa serhildana wir jî guheriye. Niha li ser medyaya dîjîtal û li ser diwaran dirûşmeyan dinivîsin û çalakiyan li dar dixin. Lê serhildanên li ser cahdeyan hinek sekinîne. Yek jî armanca kurdên li Rojhilat hilweşandina hikumeta Îranê û destkêftiyên weke statuyê ye. Lê statu tenê bi destê kurdan pêk naye. Divê gelên li Rojhilat û Îranê jî piştgirî bidin.”
‘DIVÊ KURD PIŞTGIRIYA SERHILDANA ROJHILAT BIKIN’
Fatehî, destnîşan kir ku divê kurdên li her çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê piştgiriya serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê bikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo kurdên Rojhilat bikaribin destkêftiyên weke statu bi dest bixin, divê kurdên Bakur, Rojava, Başûr û kurdên li dîasporayê dijîn çalakiyên weke semîner û meşê li dar bixin ku dengê serhildana Rojhilat bigihînin hemû dinyayê. Divê partiyên kurd ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt çalak bibin. Divê kurdên li Bakur, Rojava û Başûr jî ji bo piştgiriye derkevin kolanan. Em yek netew in tu sînor di nava me de nîne. Bi van çalakiyan em dikarin nîşanî hemû dinyayê bidin ku kurdên li Rojhilatê Kurdistanê ne bi tenê ne.”
‘FAŞÎSTÊN ÎRANÊ DIXWAZIN DIRÛŞMEYA, ‘JIN JIYAN AZADÎ’ BIDIZIN’
Di berdewama axaftina xwe de Fatehî diyar kir ku dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” ya fikir û ramanê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e bandoreke xurt li ser serhildêran dike û wiha pê dê çû: “Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê pir baş dizanin ku ev dirûşim ji ku hatiye. Li ser fikir û ramanên Ocalan û PKK’ê gel li Bakur û Rojava serî hilda, niha jî li Rojhilat serhildan dest pê kiriye. Lê li ser medyaya dîjîtal propagandaya vê yekê pir naye kirin. Ji ber wê gelên li Îranê piranî nizanin ew dirûşim ji ku hatiye. Faşîştên Îranê dixwazin vê dirûşmeyê bidizin û bêjin ‘ew dirûşim ji me derketiyê û kurd dixwazin ji me bidizin’. Ji ber wê divê bêhtir li ser felsefeya, ‘Jin jiyan azadî’ bê sekinîn û propagandaya wê bê kirin ku her kes bizanibe felsefeya, ‘Jin jiyan azadî” ya Abdullah Ocalan, PKK’ê ye û fedakarî û kêdkariya jinên weke Sakîne Cansiz û jinên Tevgera Azadî ne. Bandora vê felsefeyê û dirûşmê li ser Rojhilatê Kurdistanê pir e û bandorê li ser Îranê jî dike. Lê hin faşîştên Îranê jî hene ew jî li dijî vê dirûşmeyê, dirûşmeyên nû saz dikin. Mînak, ‘Mer niştiman û hwd’ an ku ew jî li dijî felsefeya, ‘Jin jiyan azadiyê’ ye.”
‘JIN PÊŞENGTIYA SERHILDANÊ DIKIN’
Fatehî yê bi lêv kir ku tevî ew qas jin hatin qetilkirin û girtin jî hê jî jin pêşengtiya serhildanê dikin, got ku jin li dijî  rejîm, mersalarî, faşîzma Îranê û netew dewletê pêşengtiya serhildane dikin û anî ziman ku jin dixwazin mafê xwe bi dest bixin. Fatehî, bal kişand ser mîsyona partiyên Kurdistanî jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Partiyên Kurdistanê jî bandorê li ser serhildanê dikin. Greva giştî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi biryara partiyên kurd dest pê kir. Gelê Rojhilat jî guhdariya wan dikin. Bandora partiyên Kurdistanê li Rojhilat pir baş e. Lê ji aliyê lojîstîke ve nikarin alikariya gel bikin. Lê hertim piştgiriya gel dikin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dilzar Dîlok: Di sala 2023 di nava têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo encam were stendin

Nivîsa Pêş

Malbatên Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtin serlêdan kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Malbatên Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtin serlêdan kirin

Malbatên Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtin serlêdan kirin

ROJEVA 01’Ê ÇILEYA 2023’YAN

ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Manşet

  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.