Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Malbatên Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtin serlêdan kirin

21 meh in agahî ji Rêberê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê stendin.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/01/2023 - 14:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Malbatên Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtin serlêdan kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Birayê Rêberê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. 21 meh in agahî ji Rêberê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê stendin.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.

BERSIV NAYÊ DAYÎN, HEVDÎTIN TÊ QEDEXEKIRIN

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdanê dikin lê ne bersiveke erênî tê dayîn û ne jî bersiveke neyînî tê dayîn. Parêzeran di 22’ê Mijdara 2021’an de ji bo “hevdîtina lezgîn” serî li Hakîmtiya Înfaza Ceza ya Bûrsayê dabûn. Hakîmtiyê bi hinceta ku di 12’ê Cotmeha 2021’an de hevdîtina bi parêzeran ji bo 6 mehan hatiye qedexekirin û di 18’ê Tebaxê de jî bi hinceta hevdîtina bi malbatê 3 mehan hatiye qedexekirin, serlêdana parêzeran red kir. Lê derbarê biryaran, parêzer nehatin agahdarkirin.

QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATÊ

Tevî ku di 18’ê Mijdara 2021’an de qedexeya hevdîtina bi malbatan re bi dawî bû jî, ji ber ku bersiv ji serlêdanên malbatan ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re nehat dayîn, parêzeran di 28’ê Adara 2022’an de careke din serî li Hakîmtiya Înfaza Ceza ya Bûrsayê dan. Parêzer xwestin bila hemû astengiyên li dijî hiqûqê yên derbarê serdana malbatan were rakirin. Hakîmtiyê di 29’ê Adarê de serlêdan red kir. Di hinceta redkirinê de hakîmtiyê îdia kir ku cezayê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn û ji ber vî tiştî wê hevdîtin pêk neyê.

Di biryara redkirinê ya hakîmtiyê de hate gotin “Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê di 3’ê Sibata 2022’an de cezayê dîsîplînê daye û ji bo 3 mehan hevdîtina bi malbatê hatiye qedexekirin. Bi sedema ku ev ceza di 21’ê Sibatê de teqez bûye, daxwaza hevdîtinê hate redkirin.”

SERLÊDANA JI BO MAKEQANÛNÊ: ÊŞKENCE TÊ KIRIN

Parêzeran di 12’ê Gulanê de, piştî redkirina biryara hakîmtiyê, astengkirina hevdîtina malbatê bi cezayên dîsîplînê yên “neqanûnî” birin Dadgeha Makeqanûnê. Parêzeran di serlêdana xwe ya ji bo Dadgeha Makeqanûnê de bal kişandin ser “încommûnîcado” û diyar kirin agahînestendin tê wateya êşkenceyê, mafe hurmeta li hemberî malbat û jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane hatiye binpêkirin û xwest ev tişt were tespîtkirin. Dadgeha Makeqanûnê hê bersiva vê serlêdanê nedaye.

ÎTÎRAZA LI HEMBERÎ QEDEXEKIRINA HEVDÎTINAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî ku 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din di 7’ê Hezîranê de bi dawî bû, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin û xwestin hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê bên rakirin û heke cezayên dîsîplînê yên nû hebin jî bila were ragihandin. Hakîmtiyê serlêdana parêzeran red kir. Hakîtmtiya sedema redkirina biryara redkirinê wekî “Cezayên dîsîplînê hê dewam dike” diyar kir. Parêzeran piştre di 15’ê Hezîranê de ji bo îtîrazê serî li  Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê dan.

QEDEXEKIRINA HEVDÎTINAN

Dadgehê di 23’ê Hezîranê da bersiv da îtîrazê û diyar kir di 31’ê Gulanê de ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve 3 meh cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn. Dadgehê îtîraz red kir.

Qedexeya hevdîtina malbatê ya 3 mehan a li ser Abdullah Ocalan di 15’ê Îlonê de bi dawî bû. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî ku qedexe bi dawî bû, di 16’ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serlêdan nehate bersivandin. Li ser vê yekê parêzeran di 23’ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin bila hevdîtinên bi malbatê pêk bên. Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana di 5’ê Cotmehê red kir. Di hinceta redkirina hakîmtiyê de hat îdiakirin ku qedexeya hevdîtina malbatê ya ku di 9’ê Îlonê de ji aliyê Serokatiya Lijneya Disîplînê ya Îmraliyê ve bi îdiaya 3 meh cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn,  di 28ê Îlonê de teqez bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku cezayê dîsîplînê di dema serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya Girtîgeha Îmraliyê de pêk hat. CPT’ê di 3’ê Cotmehê de ragihand ku di navbera 20-29’ê Îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye. Di daxuyaniya CPT’yê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim lê tên ragirtin, serdan pêk hatiye. Lê belê li ser hûrgiliyên serdanê agahî nehatin belavkirin

AXAFTINA BI TELEFONÊ HATE QUTKIRIN

Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, di 27’ê Nîsana 2020’an de yekem car mafê axaftinê bi telefonê stend. Di 25’ê Adara 2021’an de ji ber hin îdiayên di medyaya dîjîtal de fikarên raya giştî zêde bûn, Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Lê belê Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin hate qutkirin.

Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22 Gulan, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn. Li aliyê din Abdullah Ocalan di 27’ê Nîsana 2020’an de cara yekemîn mafê axaftinan bi telefonê bi kar anîbû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rojnameger Kawe Fatehî: ‘Rewabûna Hikumeta Îranê Nemaye’

Nivîsa Pêş

ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê ÇILEYA 2023’YAN

ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Ji bo Ciwanên Kurd xeta Tolhildanê ye Delala Ciwan

Ji bo Ciwanên Kurd xeta Tolhildanê ye Delala Ciwan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.