Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Tu eleqeya tevgera me bi vê êrîşê re tune.

Edîtor: Çekdar Amed
15/11/2022 - 10:37
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
KCK: Tu eleqeya tevgera me bi vê êrîşê re tune.
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê derbarê teqîna li Taksîma Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
EM BI TUNDÎ VÊ ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di teqîna ku di 13’ê Mijdara 2022’an de li ser Rêya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê pêk hat de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em gelekî xemgîn in ku di vê êrîşê de mirovan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Em Tevgera Azadiyê ya Kurd em xemgîniya we diyar dikin û li ser navê tevgera xwe û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em ji gelê Tirkiyeyê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em vê êrîşa ku bi awayekî tarî hatiye organîzekirin û bi awayekî eşkere siberoja demokratîk a gelên Tirkiyeyê dike hedef, bi tundî şermezar û nalet dikin. Her çendî Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi eşkereyî ragihand ku ti têkiliya wan bi vê êrîşê re nîne û got ne mumkun e em li dijî sivîlan çalakiyan bikin jî, dewleta faşîst a AKP-MHP’ê û derdorên wê bi israr hewl didin vê êrîşê têxin stûyê tevgera me. Em careke din diyar dikin ku ti eleqeya Tevgera Azadiya Kurd bi vê êrîşê re nîne. Dewleta faşîst a AKP û MHP’ê bi israr dixwaze vê êrîşê têxe stûyê tevgera me û dixwaze ji bo pêkanîna planên xwe yên tarî û veşartina rastiyê, ji xwe re zemînekê ava bikin. Di serî de raya giştî ya demokratîk, em bang li çapemenî û medyayê em bang li her kesî dikin ku ji bo eşkerekirina vê êrîşê bikevin nava hewldanan. Daxuyanî û buxtanên dewleta faşîst a AKP-MHP’ê ku tevgera me sûcdar dike, ne rast in û hewl didin rastiya bûyerê veşêrin.  Bi dîtin û nirxandineke pir hêsan re mirov dikare bibîne ku AKP û MHP’ê ev tişt kirine. Di vî warî de em bang li rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyê, çapemenî û medyaya demokratîk, hêzên siyasî yên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe dikin ku bila qîmetê nedin daxuyaniyên dewleta AKP û MHP’ê ya faşîst ku dixwaze rastiyan veşêre. Ji bo ku rastiya vê bûyerê derkeve holê jî em hewldanan jî girîng dibînin.
TIFAQA AKP Û MHP’Ê JI BO JI KRÎZÊ DERKEVE SERÎ LI METODÊN TARÎ DIDE
Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li ser esasê dijminatiya Kurdan polîtîkaya xwe dimeşîne. Sond xwariye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike ya ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê yê bindest, li ser wê mêtingerî tê kirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze qirkirina Kurdan pêk bîne. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hemû dewlemendiya Tirkiyeyê û hemû nirxên civakê ji bo tinekirina Kurdan xerc dike. Heta îro tu metod nemaye ku bi kar neaniye, her cure metodên li dijî mirovayetiyê kiriye, dagirkerî û qetlîam kiriye. Lê belê tifaqa AKP-MHP’ê ku di dijminatiya Kurdan de ti sînoran nas nake, tevî van rêbazên şerê qirêj û gemar nekarî bigihêje armanca xwe û serî li çekên qirkirinê daye, sûcekî li dijî mirovayetiyê kiriye û civaka Tirkiyeyê xistiye bin tohmetê. Lê belê tevî hemû pêkanînên dijmirovahî û bikaranîna çekên kîmyewî jî, tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê nekarî armancên xwe yên tarî pêk bîne. Berevajî vê yekê, ji ber eşkerebûna ku wan çekên kîmyayî bi kar anîne, rûyê wan ê rast zêdetir derketiye holê û ev rewş bûye sedema tengijîn û têkçûna planên wan. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê çi rêbazê bi kar bîne jî li hemberî berxwedana gerîla û têkoşîna gelan, jinan û hêzên demokrasiyê bi taybet nikare li hemberî gelê Kurd bi ser bikeve. Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê bi tinekirina Tevgera Azadiya Kurd û Kurdan re, bi armanca tinekirina demokrasiyê re dixwaze li Tirkiyeyê pergaleke olî, nijadperest, otorîter û faşîst ava bike. Lê di encama berxwedan û têkoşîna ku hat dayîn de, AKP-MHP’ê jî dît û fêm kir ku nikare vê armancê pêk bîne. Niha jî dizane ku piştgiriya civakê ji destê wê derketiye û ger bi vî rengî bikeve hilbijartinan wê ji desthilatdariyê jî bikeve. Tifaqa AKP-MHP’ê nekariye planên xwe yên faşîst û qirker pêk bîne, di heman demê de ji ber sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê teşhîr bûye, tengijiye û ketiye rewşeke bêçare.

Lê divê were dîtin ku tifaqa AKP-MHP’ê ji bo guhertina vê rewşê û ji krîza ku tê de derkeve, plan kiriye ku serî li metodên nû yên tarî bide û êrîşa li Taksîma Stenbolê jî gava pêşîn a vî tiştî bû. Em careke din diyar dikin ku ev planeke nû û tarî ye û em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hişyar bin û guh nedin daxuyaniyên dewleta AKP-MHP’ê û ji bo eşkerekirina rastiyan têbikoşin. Tifaqa AKP-MHP’ê, mîna ku di Komkujiya Gara 10’ê Cotmehê de pêk anî, bi vê êrîşê re jî dixwaze derdor û pêvajoyeke bi heman rengî biafirîne. Divê were dîtin ku ev planeke tarî û nemerd e ku li dijî siberoja Tirkiyeyê û li dijî hewldana jiyana hevpar ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Hemû kesên alîgirên demokrasî û jiyana bi hev re ne, divê helwesteke rast nîşan bide û çawa ku berê jî planên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê hate pûçkirin, divê vê plana tarî jî were pûçkirin.
JI BO ROJAVA BIKE HEDEF Û DAGIR BIKE, HEWL DIDIN BINGEHEKÊ AVA BIKIN
Dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst bi zanebûn hewl dide berpirsyariya vê êrîşê bixe stuyê tevgera me û nîşan bide ku ji Rojava hatiye kirin. Her kes baş zane ku yek ji aliyên herî girîng ên qirkeriya tifaqa AKP-MHP a faşîst a li ser Kurdan, dagirkirina Rojava ye. Eşkere û li pêş çavan e ku AKP-MHP bi vê amadekariyê dixwaze Rojava bike hedef û ji bo karibe Rojava dagir bike bingehekê ava bike. Dema pêkhatina vê êrîşê jî manîdar e. Di demekê de ku eşkere bû AKP-MHP çekên kîmyewî bi kar tîne û cenazeyên leşkeran dişewitîne, civaka Tirkiyeyê di nava pirsgirêkên giran ên aboriyê de ye, şerê li dijî Kurdan, sîstema olperest, çeteperest û mafyayê ketiye ber lêpirsînê û dengên ji bo daxwazên demokrasiyê bilind dibe, di demekê de ku piştgiriya civakê ya ji bo AKP-MHP’ê namîne ev êrîş pêk hat. Pir eşkere ye ku ev yek ji bo berevajîkirina rojevê ye, ji bo jinûve birêxistinkirina pêvajoyeke tarî ye. Kengî dixwazin pêvajoyeke tarî bidin destpêkirin, hingî komkujî têne birêxistinkirin û Kurd têne sûcdarkirin. Ev êrîşa li Taksîmê jî bi vê armancê hatiye kirin. Di vê mijarê de divê mirov hişyar bin. Bi zanebûn hewl didin ku êrîşkar weke yeka ji Rojava yan jî Sûriyeyî nîşan bidin. Bi vî rengî dixwazin atmosferekê biafirînin. Êrîş bi destê kê hatibe kirin, kesên ku tê gotin êrîş kirine Kurd bin an jî ne Kurd bin, ti eleqeya xwe bi tevgera me re nîne, ti eleqeya xwe bi hêzên şoreşê yên Rojava re nîne. Ji xwe hêzên Rojava jî eşkere kirin ku ti pêwendiya wan bi vê êrîşê re nîne. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe, bi helwest, gotin û nêzîkatiyên xwe nebin amûrek ji vê plana bi armancên tarî ya AKP-MHP’ê re. Bi ti awayî têkiliya tevgera me bi çalakiyên li dijî sivîlan re nabe. Tevgera me ti carî çalakiyên bi vî rengî plan nake, pêk nîne. Em tevgereke welê ne ku li dijî êrîşên qirker ên tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst li ber xwe didin, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin û ji bo vê jî têdikoşin. Her kesên li Tirkiyeyê bi vê rastiyê zanin. Tevî ku rastî ev e û ji aliyê her kesî ve tê zanîn, her nêzîkatiyeke ku ne bi vî rengî be wê bibe piştgirî ji tifaqa AKP-MHP’ê re, wê xizmetê ji planên tarî re bike.
Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst di encama têkoşîn û berxwedana Kurdan, gelan, jinan û hemû hêzên demokrasiyê hatiye ber hilweşînê. Êdî bi zehmetî planên xwe yên faşîst qirker dimeşîne û li ser piyan dimîne. Her wiha eşkere bû ku çekên kîmyewî bi kar tîne û vê rewşê ew hîn bêhtir teşhîr kiriye, tengav kiriye. Ev tifaqa faşîst sûcê li dijî mirovahiyê dike û bi planên tarî hewl dide paşeroja Tirkiyeyê tarî bike. Paşeroj, selametî û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi hilweşîna vê tifaqa faşîst ve girêdayî ye. Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo kiryarên xwe veşêre û nehêle kes pê bihese, cenazeyên leşkeran jî dişewitîne. Rastiya AKP-MHP’ê ev e. Her kesê ku dibêje ew ne faşîst e, li Tirkiyeyê difikre, ne dijminê Kurdan e, bi kurtasî mirov e û ne AKP-MHP’î ye, divê vê rastiyê bibîne, hewl bide ku vê rastiyê bi raya giştî bide fêhmkirin û li ber plana AKP-MHP’ê rabe ku di bin navê qanûna dezenformasyonê de hewl dide çapemeniyê bêdeng bike, rastiyan veşêre. Mirovbûn, demokratbûn, exlaqîbûn vê yekê ferz dike.

Em careke din vê êrîşa ku gelê me, gelê Tirkiyeyê gelekî pê êşand şermezar dikin û ji ber windahiyan û birîndaran xemgîniya we parve dikin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em soza xwe ya ji bo avakirina utopya azadî û demokrasiyê dubare dikin ku me ev soz dan gelê xwe û gelên Tirkiyeyê. Em ê ji bo vê jî di nava têkoşînê de bin. Em careke din bi rengekî eşkere dibêjin, ti eleqeya tevgera me bi vê êrîşê re tune ye. Nêzîkatiyên ku hewl dide berpirsyariya vê êrîşê bixin stuyê tevgera me, nîşan didin ku AKP-MHP di nava planên nû yên tarî de ye. Em careke din bang li her kesî dikin ku berpirsyar, hişyar bin û hewl bidin rastiyê fêhm bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bayik: Taybetmendiyên PKK’ê taybetmendiyên Rêber Apo ne

Nivîsa Pêş

HPG’ê bîlançoya şerê 7 mehan eşkere kir

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
HPG’ê bîlançoya şerê 7 mehan eşkere kir

HPG'ê bîlançoya şerê 7 mehan eşkere kir

Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê li Hannoverê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek kirin

Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê li Hannoverê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek kirin

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.