Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Selahattîn Erdem– Dewleta TC’yê li dijî Kurdan çekên qedexe bi kar tîne

Edîtor: Çekdar Amed
10/11/2022 - 13:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Selahattîn Erdem– Dewleta TC’yê li dijî Kurdan çekên qedexe bi kar tîne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi rastî ger me ev sernav wekî “Lêgerîna li Dewletekê” daniya, belkî rasttir û balkêştir bûya. Bi rastî jî li dewletekê tê gerîn ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û nukleerî be yên ku Komara Tirkiyeyê dijî gerîlayên Kurd bi kar tîne, vê rewşê bigihîne saziyên navneteweyî û daxwaza lêkolînê li wan bike. Di cîhana îroyîn de gelek dewlet hene ku hejmara wan bi sedan e û hema hema hemû jî di nav saziya Neteweyên Yekbûyî de ne. Ev dewletên ku jê re tê gotin saziya Neteweyên Yekbûyî xwedî qanûn in. Li gorî vê qanûnê bikaranîna çekên kîmyewî û nukleerî qedexe ye û yên ku van çekan bi kar tînin jî sûc dikin. Dewleta TC’yê li dijî Kurdan çekên qedexe bi kar tîne, li gorî hiqûqê tevnagere û bi awayekî eşkere sûc dike. Li hemberî vî tiştî tu dewlet û Neteweyên Yekbûyî yên ku ew kirine jî dengê xwe nakin.

Di warê têgihiştina rast a cîhana îroyîn de rewş bi rastî jî gelekî zelal e. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser çekên kîmyewî û çekên din ên qedexe yên ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên Kurd bikar tîne, gelek belgeyan pêşkêş dike. Sazî û kesên ku ji vê rewşê fêm dikin, dibêjin ku belgeyên ku têne pêşkêşkirin girîng in û divê teqez li ser wan lêkolîn were kirin. Ji bo vê jî bang li sazî û dewletên têkildar dike. Li aliyê din dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê rojnamevanên ku van agahiyan radigihînin, digirin. Wekî mînaka Şebnem Korûr Fîncanci, zanyarên ku vê rastiyê dibêjin dixe girtîgehê, saziyên ku qala vê rastiyê dikin jî digirin. digire. Lê belê li gorî saziyên pêwendîdar û berpirsyar ev tişt têr nakin, tu gavekê neavêin û dibêjin ‘Heke dewletek serlêdanê bike, ez ê eleqedar bibim.’

Belê, Kurd jî ne xwedî dewlet in. Rêveberiya li Hewlêrê li şûna ku mafên Kurdan biparêze, têkoşîna li dijî PKK’ê weke erk û hincet hebûna xwe dibîne. Ger cuda tevbigere, wê tavilê were tunekirin. Dîsa ji nêzikî du sed dewletên cîhanê tu kes naxwaze vî karî hilgire û berpirsyariyeke wiha bigire ser milê xwe. Ji ber ku eger ew bike, dibe ku ji Neteweyên Yekbûyî were derxistin. Her kes qala mafên mirovan, hiqûq û edaletê dike. Lê ti dewlet li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û nukleerî yên li ser Kurdan dengê xwe bilind nake.

Ev pergala gerdûnî ya modernîteya kapîtalîst e ku li ser bingeha qirkirina Kurdan hatiye avakirin. Pergala dewletparêz a cîhanî ya bi navê Neteweyên Yekbûyî ku di eslê xwe de yekîtiya dewletan e, wisa nêzî Kurdan dibe. Li gorî vê pergalê ‘Li vê dinyayê Kurd tune, lewma mafê Kurdan jî divê tunebe’. Esasê pergala dewletparêz a cîhanê ya ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî wê de hate afirandin, wisa ye. Ji ber vê yekê hemû hêzên di nava vê pergalê de dive vê rewşê qebûl bikin û li gorî wê tevbigerin. Ger cuda tevbigerin wê demê ji pergalê tê derxistin. Ji ber vê yekê tu dewlet bi serê xwe nikare tiştekî bi Kurdan bike. Pergala qirkirinê ya ku sed sal in li ser Kurdan hatiye ferzkirin, bi vî rengî tê meşandin.

Li hemberî berxwedanên Amed-Çewlik, Agirî û Dêrsimê jî dinya wisa bû. Li hemberî berxwedana Şêx Mahmut Berzencî û Mahabadê jî cîhan bi vî rengî bû. Di rastiyê de dema ku rêveberiya Saddam Huseyîn di 16’ê Adara 1988’an de li Helebçeyê çekên kîmyewî bi kar anî jî rewş wisa bû. Wê were bîra mirovan dema li Helebçeyê li ber çavên wan kîmyabaran hat kirin, deng ji kesî derneket. Di 2’ê Tebaxa 1990’î de rêveberiya Saddam Huseyîn êrişî Kuweytê kir û zirar da berjewendiyên Amerîkayê û li ser vê bingehê jî qeyran û şerê Kendavê çêbû. Wê demê Komkujiya Helebçeyê hate bîra wan û gotin ku rêveberiya Saddam Huseyîn çekên kîmyewî bi kar aniye û sûcê mirovahiyê kiriye. Lê belê tenê bi Helebçe û wê kêliyê re sînordar bû. Yanî behsa çekên kîmyewî yên ku berê li dijî Kurdan hatibûn bikaranîn û li parçeyên din ên Kurdistanê tên bikaranîn nehate kirin. Her wiha petrola tankêra ku rêveberiya Saddam Huseyîn ew qul kiribû herikîbû behrê û bandora vê petrolê li ser çûka qirmeraviyê ji Kurdên bi çekên kîmyewî hatibûn qetilkirin bêtir derket pêş.

Ev rastiya pergala dewletparêz a cîhanê ye ku bi Şerê Cîhanê yê Yekem ve hatî afirandin. Rastiya vê sîstemê dema ji Kurdistanê tê temaşekirin bi vî rengî xuya dike. Demokrasî, mafên mirovan, hiqûq, edalet û prensîba xwerêveberiyê ya vê sîstemê ji bo Kurdan naxebite. Ev pergal Kurdan paşguh dike û li ser vê bingehê her gotin, siyaset û pratîka ku Kurdan tine dike maqûl dibîne. Zilm, çewisandin û qetlîamên li ser Kurdan tên kirin ji bo vê pergalê ti wateya xwe nîne. Dewletên serdest ên Kurdistanê, bi taybetî jî Komara Tirkiyeyê, li gorî vê têgihiştinê û polîtîkaya xwe, bêyî dudilî dikarin qirkirinê bikin. Yan na jî faşîzma AKP-MHP’ê dikare li Zap, Avaşîn û Metîna li dijî gerîlayên Kurd çekên nukleerî yên kîmyewî û taktîk ên bi vî rengî bi kar bîne?

Çima me hewce dît ku em van hemûyan wiha binivîsin? Ji bo ku em weke hemû gelan di serî de Kurd û weke hêzên şoreşger û demokratîk rastiya şênber bibînin, fêm bikin û li gorî wê têkoşîna xwe geş bikin! Eşkere ye ku rewşa Kurdistanê naşibe ya tu deverên cîhanê. Pirsgirêka Kurd dibe pirsgirêke giran ku tu mînakeke wekî wê tune. Dewletên serdest, bi taybetî jî Komara Tirk, ne bi hêza xwe, bi hêza ku ji pergaleke wiha distînin, dikarin qetlîamên wiha pêk bînin. Werin em van rastiyan baş bibînin, fêm bikin û li gorî wê têkoşînê geş bikin.

Dîtina van rastiyan nayê wateya ku mirov bibêje ‘Li hemberî wê têkoşîn nayê kirin’. Lê ev nayê wê maneyê ku em dişibin têkoşîna cîhên din û bi hêsanî encamekê bistînin. Tê wateya ku divê mirov aliyên xweser ên qirkirina Kurdan bi awayekî eşkere bibînin, têkoşîna hebûn û azadiyê li gorî wê li ser esasê kûrahî û xweseriya wê geş bike û bi ser bixîne. Diyar e ku Kurd ne tenê ji bo xwe û di çarçoveya azadiya Kurd de têdikoşin; berovajî wê, ji bo hemû mirovahiyê û di çarçoveya demokratîkbûna cîhanê de têdikoşin. Divê xwe li gorî vê yekê bi rêxistin bikin, li ser vê bingehê bi hemû mirovahiyê yên bindest û bi taybet jinan re têkiliyan deynin û tifaqan çêbikin.

Di destpêkê de dihate hizirkirin ku ev xebat bi şerê azadiya Kurd dikare pêk were. Piştre girêdana ku ji hev nayê veqetandin di navbera azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de hate dîtin. Piştî komployê derket holê ku ancax bi formula ‘Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad’ dikare şer were kirin û serkeftin were bi dest xistin. Niha zelaltir xuya dike ku azadiya Kurd bi demokratîkbûna cîhanê ve girêdayî ye. Ji ber vê jî Rêber Apo ligel ‘Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê’ projeya çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê nirxand û li ser vê bingehê xebateke wisa pêwîst dît. Bêguman ev erk pir mezin û giran e, lê ne bêserûber e. Her wiha ji bo bidestxistina azadiyê ti rêyeke din jî nîne. Di vê rewşê de pêwîst e em li ser esasê têgihiştineke wisa û bi asoyeke mezin nêzikî têkoşîna xwe ya azadiyê bibin û bimeşînin.

Diyar e ku Kurd bi têkoşîna li dijî vê cîhana ku wan nahesibîne, wê hebin û azad bibin. Heta niha bi têkoşîn û fedekariyeke mezin gihiştine vê astê. Niha divê vê têkoşînê bi dewlemendtir û piralîtir bikin.

Lê belê bi têkoşîneke dijwar û ronîkirina rastiyan, ev pergala qirker dikare were şikandin. Bi têkoşîneke wiha sûcdar dikarin bên eşkerekirin û cezakirin. Di wê rewşê de, bi taybetî ciwanên Kurd ên ku erkên dîrokî pêk tînin, divê rastiyan baş bibînin û tişta pêwîst bi serkeftî pêk bînin. Li şûna gerîlayekî ku hatiye qetilkirin, divê deh ciwan karibin tevlî gerîla bibin. Divê pênc ciwan karibin cihê her rojnamevanên hatine girtin, tije bikin. Divê ciwan li her derê li dijî êrîşên faşîst karibin têkoşîneke bi berpirsyarî pêş bixin. Bi kirina van tiştan mirov dikare bibe Ciwanên Apoyî.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pirtûkxaneya gerok a fikr û ramanên Rêber Apo li gundewarên Kobanê ye

Nivîsa Pêş

Jinên Tîrêjên Rojê 11 wesayîtên polîsan û 4 kargeh dan ber agir

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Jinên Tîrêjên Rojê 11 wesayîtên polîsan û 4 kargeh dan ber agir

Jinên Tîrêjên Rojê 11 wesayîtên polîsan û 4 kargeh dan ber agir

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan tecrîd û êrişên kîmyewî şermezar kirin

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan tecrîd û êrişên kîmyewî şermezar kirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.