Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Rêxistinên Hiqûqî yên Navneteweyî derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî dan

Edîtor: Çekdar Amed
09/11/2022 - 16:33
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Rêxistinên Hiqûqî yên Navneteweyî derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî dan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Saziyên hiqûqî yên navneteweyî daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku nûçeyên li ser bikaranîna gazên kîmyewî cihê tirs û fikarane  û nerazîbûn nîşan da ku kesên daxwaza lêkolînê dikin hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ji nûçe û raporên li ser wê yekê bi fikar in ku li Herêma Kurdistanê ya Iraqê fîşekên gazê yên çavan dişewitîne, têne bikaranîn. Ev gaz di Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) de li nava lîsteya kîmyasalên qedexekirî hatiye bicihkirin.”

BI LÊPIRSÎNEKE SERBIXWE DIKARE BÊ EŞKEREKIRIN

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Li gorî nûçeyên hatin weşandin, Wezîrê Parastinê înkar nekir ku artêşa Tirk li Herêma Kurdistanê ya Iraqê gazên çavan dişewitînin bi kar tîne, lewma mijar hêjayî lêpirsîneke serbixwe ye ku Tirkiye eşkere bibe bê peymanên navneteweyî yên pejirandine binpê dike yan na. Tirkiye dewletek ku CWC pejirandiye, lê belê ne aliyekî Statuya Romayê ye.

Lewma ne cihê matmayinê ye ku hin sazî û kesan xwestin, mijara bikaranîna gaza çavan dişewitîne ya li Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn. Ya ku mirovan matmayî dihêle ew e, kesên ku vê rewşê tînin ziman dikevin ber lêpirsînê.

Endama Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Hiqûqnasan a Azadîxwaz (OHD) parêzer Aryen Tûran ji ber ku di Civata Giştî ya Baroya Îzmîrê de xwest mijara bikaranîna kîmyasalê bê lêkolîn medya dîjîtal jî di nav de bi rêya qenalên cuda yên medyayê gef lê hate xwarin û kete ber lêpirsînê. Piştre Aryen Tûran hate destgîrkirin, bi qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.

ROJNAMEVAN Û FÎNCANCI HATIN GIRTIN

Her wiha 11 rojnamevanên ku îdîa û daneyên cuda yên li ser bikaranîna madeyên kîmyewî yên ji aliyê hêzên fermî yên dewleta Tirk ve li xaka Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê kirin nûçe, sibea 25’ê Cotmehê ji mal û kargehan bi serdegirtinê hatin destgîrkirin û 10 rojnamevan hatin girtin. Dozgeriyê dîmenê destgîrkirina Berîvan Altan û Denîz Nazlim da weşandin ku ji pişt ve destên wan hatin kelepçekirin.

Piştî vê bûyerê, Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku pisporeke tipa edlî ya li Tirkiyeyê ye, ji ber ku di qenaleke televîzyonê de got divê mijar bê lêkolîn, destpêkê ji aliyê organên hikumetê ve bû hedef, pişte jî li medya dîjîtal heqaret lê hate kirin û herî dawî 26’ê Cotmehê serê sibehê di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin. Dadgeriya lêpirsînê hikum da ku Fîncanci bi rengekî girtî bê darizandin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) saziya bicihanîna Peymana Çekên Kîmyewî ye. Lewma gava destpêkê ku divê bê avêtin divê ew be ku OPCW dest bi lêpirsîneke fermî bike. Ji bo vê jî divê dewleteke endamê OPCW daxwaza vê yekê bike.

DIVÊ SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ BIKE

Lewma dewletên endamên OPCW;

-Divê pêşî li wê yekê veke ku OPCW bi heyeteke serbixwe lêpirsînê bike.

– Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo lêpirsîna îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yan jî biyolojîk mekanîzmaya taybet bi kar bîne û daxwaza lêpirsînê bike.

– Her wiha divê Komara Tirkiyeyê dawî li zexta li wan rêxistinên civakî, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bîne ku daxwaza lêpirsîneke bi vî rengî kirine.

– Herî dawî divê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û rojnamevanên girtî hemû tavilê bêne berdan.”

YÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYÊ

“- Komeleya Hiqûqnasan a Emerîkî (AAJ)
– Komeleya Şopandina Mafan a Parêzeran, Kanada (LRWC)
– Parêzerên Demokrat ên Ewropî, (AED)
– Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem, (ÇHD)
– Navenda Lêkolîn û Peşvebirina Demokrasiyê / Koma Destewerdana Hiqûqî ya Navneteweyî (CRED, GÎGÎ)
– Komeleya Parêzerên Ewropî ya ji bo Mafên Mirovan ên Cîhanî û Demokrasiyê, (ELDH)
– Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê, (MAF-DAD)
– yekîtiya Neteweyî ya Parêzeran a Gel (NULP), Fîlîpîn
– Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, (OHD)
– Yekîtiya Hiqûqnasan a Demokratîk a Neteweyî, Îtalya, (GD)

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: 16 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Nivîsa Pêş

​​​​​​​Komxebata MSD`ê li Şehbayê bi dawî bû

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
​​​​​​​Komxebata MSD`ê li Şehbayê bi dawî bû

​​​​​​​Komxebata MSD`ê li Şehbayê bi dawî bû

Tîmên Tolhildanê li Wanê çalakî pêk anîn

Tîmên Tolhildanê li Wanê çalakî pêk anîn

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.