Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Şoreş Yeman: Baweriya gelê Kurdistanê DAIŞ di Kobanê de şikand

Ciwanê Mexmûrî ku ew jî di sala 2014'an de tevlî şerê Kobanê bûye û cihê xwe di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de girtî diyar kir ku yê DAIŞ bi bin xistî vîn û berxwedana gelê Kurdistanê ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
31/10/2022 - 0:30
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

MEXMÛR – Çeteyên DAIŞ’ê ku qet para xwe ji mirovahiyê negirtine bi hovîtî û qirêjiya xwe êrîşî bajarê Kobanê kirin û hêvî dikirin ku di demeke kurt de bigihêjin armancên xwe. Serçete Erdogan jî bi vê hêviyê digot ‘Kobanê li ber ketinê ye’. Lê belê li hemberî hovîtî û êrîşên dijmirovahiyê bi pêşengîtiya şervanên YPJ-YPG’ê û bi sedan gelên demorakrasîxwaz û gelek deverên cîhanê bi piştgiriyek mezin nîşanî hemû hêzên desthildar dan ku wê vîna gelên azadîxwaz û şervanên qehreman tu carî destûrê nede ku bihostek jî ji axa Kobanê were dagir kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an ji bo tunekirina destketiyên gelê kurd bi piştgiriya dewleta Tirk a qirker êrîşî bajarê Kobanê kirin, lê ji ber gelê Kobanê bi fikrên Rêber Apo yên azad hatiye perwerde kirin, karîbûn bersiva dagirkeran bi têkoşîn û berxwedana vînî ve bidin.

Li Kobanê careke din yekbûna gelê Kurd û tevahî Kurdistanê pêk hat û hestên mirovahiyê li hemberî hêzên desthilatdar û dagirker bûn yek. Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kobanê rabûn ser piyan. Bi taybet ciwanên Kurdistanê di şerê Kobanê de bûn pêşengên herî fedayî di şexsê Arînan de jî ev yek xwe dide îspat kirin. Yek ji ciwanên ku ji Mexmûrê (Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî) berê xwe daye bajarê Kobanê û di şerê Kobanê de cihê xwe girtî ji ajansa me re axivî.

Ciwanê bi navê Şoreş Yeman ku cihê xwe di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de girtî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana tevahî gelê Kurdistanê hat şikandin. Her wiha Şoreş destnîşan kir ku bajarê Kobanê cihê vejîna Kurda ye û got; “Hem Kurdan xwe di Kobanê de nas kir û hem jî tevahî cîhanê. Rihê Kurdan ê berxwedanê di Kobanê de derket pêş.”

Şoreş Yeman bi van gotinan behsa pêvajoya şerê Kobanê dike…..

Di şerê Kobanê de hestên netewî bi pêşket 

“Beriya ku şerê Kobanê destpêbike, me bajarekî bi navê Kobanê nizanîbû, piştî ku DAIŞ êrîş kir, û di ragihandinê de behsa bajarê Kobanê dihare kirin, me nas kir. Ji bo ku em tevlî şerê Kobanê bibin bangawaziya seferberiyê hate kirin. Di me de jî hestên netewî derketin pêş me got temel çi be jî emê biçin, ji xwe dijmin jî her antî-propaganda dikir. Çawa me bihîst li Kobanê şere, me yekser xwe amade kir em biçin, lê destpêkê em neçûn ji ber ku rê jî pirsgirêk bû, lê me got çi dibe bila bibe emê biçin Kobanê tevlî şer bibin. Ev hestên welatparêziyê ne tenê di Mexmûrê di tevahî Kurdistanê derket pêş. 

Baweriya gelê Kurdistanê DAIŞ di Kobanê de şikand

Şerê Kobanê her alî de bandora xwe çêkir. Dema ku di dorpêçê de jî bû, ji tu aliyê jê re destek jî nedihat. Milê cepilxane û lojistîkê de jî zehmetî dihatin kişandin. Me jî êdî fam kir ku ev şer wê tenê ser hêza Kurd bimeşe. Armanca dijmin jî ew bû ku Kobanê ji holê rabikin û Kurdan bi vê awayî tune û dagir bikin. Wê demê em her Kurdek erka me ew bû ku em biçin wê derê, ji ber ku ew ji me dihate xwastin. Ji her derê de bangawazî dihate kirin, ji bo vê jî pêwîst bû ku em berê xwe bidin wê derê. Kê dikarîbû çi bike dikirin, helwestekî bi vê rengî di gel de bi pêş ketibû. Serokatî jî wê demê gotibû pêwîste Kobanê nekeve, ji ber ku Kobanê bikeve wê hemû destkeftiyên me biçin. Heman demê de berê hemû dinyayê jî li Kobanê bû, herkesî digot bê ka Kobanê bikeve an nekeve. Ji her çar perçeyên Kurdistanê hem gel rabû ser piyan û hem jî beşdariya şer zêde çêbû. Herkesî alîkarî ji dil û can dida. Vê baweriya gel DAIŞ şikand. 

Rihê Kurdan di Kobanê de zindî bû

Dema em gihîştin Kobanê heyecanekî mezin di me de bi pêşket, ji ber wê demê rewş cuda bû û îhtîmala her tiştî me dikir. Lê em bi saxî gihîştin cihê xwe û li wê derê em çûn gel hevalan. Di cihê ku em çûne de ji her cihî heval hatibûn, cihekî rengîn bû. Her yek jî fedayiyek bû, mesela wê demê hevalekî qûmîtan hebû, ew birîndar bibû, pêwîst bû biçe tedawî bibîne, lê nediçû digot heya Kobanê rizgar nebe, ez ji vê derê naçim. Vê nêzîkatiyê jî bandoreke mezin li ser me hemû hevalan çêkir. ji ber vê jî me hemû hevalan got çi dibe bila bibe emê şerê xwe bikin. Êrîşên ku ser Kobanê de jî hatiye kirin êrîşên ji rêzê nîn bûn. Mirov çiqas bêje jî nikare heqê wan kêliyan tam bidiyê. Lê ez dikarim bêjim ji bo min tişta herî xwaş ewe ku dema ez ketime bajarê Kobanê ye. Ji ber ku ez wê demê gihîştim armancê xwe. Hem Kurdan xwe di Kobanê de nas kir û hem jî tevahî cîhanê. Rihê Kurdan ê berxwedanê di Kobanê de derket pêş.”

 

 

 

NC// Rizgar Adanmiş 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Em ji bo mirovatiyê jî, ji bo jinê jî binkeftinê napejirînin

Nivîsa Pêş

Ji bo têkoşînvanê azadiyê – Şehîd Ruksen Zagros

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo têkoşînvanê azadiyê – Şehîd Ruksen Zagros

Ji bo têkoşînvanê azadiyê - Şehîd Ruksen Zagros

Di serhildanan de taktîkên gel -I

Di serhildanan de taktîkên gel -I

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.