Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Malbat û parêzaran ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/10/2022 - 21:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Malbat ji bo biçin Îmralîyê serî lê dan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê de di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û malbata Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

HEVDÎTIN TÊ ASTENGKIRIN

Parêzer ji bo dîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê bersiveke erênî ya jî nerênî ji bo serlêdanan nayê dayîn. Parêzeran 22’yê Mijdara 2021’ê serî li Dadgeha Ceza û Înfazê ya Bûrsayê da. Dadgeriyê, bi hinceta qedexeya ji bo hevdîtinê ya 6 mehan a 12’ê Cotmeha 2021’an derbarê Rêber Apo de hat dayîn û biryara qedexeya hevdîtinê ya bi 3 mehan a bi malbatê re, ku di 18’ê Tebaxê de hatibû dayîn, serlêdan red kir. Lê têkildarê biryarên ku weke hincet hatin nîşandan, agahî nedan parêzeran.

Tevî ku qedexeya hevdîtinê ya bi malbatê re 18’ê Mijdara 2021’an bi dawî bû, ji ber ku tu bersiv ji bo serlêdana parêzeran a ji bo Serdozgeriya Komara Bûrsayê nehat dayîn, parêzeran cardin 28’ê Adara 2022’yan serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê da û daxwaz kirin ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li ber serdanên malbatan bên rakirin û malbat bikarin hevdîtinê bikin.

Dadgeriyê di hinceta redkirinê de got ku têkildarê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, cezayekê nû yên disîplînê hatiye dayîn, lewma wê hevdîtin pêk neyê.

Di biryara redkirinê ya dadgeriyê de wiha hate gotin: “Serokatiya Desteya Disîplînê ya Îmraliyê, têkildarî hemû serlêdanan, 3’yê Sibata 2022’yan cezayê disîplînê yê nekirina hevdîtinê bi malbata xwe re bi 3 mehan da û bi îdiaya di 21’ê Sibatê de hatiye teqezkirin, daxwaz hat redkirin.”

Parêzeran li ser biryara redkirinê ya dadgeriyê, 12’ê Adarê astengkirina serlêdanên malbatê bi cezayê disîplînê yê “derhiqûqî”, bir Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Parêzeran di serlêdana kirin de, bal kişandin ser “încommunîcado” ku rewşa bêpeywendî ya teqez e, agahî negirtin êşkence ye û daxwaza tespîtkirina binpêkirinên mafê rêzdariyê ya malbat û jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane û rêya serlêdana bi bandor, kirin. AYM’ê hîn bersivek ji bo vê serlêdanê, nedaye.”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî ku qedexeya bi sê mehan a hevdîtina bi malbata xwe re ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din bi dawî bû, cardin serlêdan ji bo hevdîtinê hat kirin, hat xwestin ku hemû astengiyên ji bo hevdîtina bi malbatan re hatine danîn bên rakirin û heke cezayên dîsîplînê yên nû hebin bila ragihînin wan. Dadgêriyê, serledan red kir.

Dadgêriyê hinceta redkirina xwe wek ‘“cezayên dîsîplînê berdewam in“ da zanîn. Parêzeran jî 15’ê Hezîranê îtiraz li Dadgeha Cezayên Giran a 1’emîn a Bûrsayê kir.

Dadgehê 23’ê Hezîran bersiva îtîraza parêzeran da. Bi hinceta ku cezayê dîsîplînê yê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan girtiyên din berdewam e, îtîraz red kir.

Cezayê bi sê mehan li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat birîn, 15’ê Îlonê bi dawî bû. Piştî ku qewilê qedexeyê qediya, 16’ê Îlonê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Lê tu bersivek ji bo serlêdanê nehat dayîn. Ji wê boneyê, parêzeran, 23’yê Îlonê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da û daxwaza hevdîtîna malbatan bi girtiyan re kir. Dadgêrî, serlêdana 5’ê Cotmehê hat kirin, red kir. Di boneya redkirina ya dadgêriyê de, hat îdiakirin ku bi cezayê bi sê mehan ê 9’ê Îlonê li girtiyan hatiye birîn, qedexeya hevdîtina bi malbatê re 28’ê Îlonê teqez bûye.

Balkêş e ku beriya serdana CPT, cezayê dîsîplînê tê dayîn. CPT‘yê bi daxuyaniya ku 3’yê Cotmeha da, ragihand ku 20-29’ê Îlonê serdana Tirkiyeyê kiriye. Di daxuyaniya CPT’yê de hat ragihandin ku serdana Girtîgeha Îmraliyê jî hatiye kirin. Lê têkildarê hûrguliyên serdanê tu notekê agahdarkirinê neda par nekir.

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa sala 2019’an hevdîtin kir. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, mafê xwe yê axaftina bi telefonê cara yekemîn karî 27’ê Nîsana 2020’î bi kar bîne.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Turnovaya Voleybolê ya ciwanên Mexmûrê bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Ciwanan li goristana şehîd Delîl Sarûxan soza tolhildana şehîdan dan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanan li goristana şehîd Delîl Sarûxan soza tolhildana şehîdan dan

Ciwanan li goristana şehîd Delîl Sarûxan soza tolhildana şehîdan dan

Ciwanên Reqa li dijî bikaranîna çekên kîmyawî daketin kolanan

Ciwanên Reqa li dijî bikaranîna çekên kîmyawî daketin kolanan

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.