Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Her şihadet peyamek e

Edîtor: Nucan Serdoz
20/10/2022 - 1:07
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Her şihadet peyamek e
ParvekeTweet

Me di roja 19.10. 2022’an de 17 gerîlayên hêja, berxwêder, têkoşer û leheng dîtin ku li ber devê şikefta bi ken û moralê xwe biryardayîna destanên dîrokî didan avakirin. Wan her carê bi ew sekna bi heybet, bi helwesta bi rûmet û bi wê armanca pîroz, bi wan kenê xwe yê geş û xweş rengê serkeftinê di dil û mejiyê xwe de diteyisandin. Gelê Kurd û cîhanê hêz û moraleke mezin ji wan gerîlayan digirt lê ew gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn.

Gava me li ser ekranê televîzyon û malperan, dîmenê du gerîlayan temaşe dikir û çîroka wan dixwend, em bi wan re diêşiyan, xemgîn û hestiyar dibûn. Şehadeta 17 rêheval, fedaî, ruh, têkoşer û mêrxasan ên ku dîroka destana berxwedanê dinivîsandin, bi me gelekî giran û xemgîn hat. Heke êşandin, xemgînbûn, hestiyarbûn di dil û mejiyê dijminê hovane û dagirker de neteqe, tu wateya xwe tune. Divê di mejî de hêrs û kîna li dijî dijmin, bi hestên tolhildanê bilindtir bibe. Gava dil û mejî di armancê de dibin yek, tevlêbûneke bi zanetir û rêxistinî ava dike. Ji ber ku her şehîdek peyameke bilinkirina tekoşînê, temîneta xeta azadiyê û felsefa jiyana rêxistinkirî ye. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje; ‘Êşa nekuje, bihêz dike’. Di vê wateyê de pêwîst e, pêvajoya gerîlayên teyrê baz li Werxelê, Şikefta Birîndara, Girê Sor û Zendûra dane destpêkirin bi berxwedaneke dijwar û têkoşîneke bêhempa bidome.

Ji ber ku wan barê erk û berpirsyariya pêşengiya demê dabûn ser milê xwe. Bi vî awayî bi pêvajoya ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ li dijî dijminê hovane, qirker û dagirker ku hebûna xwe li ser tunebûna qirkirina gelê Kurd saz kirine, bi fedaî û wêrektî şer kirin, pergala dijmin serûbin kirin. Divê em gelê Kurd û tevahî kesên demokrat, sosyalîst û xwedî wijdan li kolanan tevlî ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ bibin. Ev peyama ku ji devê şikefta bi kenê xwe didan û li dû xwe hiştin bikin îlhama xeteke azadiya têkoşînê. Ji ber ku ew peyamên xeta azadiyê dîrok di bedena xwe de dineqişandin mîrasek rênîşandana meşa berxwedana bêdawîbûnê bû.
Ev şehadet ne ya yekemîn e û ne jî ya dawîn e ku tê bihîstin. Ji ber ku dijminê hovane û qirker bi êrîşên li ser gerîla re vîna gelê Kurd dike hedef. Jixwe Suleyman Soylû her roj bi daxuyaniyên xwe de dibêje evqas ‘terorîst’ mane û şerê derûnî û taybet, dimeşîne. Bi vê feraseta qirêj û gemarî sûcê şer dike. Di nijadperestiya dîroka dewleta Tirk de ev jî parçeyekî tevkujiyê ye. Ji bilî kesên demokrat û sosyalîst ku li dijî desthilatdariya netewe-dewletan e, kes vî tiştî wekî sûcê şer nabîne. Ji ber ku desthilatdariya şer û mêtingerî, li ser dagirkirina Kurdistanê xwedî heman ferasetê ne. Ew dijmin e karê xwe dike. Gotineke pêşiyan heye, dibêje ‘Dijminatî bêminetî ye’. Dewleta Tirk a faşîst û qirker ku hebûna xwe li ser rijandina xwîna Kurdan ava kiriye, hîn hartir e. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku hebûna xwe têxe ewlehiyê, dikare hemû Kurdan di dilopek av de bixeniqîne û dîsa jî dilê wan rihet nabe. Ji ber ku ev çil sal in li hemberî gerîla şer dike lê tu encam bi dest nexistiye û ji ber vê hartir bûye. Dewleta Tirk a dagirker ev serê salekê ye li Werxelê, Şikefta Birîndara, Metîna, Avaşîn û Zapê li hemberî berxwedana gerîla ketiye nav têkçûneke ruhî, siyasî û polîtîk û ji ber vê çekên kîmyewî bi kar tînin. Ev salek e biçekên kîmyewî û qedexe êrîşî gerîlayan dikin. Lê gerîla bi helwest û têkoşîna xwe, heta nefesa xwe ya dawîn wekî vîneke pola şer kir, derb li dagirkeriyê xist. Divê gelê me jî li dijî vî sûcê şer derkeve û bi helwesteke xurt dakeve kolanan.

Her demên zor û zahmet pêşengê xwe ava dike. Wan jî ala azadiyê di henaseya dawî de li ser çîyayê Metîna, Zap û Avaşînê hildan lûtkeya herî jor. Êdî pêwîst e ev al li tevahî kolanên Kurdistanê û bi taybetî jî li kolanê Amedê bi serhildanan, li dijî kujerê mirovahiyê yên ku bi bikaranîna çekên kîmyewî tawanbar in, biheje. Ji ber hukumeta AKP-MHP’ê bi destek û piştgiriya hêzên hegemonîk û desthilatdar bi armanca qirkirina gelê Kurd, êrîşên mezin dike. Tê zanîn ne tenê êrîşî gerîla dike. Ew êrîşî hebûn, vîn, têkoşîn û neteweya Kurd dike. Rexmê ku çekên kîmyewî di qanûn û zagonê cîhanî de hatiye qedexekirin, dema mesele Kurd be, ev tişt betal dibe. Ev salek e dewleta Tirk ya faşîst û qirker her roj li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî yê cihê bi kar tîne lê her kes bêdeng e û naxwaze vî tiştî bibîne. Ev jî dide diyarkirin ku gelê Kurd her demê kirine qurban û gelê Kurd piştguh dikin. Bi vê ve girêdayî Neteweyên Yekbûyî jî bi qasî dewleta Tirk ji van kiryarên bi çekên kîmyewî berpirsyar in.

Îroj li dijî êrîşan dem dema parastina neteweyî ye. Eger neteweyek, gelek û tevgerek azadîxwaz bi êrîşên hovane û qirker re rû bi rû bimîne, li wir jiyaneke hêsan ne mumkun e. Em dev ji jiyana hêsan berdin, pêwist e em jiyanê bi çalakî û serhildanan bike qada şer û pevçûnan. Di vê pêvajoya hebûn û tunebêbûne de, ji têkoşînê wêdetir tu şansê me tune. Heke li cihekî êrîş hebe, li wir parastin û çalakbûn jî ferz e. Lewma gerîlayê azadiyê li dijî êrîşên tunebûn û qirkirinê di şexsê berxwedana xwe de parastina netewî dikirin. Şehadetên bi vî awayî her tim ji me re bûne bingeha serkeftina pêvajoya destpêkirin û xurtkirinê. Di dîrokê de jî hatiye îspatkirin her şehadet bûye îlham û çavkaniya têkoşînê. Li beramberî van 17 şehîdan pêwîst e her Kurdek sekn û helwesta xwe ji serî heta binî têxe ber lêpirsînê û sekna xwe di ber çavan re derbas bike. Kurdên bi ruhê tolgirtina gerîlayan tevlî pêvajoyê nebe, ew kes xizmeta dijmin dike. Ji ber di pêvajoyek hebûn û parastina neteweyî de bêdengî û gavneavêtin tê wateya qebûlkirina êrîşên çekên kîmyewî. Dema ku ciwanek tevlî nav refên gerîlayan dibe, ev tê wateya ku xwedî li şehadeta 17 gerîlayan derdikeve û dema ku gelê Kurd dakeve qadan jî, hedefa dijmin pûç dibe. Divê jin û ciwan bi xeyalê azadiyê ya 17 gerîlayan li Amed, Wan, Mêrdîn û li her bajarên ku Kurd lê dijîn dakevin qadan û bi welatparêziya xwe tola 17 gerîlayan bistîne.

 

Yezda Havîn Nivîsandî…..

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber Apo: Di qonaxa pêngava nû de emê ser bikevin

Nivîsa Pêş

Ciwan û jinên ciwan ên Êzidî: Gerîla gel û ciwan e, gel û ciwan jî em bi xwe ne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwan û jinên ciwan ên Êzidî: Gerîla gel û ciwan e, gel û ciwan jî em bi xwe ne

Ciwan û jinên ciwan ên Êzidî: Gerîla gel û ciwan e, gel û ciwan jî em bi xwe ne

li Drancy kîn û hêrsek mezin li dijî dagirkeriya li Kurdistanê

li Drancy kîn û hêrsek mezin li dijî dagirkeriya li Kurdistanê

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.