Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Di pêşengtiya gerîlayên YJA Starê de derbên giran li dagirkeran hate xistin – 4 dagirker hatin ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê derbarê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û diyar kir ku dagirker ji ber gerîla nikarin gav pêş de bavêjin û got; "36 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bombe kir. Artêşa Tirk 2 caran bi balefirên şer û 22 caran jî bi helîkopteran êrîş kir."

Edîtor: Nucan Serdoz
15/10/2022 - 15:24
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Di çalakiyê gerîlayan de 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a dagirker ya ku li hemberî berxwedana gerîla nikare li berxwe bide, 36 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bombe kir. Artêşa Tirk 2 caran bi balefirên şer û 22 caran jî bi helîkopteran êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê şer ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a ku sûcê şer dike, ji roja ku li Başûrê Kurdistanê tevgera dagirker daye destpêkirin, gerîlayên azadiya Kurdistanê li çeper û qadê li hemberî êrîşan li berxwe dide. Artêşa Tirk a dagirker nekarî li vê qadê berxwedanê bişikîne, li dijî hiqûq û exlaqê şer, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev sûcên şer hatine belgekirin û ji ber ku li hemberî van sûcên şer têra xwe nerazîbûn nehatiye nîşandan, dewleta Tirk cesaret ji piştgiriya NATO’yê distîne, êrîşên xwe yên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê 36 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bombe kiriye. Di heman demê de 2 caran bi balefirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrîşê û di dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî hatiye birîndar kirin. Di heman demê de 60 kîlo teqemeniyan dagirkeran jî hatiye îmha kirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 14’ê Cotmehê de saet di 16.00, 16.50 û 18.10’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane û 3 dagirker ceza kirine.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurê;

Di 14’ê Cotmehê de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a Xakurkê dane.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 14’ê Cotmehê saet di 09.00’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane.

Di 14’ê Cotmehê de saet di 09.20 û 14.00’an de tîmên me yên bi tevger du caran bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê dane. Di van çalakiyan de dagirkerek hatine ceza kirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 15’ê Cotmehê de saet di 08.30’an de dema ku dagirkeran xwestine bi 60 kîlo teqemeniyê çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bombe bikin, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 60 kîlo teqemenî îmha kirine.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

14’ê Cotmehê çeperên şer ên Şehîd Yûnûs ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 26 caran bi bombeyên qedexe û çekên kimyewî hatin bombe kirin.

14’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê û çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 10 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombe kirin.

Êrîşên arteşa Tirk a dagirker;

14’ê Cotemehê qadên Dola Şehîdan û Qada Newrozê yên Qendîlê 2 caran bi balafirên şer hatin bombe kirin.

 14’Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro û Girê Amediyê 22 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombe kirin.

 14’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê FM dehan car bi obus, tank û çekên giran hate bombe kirin.

 14’ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Çemo, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.

 14’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê FM arteşa Tirk xebatên çêkirina rê ku bi armanca pêşîvekirina dagirkeriyê dike, domand.

14’ê Cotmehê  arteşa Tirk a dagirker hewl da ku çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hilweşîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bartinê di teqînekê de 40 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Nivîsa Pêş

KCK: Kujerê qetlîama Bartinê AKP û MHP’ê ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”

KCK: Kujerê qetlîama Bartinê AKP û MHP'ê ye

Di lêgerînên dawî yên komkujiya Bartinê de 41 kesan jiyana xwe ji dest da ne

Di lêgerînên dawî yên komkujiya Bartinê de 41 kesan jiyana xwe ji dest da ne

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.