Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Bîranîna şehîdên Hewlêrê di pêkvebûna şoreşa Bakur û Başûr de gava bingehîn a berxwedaniya dîrokî ye

Edîtor: Nucan Serdoz
12/10/2022 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Bê hezkirinî, dijberiya şoreşgerî û jiyanê ye – II
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….

Hevalên Hêja, Tevahî Dost û Gelê Me Yê Welatparêz!

Di rizgariya netewa gelê me de, di yekîtî û hevgirtina wê de, ya ku xwedî wateyek bijare ye li Hewlêr‟ê, di encama êrîşa ketî ya ku nedihat payîn ji hêla xayînan ve bi Komara Tirk re hat pêşxistin de şehîdên me dayîn, her wiha di Şoreşa Başûr de di pêvajoya salekê ya derbasbûyî de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin. Li ser esasê girêdana bîranîna wan, em diyar dikin ku emê bibin şopdarê herî biryardar ên Şoreşa Başûr û ji bo serkeftinê her tiştê xwe jî bixin meriyetê. Li ser vî bingehî we tevan silav dikin. Ji bo me bîranîna şehîdên Hewlêr‟ê, bi qasî di hevgihîna şoreşa gelê me yê li Bakûr û Başûr gavek berxwedaniya dîrokî ya bingehîne, ewqas jî gelê me yê li Başûr, nexasim li dijî îxanet û hevkaran di hemêzkirina nirxên şoreşgerî de, di yekbûna rik, kerb, zanebûna şoreşgerî û yekbûna bi rêxistinê re, xwedî tevkariyek diyarkere. Di dîroka me de, her tim nirxek mezin ji bîranîna şehîdan re hatiye dayîn.Di pevçûnên li Başûr de dema me hevalê Mehmet Kararsungur şehîd da, me hewl dida girêdana bi bîranîna wî ve wisa binirxînin; me digot emê vê şahadetê bikin hêceta yekîtiya şoreşgerî ya miletê me yê Başûr. Emê bikin remza yekîtiya gelê me yê li Bakur û Başûr. Wexta em salvegera şahadeta vî hevalê xwe ya di vê mehê de jî bibîr tînin,
em dibînin ku soza me vale neçûye.

Em vê jî di yek dilî de ji yekbûna hêzên me yên di şoreşa Başûr de pêk anîne û yekbûna gelê xwe fêm dikin. Bêguman tevahî şehîdên me yên Başûr, şehîdên PKK‟ê, jixwe bi sedan şehîdên ji gelê Başûr jî hene di navê de, ji keç û mêrxasên me yên leheng û ciwan pêk tên, nirxa xwe hîn zêdetir bilind dike. Gelê me yê Başûr bi van şahadetan ve, derxistiye holê ku lehengî, azadî, her wiha azadî çiqas hêzek mezine, nexasim ev bê exlaqî, bêbawerî û bêziraviya ku dijmin û xayînan ferz kirî bi erdê re kirin yek û rê ji cudabûnek mezin re vekirine. Lewra em dibêjin, şehîdên me yên li Hewlêr‟ê hîn ji niha ve hem hêceta yekbûna welatparêziya gelê me, hem jî hevgirtin, berxwedanî û şerê şoreşgerî yê herî mezine. Îro her çendî sînordar jî be pêkhatina vê, ev êşa em ji ber qetilkirina hevalên me dijîn hinekê jî be sivik dike û me neçar dike ku em ji her demê zêdetir bi ser peywirên xwe de biçin. Dehên salane gelê me yê Başûr jî xwîn dirijîne, deh hezaran şehîdên xwe hene. Ger yekbûna bîranîna van şehîdan bi şehîdên Hewlêr‟ê re pêk were, dê ev hêzek mezin derbixe holê û ti hêzên xayîn ên hevkar nikare li hember şehîdan li ber xwe bide. Her wiha nikare bi hevkariya dijmin re pêşketina şoreşî asteng bike.

Em li ser vî bingehî hemû rêxistin, rewşenbîr û eşîrên welatparêz û baldar re jî bang dikin rast xwedî li şehîdên xwe derbikevin û vê jî bi bîranîna şehîdên Hewlêr‟ê re bikin yek. Mirov çiqasî li ser bîranîna van şehîdan raweste, çiqas bihizire û rêzdarî bibîr bîne, hûnê ewqasî bibin xwedî jiyanek serbilind, bi namûs û azad. Ji we re jî ya ji nan û
avê zêdetir hewce eve. Heta aş û arê we jî girêdayî xwedîderketina bi bîranîna şehîdan ve girêdayî ye. Kî di rêza yekem de nêzîkbûnek rast ji şehîdên xwe re bike, li gorî bîranîna wan bersiva hewce bide, ew milet bi şerefe û serfiraze, lewra miletek serkeftin jî heq kiriye. Li ser vî bingehî em dîsa bangî gelê xwe yê li Başûr dikin, cardin bi şehîdên xwe re yekbûnê ava bike. Kî û kîjan hêz li dijî yekîtî û hevgirtina gelê me yê li her beşî be li dijî wan xwedî seknek biryardar bin. Dîsa girêdayî yekîtiya şoreşgerî bin. Bêku serî ji çewsandinên dijmin re bitewîne peywira xwe bi wêrekî pêk bînin. Bang dikim yekîneyên me yên şer jî, li ser esasê hêjayî van şehîdên me, cardin rê nedin şahadetên wisa trajik şêwaza rast bidest bixin û her tim bi tevdîr bin. Herî zêde jî kerba em li dijî şahadetên bi
vî rengî dijîn veguherînin şêwaza şerê rast û wisa bersivê bidin. Jixwe mîna vê gelek şahadet hene. Li vê qadê bi destê xayînan Şehîdên ji Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê hene. Ji her malbat, êl û binemalên gelê me şehîd hene. Ger em di kesayeta Şehîdên Hewlêr‟ê de xwedî li bîranîna wan derbikevin, dê îxanet jî carek din wisa
çavsorî êrîş neke û êdî ev bi dawî bibe. Pêwîste êdî yekîneyên me jî di zemînek ewleyî de tevbigerin, xwe bigihînin dilekî têk naçe û yekîtiyek bi şer hatiye sazkirin. Lewra bîranîna van şehîdên me berze.

Di navendek weke Hewlêr‟ê de, wateya van şahadetan hîn zêdetir mezine. Piraniya gelê me yê Hewlêr‟ê bi van şehîdên me re ye. Dibe ku niha di bin dagirkeriyê de be, dibe ku nikare dilê xwe bilêv bike. Lê belê yeqîn dikim gelê me yê Hewlêr‟ê, li hember têkoşîna me ya şoreşgerî eleqeya herî mezin raber kiriye û tevlîbûnên herî xurt jî di asta mînak de pêk aniye. Dê ev jî vale neçe. Dê rêya ber bi serkeftinê çûyînê de, rola gelê me yê Hewlêr‟ê diyarker be. Li ser vî bingehî bang dikim, bi qasî hewce dike gelê me yê Hewlêr‟ê jî xwedîderketina bîranîna şehîdên me ji xwe re bike mijarek şeref û serbilindî, pêwîste bike hêceta şoreşê û hewcedariyên wê jî bicîh bîne. Carek din hemû rêheval û dostên ku beşdarî şeva me bûne, bi baweriya misoger a serkeftinê silav dikim. Li hember operasyonên ku di rojên pêş me de pêş bikevin, em soza xwe nû dikin, bersiva herî şoreşgerî bidin û serkeftinê ji her demê zêdetir bilind bigirin. Silav dikim. Hezkirin û rêzdariyên xwe raber dikim.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Gerîlabûyîn di Kurdistanê lêgerîna jiyana azad e

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 1

Gerîlabûyîn di Kurdistanê lêgerîna jiyana azad e

NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne

NPG: Berxwedana gerîla di dîroka şer a cîhanê de serdemeke nû da destpêkirin 

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.