Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê şehîdên 10’ê Cotmehê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK: Divê tevgera demokrasiyê were mezinkirin û ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareseriyên demokratîk werin avakirin. Ev tişt ji bo şehîdên 10’ê Cotmehê di serî de, şertekî girêdayîna bi şehîdên şoreş û demokrasiyê ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/10/2022 - 18:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê: Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK derbarê salvegera Qetlîama Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di Qetlîama Enqereyê de ya ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de rêxistinên ked û pîşeyî wê mîtîngeke aştiyê li dar bixistina û tifaqa AKP û MHP’ê bi destê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşeke bombeyî kiribû û di vê êrîşê de 103 kes hatibûn qetilkirin.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 10’ê Cotmeha 2015’an de bloka aştiyê li xaçerêka Gara Enqereyê mîtîngek kiribû û êrîşî vê mîtîngê hatibû kirin. Di encamê de qetlîameke mezin pêk hatibû. Em vê qetlîama herî giran û mezin a dîroka Tirkiyeyê de bi nefret şermezar dikin û kesên ev qetlîam kirine jî nalet dikin. Di şexsê kesên ku bi hestên bihevrejiyana gelê Kurd û Tirk tevlî mîtîngê bûne, hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Kesên di qetlîama Garê de jiyana xwe ji dest dane, şehîdên nemir ên demokrasî û azadiyê ne. Jiyîna hestên van şehîdan û pêkanîna Tirkiyeya demokratîk a ku hesreta wan bû, peywira herî sereke yên têkoşerên azadî û demokrasiyê ye. Em Tevgera Azadiya Kurdan şehîdên Qetlîama Gara Enqereyê, di salvegera wê ya 7’emîn de careke din bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.

ÇAWA KU HÎZBÎ-KONTRA BI KAR ANÎ DAÎŞ JÎ BI KAR ANÎ

Qetlîama Gara Enqereyê di dîroka Tirkiyeyê yek ji qetlîama herî mezin a siyasî ye. Kujerê vê qetlîamê jî tifaqa AKP û MHP’ê ya faşîst e. Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê, bi destê DAÎŞ’ê ev qetlîam çêkiriye. Wekî ku bi vê qetlîamê hatiye fêmkirin, AKP û MHP’ê di êrîşan de DAÎŞ’ê dixin dewrê. Berê jî qirkirina Kurdan bi destê Hîzbî-Kontra dihate kirin û niha jî AKP û MHP di qetlîaman de DAÎŞ’ê dixe dewrê.

Gelekî girîng e ku mirov zanibe bi qetlîama di 10’ê Cotmeha 2015’an de dixwestin çi bikin û paşperdeya qetlîamê zanibe. Gelê Kurd tevî gelên Tirkiyeyê, ji bo demokratîkbûn û azadbûna li Tirkiyeyê pêk were tifaqek ava kiribûn, di hilbijartina giştî ya di 7’ê Hezîrana 2015’an de serkeftineke mezin bi dest xistibû û derketibû holê ku ew hêzeke bingehîn e ku ew ê karibe pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike û ji niha û şûnde jî ava bike. Di hilbijartina giştî ya 7’ê Hezîrana 2015’an de AKP ji desthilatdariyê ketibû, hêzên demokrasiyê yên di nav HDP’ê de hatibûn ba hev, bûbûn hêza rêveberiyê ya demokratîk. Di dîroka Tirkiyeyê de cara pêşîn AKP û dewletên din têk çûn û qels bûn, Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî serkeftineke mezin bi dest xistibûn û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê derfeteke mezin afirandibûn. Li pişt vê serkeftinê hêza Tevgera Azadiya Kurdan, têkoşîn û mîrateya tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê û ya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hene. Tifaqa demokrasiyê xwe spartibû vê mîrateyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan, Elewiyan, jinan, bîr û baweriyên cihê, kedkar û hemû kesên hatine vederkirin û ji bo avakirina Tirkiyeyê ya li ser bingeha demokrasiyê hêzeke mezin ava kiribûn. Lê hêzên mêtinger ên dewletî yên ku dijminatiya Kurd û demokrasiyê dikirin, tifaqa AKP û MHP’ê ava kirin, ji bo pêşiya avakirina Tirkiyeyê ya li ser demokrasiyê bigirin û pêvajoyê berevajî bikin, Plana Çokdanîna ya ku berê hatibû avakirin, xistin dewrê. Li gorî vê planê qetlîam û komplo hatine kirin. Qetlîama li xaçerêka Gara Enqereyê, di çarçoveya Plana Çokdanînê ya tifaqa AKP û MHP’ê hatiye avakirin. Ji ber vê jî ev qetlîam li dijî demokratîkbûna Tirkiyeyê, li dijî biratiya gelan û îradeya jiyana hevpar hatiye kirin.

HÊVÎ Û TÊKOŞÎNA AZADIYÊ GEŞTIR BÛ

Li dijî faşîzma AKP û MHP’ê jî hêvî û têkoşîna azadiyê paş ve neçûye û mezintir bûye û îro ji bo diyarkirina siyaseta Tirkiyeyê bûye hêzeke girîng. Tifaq û têkoşîna ku gelê Kurd tevî gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ava kirine, di nav civaka Tirkiyeyê de kok daye û mayînde bûye. Ev ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê geşedaneke mezin e. Bêguman bi saya berxwedanê em hatin vê astê. Li hemberî zext, êrîş û qetlîamên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê jin, gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ketine nav berxwedaneke mezin. Vê berxwedana watedar û mezin hêviya azadiyê mezintir kiriye û îro jî tifaqa AKP û MHP’ê aniye ber asta hilweşandinê. Gelekî zelal e ku li hemberî vê berxwedanê planên çokdanîn, tasfiye û qirkirinê yên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tu encam nestendiye û plana wan pêk nehatiye.

JI BO XETA 3’YEMÎN BI HÊZTIR BIBE DIVÊ HEWIL BÊ DAYÎN

Tifaqa demokratîk a ji aliyê gelan, jinan, kedkaran û hêzên demokratîk ve hatiye avakirin, bi avakirina bloka ked û azadiyê re hîn xurtir bûye û bûye tevgereke çareseriya demokratîk a pirsgirêkên li Tirkiyeyê. Pêkan e ku bloka ked û azadiyê ya ku xwedî potansiyelek tifaqa demokratîk a berfireh e, li Tirkiyeyê pêş bikeve û bibe tevgera herî xurt a civakî û siyasî ya Tirkiyeyê. Ji bo bidestxistina vê divê her kes zêdetir bixebite. Xeta sêyemîn a siyasî ya vê tevgera demokrasiyê, hêza rast e ku ji civaka Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin digire û wê ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re çareseriya demokratîk pêk bîne. Digel ku xurtkirina vê xetê ji bo kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin xebata herî bingehîn e, helwesta li hemberî nêzîkatiyên ku wê qels dikin, pir girîng e. Li dijî helwestên takekesî yên bi rojeva polîtîkayên din tevdigerin divê helwestên pêwîst bên stendin û ji bo xurtkirina xeta sêyemîn ya li ser bingeha yekitiya demokratîk û çareseriya demokratîk hewl bê dayîn.

XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO ERKEKÎ EXLAQÎ Û SIYASÎ YE

Rêber Apo ji bo têkoşîna hevpar û tifaqa demokratîk a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kedeke mezin da û ji bo vê çarçoveyek bîrdozî û teorîk ava kir. Dîtin, famkirin û xwedîderketina vê yekê pir girîng e. Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi zanista neteweya demokratîk bi hev re bijîn û ji bo pêkhatina tifaqa demokratîk û avakirina Tirkiyeyê di nava xebateke girîng de bû. Ji ber vê xebat û helwestê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tecrîd û pergala êşkenceyê ya giran li ser Rêber Apo ava kiriye. Tevî vê yekê jî Rêber Apo li hemberî AKP-MHP’ê di nava berxwedaneke mezin de ye û helwesta xwe didomîne. Lewma xwedîderketina li Rêber Apo di çarçoveya xebatên tifaqa demokratîk û xeta 3’yemîn a siyasî de erkeke exlaqî û polîtîk e.

DIVÊ TEVGERA DEMOKRASIYÊ LI GORÎ BÎRANÎNA WAN XWE MEZIN BIKE

Weke Tevgera Azadiya Kurd, em pêşxistina têkoşîna yekîtiya gelan, veguhertin û înşakirina Tirkiyeyek demokratîk, weke pêwîstiyeke dilsoziya bi şehîdan re dinirxînin û diyar dikin ku ji bo vê yekê em ê hîn zêdetir ked bidin. Em diyar dikin ku em bi hemû hêz û hebûna xwe li bi gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan, kedkar û yên xwedî kevneşopiya baweriya demokratîk in. Bi têkoşîna hevpar a gelan re tevgera tifaqa demokratîk li Tirkiyeyê bûye hêzeke gelekî girîng. Çareserkirina demokratîk ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re bi berfirehkirina tevgera demokrasiyê, pêwîstiya dilsoziya bi şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi taybet şehîdên 10’ê Cotmehê ye. Bi vê hişmendî û helwestê em careke din di şexsê şehîdên 10’ê Cotmehê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dûran Kalkan: PKK’ê bû hêza çareseriyê

Nivîsa Pêş

Nasnameya 4 gerîlayên azadiyê ku şehîd bûne hate eşkere kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Nasnameya 4 gerîlayên azadiyê ku şehîd bûne hate eşkere kirin

Nasnameya 4 gerîlayên azadiyê ku şehîd bûne hate eşkere kirin

LEZGÎN – HPG: 6 dagirker hatin ceza kirin, derb li helîkopterekê hate xistin

8 dagirker hatin ceza kirin, 2 çeper hatin rûxandin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.