Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 5

Edîtor: Nucan Serdoz
03/09/2022 - 0:06
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 5
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Bîranîna Gerîla….

Hecî û heval xwarina xwe xwarin. Rabûn ser piyan, heval pereyê taştê da. Heciyê zikmeşk, beriya ku heval pere bide garson, bê dil destê xwe avêt berîka xwe, lê heval bi lez berî wî pere dan. Her du ji xwaringehê derketin ku bajarê Zerdeştê Kal lê ji dayîk bûye binasin, lê bigerin. Heciyê zikmeşk gote heval:
-Em berê li nav bajêr bigerin, nêzî saetekê, paşê jî em biçin golê, tu çi dibêjî heval?
-Ez tu deran nas nakim Hecî; tu min bibî ku derê, tu dizanî.
Nêzî saetekê li nav bajêr geriyan. Cihên ji heval re her tim pêwîst be nîşanî heval dan; rê, stasyon, kuşe…
Li hin cihan jî, Heciyê zikmeşk, heval agahdar û hiçyar dikir. Li cihên leçker û polîsan ji heval re digot: Ev der cihên leçker û polîsan e, pêwîst e tu li cihên wisa yekcar negerî, wêneyên van deran qet nekişînî.
Heciyê zikmeşk çi digot; heval jî, bi serê xwe erê dikir. Di nava bajêr de, tiçtên ku bala heval dikşand baxçeyên fêkî
bûn; baxçeyên sêv, xox, hirmî, mişmiş… Lê belê, li hêla din jî ji bo avakirina avahiyan birrîna baxçeyên daran bû. Li cihê daran êdî avahiyên ji betonê bilind bibûn. Li hêlekê bajêr mezin dibû; li hêla din jî xweza wêran dibû. Vê yekê heval dixist nava fikar û hizrên cuda cuda… Heval, xwe bi xwe re digot:
-Ma qey pêwîst e, ewqas ev baxçeyên bêhempa bi vî awayî bêne telefkirin? Ma qey, ewqas pêwîst dike ev bajar mezin bibe?
Birrîna ewqas daran, ma wê xweza qebûl bike? Gelo rojekê dê xweza heyfa xwe ji yên ku wê hildiweşînin û wê qetil dikin pirs neke?
Dema ku heval li ser talankirina xwezayê diponijî, Heciyê
zikmeşk gote heval:
-Em ber bi behrê (golê) ve biçin baştir e.
-Gotina te ye, Hecî.
Her duyan bi taksiyê berê xwe dan Gola Ûrmiyê. Destpêke berê xwe dan başûr-rojavayê golê, paşê jî berê xwe dan bakur rojhilatê golê. Ser dahnê êvarê jî berê xwe dan Rojhilatê Ûrmiyê, cihê ku dêra Asûriyan a qedîm lê ye.
Hîna li gundan baxçeyên fêkî pir bûn. Derdora bajêr hemû baxçeyên fêkî bûn. Ji bo ku baran barîbû wê rojê kêm gundî di nava baxçeyan de dixebitîn. Hîna gundiyan baxçeyên xwe bi avahiyên betonê re neguherîbûn û kevneşopiyên xwe parastibûn. Baxçe û dehlên çîn, parçek ji jîyana wan bû. Lê, bajarî ne wisa bûn. Dîn û îmana hin bajariyan pere bûn. Ji bo ku bi lez û bez hin bajarî bêrîkên xwe biwerimînin, her tiçtek difirotin. Çavên wan ji
bilî pereyan tiştek nedidît. Lewre baxçe talan kiribûn, bajar bibûn çoleke ji betonê…
Li başûr–rojavayê bajêr, Heciyê zikmeşk ji heval pirsî:
-Em, li çayxaneyekê çayekê vexwin an na? Wexta nimêjê ye, ez ê nimêj jî bikim.
-Baş e,Hecî
Nêzî saetekê bi taksiyê geriyan, lê rastî tu çayxaneyan nehatin.
Piştî saetekê rastî pîremêrekî hatin. Pîremêr zibilê axurê sewalê xwe diavêt. Heciyê zikmeşk ji pîremêr pirsî:
-Mamo, li van deran qet çayxane nîn in?
-Belê birazî, çayxaneya min jî heye, dikana min jî heye.
Pîremêrê ku axurê sewalê xwe paqij dikir, bi destên xwe yê bi rêxa sewalan du çay û li rex çayê jî paste li ser sêniyekê ji mala xwe anî cihê ku heval û Heciyê zikmeşk lê rûniştîbûn, li ser masê danîn.
Wexta ku çavên heval bi destên wî yên gemar ketin, dilê heval rabû. Lê belê heval ji neçarî çay vexwar û paste jî xwar. Di wê kêliyê de di navbera Heciyê zikmeşk û xwediyê çayxanê de nîqaşeke balkêş destpêkir:
-Hecî hîn bihar e, ji bo çi ava golê ewqas kêm e?
-Tu dizanî baran û berf pir kêm barî. Ji ber wê yekê ye.
-Hecî ji bo çi baran û berf kêm dibare? Zivistana borî berf yek car nebarî. Pişekî jî baran barî, lê bi barana ku barî jî gol tijî nabe.
Tu, dev ji hişkbûna golê berde, ji bo ku sal wisa bê berf û barandiborin gelek nexweşî peyda dibin.
-Sedema vê yekê çi ye, Hecî?
-Li gorî fikra min, em xwezayê qetil dikin, xweza jî li me tê xişmê. Xweza ji yê ku wê talan dikin heyfa xwe werdigire. Li bajêr binihêre Hecî, her der bû beton. Berê her der baxçeyên fêkî bûn.
Heval û Heciyê zikmeşk ji çayxanê berê xwe dan Rojhilata Ûrmiyê, dêra Asûriyan. Rêya dêrê hinek qîr hinek jî çose bû. Lê, hîna baxçe û dehlên di rêka dêrê de û yên li derdora dêrê nehatibûn birrîn. Bi piranî baxçe, bax, dehl hîna li çûna xwe bûn. Ev der ango derdora dêra Asûriyan hîna nehatibû çol kirin. Dêr jî ji xwe di nava bax û baxçeyan de bû.
Heciyê zikmeşk, ji berpirsyarê dêrê re got:
-Ev xweş mirov mêvanê min e. Dixwaze li dêrê bigere, pir ji cihê wisa yê qedîm hez dike.
-“Ser seran, ser çavan.” Û gazî yekî ku li dêrê dixebitî kir, bi zimanê Asûrî hin tişt jê re gotin. Zilamê xebatkar, bi serê xwe, gotinên berpirsyarê dêre êre kirin. Piştre ji heval û Heciyê zikmeşk re got:
-Bi fermo.
Pêşî derbasî cihê ku wêneyê H.Îsa tê de bûn. Li devê derî xebatkar pêlavên xwe ji lingên xwe kirin. Piştre heval û Hecî jî pêlavên xwe ji lingên xwe kirin, derbasî mezel bûn. Di mezel de tiştê ku bala mirov dikişand, zindîbûna wêneyê H.Îsa bû, tiştê dîtir jî paqijiya mezel bû. Liv û tevgara xizmatkarê dêrê çawa bûna, heval û Heciyê zikmeşk jî wisa dikirin. Xizmetkar berê li ber wêneyê H.Îsa sekinî, îşareta xaşa Îsayiyan kir. Heval û Heciyê zikmeşk jî ew îşareta ku xizmatkarê dêrê kirî di heman demê de kirin. Paşê, xizmetkarê dêrê li cihê dîtir ê dêrê ew gerandin. Hin gahî dan wan.
Gote wan:
-Ev der heft sed sal berê hatiyê avakirin. Demeke din her du ji dêrê derketin û bêre xwe dan mala ku heval, êdî bi tena serê xwe lê bimîne. Di rê de heval, li ser cihê ku Heciyê zikmeşk pê dane nasandin pir hizirî. Her dida hizra xwe, gelo ji bo çi, Heciyê zikmeşk ez nebirim dêreke Ermeniyan, mizgefteke Kurdan, sînagogeke Cihûyan? Di dilê xwe de heval got; ez jê pirs bikim dê baş be an na?
Lê, di dilê xwe de heval biryar da ku ji Heciyê zikmeşk pirs bike û jê pirsî:
-Hecî ji bo çi, te ez nebirim dêr an jî cihekî dîtir ê Ermeniyan, mizgefteke Kurdan, sînagogeke Cihûyan?
-Heval, Ermenî hîz û diz in. Navbera me Azerî û Ermeniyan nexweş e. Wexta di şerê Simkoyê Şikakî de Kurdan û Ermeniyan pêkve, em Azerî qetil kirin. Li vir; Kurd sunî ne, em jî şîa ne. Lewra min tu nebir cihê Kurd û Ermeniyan. Vê gavê jî ji ber pirsgirêka Karabaxê, navbera Ermenî û Azeriyan nexwaş e. Lê, navbera Komara Îslamî ya Îranê û Ermenistanê xweş e. Em Azerî, ji Ermeniyan hez nakin. Cih û warê Kurdan jî ez bi xwe kêm diçimê, ji bo ku ez karmendê îstixbaratê me, ez ji xwe ditirsim.
-Ji bo çi tu ji xwe ditirsî Hecî? Ma qey te gelek neheqî û zilm li Kurdan kiriye?
-Na heval. Min tu neheqî li Kurdan nekirî ye. Lê belê, tu dizanî vê dawiyê we PJAK da damezrandin. Milîtanên PJAK’ê û milîsên wan êrîşî me dikin.
Heval di dilê xwe de got:
-Seg bav, ez bawer im te çiqas zilm li Kurdan kiriye? Ez dizanim tu yekî çiqas zilmkar û bê rehm e.

 

Dê berdewam bike……

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Ê ku nikare azad bibe nikare bi ser bikeve, yê ku nikare bi ser bikeve nikare bijî! Li Kurdistanê qanûna jiyanê ev e”

Nivîsa Pêş

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Wek Têgîn Konfederalîzm -5

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Wek Têgîn Konfederalîzm -5

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Wek Têgîn Konfederalîzm -5

Kêliyên ji jiyana gerîla – II

Kêliyên ji jiyana gerîla – IIII

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.