Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Di pêşengtiya ciwanan de şêniyên Til Hemîsê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Di bin dirûşmeya "Riya we riya me ye, armanca we armanca me ye" duh di pêşengtiya ciwanan de, bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê meşiyan.

Edîtor: Nucan Serdoz
28/07/2022 - 12:01
di nav Çalakî, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Di pêşengtiya ciwanan de şêniyên Til Hemîsê li dijî dagirkeriyê meşiyan
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Duh di pêşengtiya ciwanan de bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser herêmên Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê û bi armanca piştgirî dayîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk meşekê li darxistin û gotin, “Bi ruhê berxwedana şehîdan û bi ruhê berxwedana jinan, em dîsa piştgiriya xwe ya bi Hêzên Sûriya Demoqratîk re nû dikin. Yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û ew têkbirin, niha jî dîsa xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ve diparêzin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser li pêşiya navenda Trafîkê ya li başûrê navçeya Til Hemîsê kom bûn û alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, alên Partiya Yekîtiya Demokratîk û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hildan. Meş ji ber navenda trafîkê destpêkir, û li kolanên sereke yên navçeyê geriyan û beşdaran pankartên ku li ser nivîsîbûn “Riya we riya me ye û armanca we armanca me ye” rakiribûn.

Beşdarvan heya ber bi sahaya şehîdan meşiyan û li wê derê ji bo tevahî şehîdên azadiyê deqeyekî rêz hate girtin. Piştî wê ji aliyê rêveberiya Meclîsa Ciwanan ya navçeya Til Hemîsê Ferah El-Selman ve daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, yên ku bi erkên xwe yên mirovî ranabin, û rê li ber sûcên dij mirovî ya Erdoxan û çeteyên wî yên hov nagirin, hate şermezar kirin.

Her wiha Ferah destnîşan kir, ewê xwîna ku şehîdan dane û soza ku bi şehîdan re hatiye dayîn, tu carî ji bîr nekin, ji ber vê jî wê hertim welatê xwe biparêzin.

Piştre rêveberê Meclîsa Ciwanên navçeya Til Hemîsê Atallah El-Selam axivî û êrîşên dagirkeriya ya dewleta Tirk, ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Heman demê de Atallah bal kişand ser plana pêkanîna xeyalên Osmaniyên nû ku ji holê rakirina projeya Netewa Demoqratîk hedef digire.

Atallah destnîşan kir ku soza wan daye şehîdan wê heya dawiyê jî berdewam bike. Heman demê de Atallah bang li hemû ciwanan kir ku ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, û li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk, cihê xwe di nava qadên leşkerî de bigirin.

Herî dawî çalakiya ciwanan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Hêzên Sûriya Demoqratîk” bi dawî bû.

 

1 Ji 4
- +

1.

2.

3.

4.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêxistinbûyîna ciwanan ya di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de dewam dike

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 7 şehîdên Herêmên Parastina Medyayê eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 7 şehîdên Herêmên Parastina Medyayê eşkere kir

HPG'ê nasnameya 7 şehîdên Herêmên Parastina Medyayê eşkere kir

NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne

NPG'ê bi peyamekê berxwedana gerîlayên azadiyê pîroz kir

Manşet

  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mûrat Karayilan: Berdêla Xwe Çi Dibe Bila Bibe, Em ê Rojava Bi Tenê Nehêlin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.