Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şenge Rizgar: Ger em hêza xwe bikin yek, wê tu kes nikaribe me têk bibe

Şenge Rizgar got; "Ciwanên Kurd ji hêzên din, zêdetir dikare jiyan û rastiya xwe fêm bike. Ji ber vê girînge ku em hemû hêza xwe bikin yek û çalakiyan bi pêşbixînin. Ger em wisa bikin, ne tenê dewleta Tirk ya dagirker, wê tu hêzeke din nikaribe me têk bibe."

Edîtor: Nucan Serdoz
28/07/2022 - 14:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
Şenge Rizgar: Ger em hêza xwe bikin yek, wê tu kes nikaribe me têk bibe
ParvekeTweet

SILÊMANÎ – Di ser peymana Lozanê re 99 sal derbas bûn, ku di peymana Lozanê de her du parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê ji Împaratoriya Osmaniyan hatin cudakirin û di bin kontrola her du dewletên Îraq û Sûriyê de hatin dabeş kirin. Piştî parçebûn û dabeşbûna herdu perçeyên dîtir yên Kurdistanê, hêzên dagirker rastî têkoşîn û berxwedaneke bê hempa ya gelê Kurd hatin. Li ser vê bingehê yek ji perçeyên herî biçûk ya Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê, li dijî rêjîm û desthildariya BAIS, têkoşînekî bê hempa û bi bedêl hate dayîn. Ew têkoşîna gelê Kurd jî, bi xwe re şoreşek anî. Ji dema avabûna şoreşa Rojavayê Kurdistanê heya roja îro dewleta Tirk ya dagirker, tu carî êrîşên xwe kêm nekirine. Ji ber vê jî plan kirin ku ji bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ve destpê bikin û bi dagirkirina tevahî xaka Rojavayê Kurdistanê re, xwe bigihînin Herêmên Parastina Medyayê. Lê belê hem ji aliyê gelê Kurd û hem jî ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve, li dijî dagirkeriyê bersivên xurt hatin dayîn.

Bi taybet Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi berxwedana xwe ya dîrokî û destanwarî, rê li ber êrîşên dûr û dirêj ya dagirkeriyê girtin. Planên ku hêzên dagirker ji bo tunekirina gelê Kurd amade dikir, ji aliyê bi berxwedana gerîla re ev plan pûç bû. Ji ber vê jî tevahî gelên azadîxwaz hêviyên xwe ya jiyana azad û serbixwe, bi gerîla ve girêdan e.

Li ser vê bingehê jina ciwan ya ji Başûrê Kurdistanê ku, li hember êrîşên dagirkeriyê ya bi hevkariya PDK’ê li ser tevahî axa Kurdistanê û bi taybet ser Başûrê Kurdistanê tê kirin bi berteke, hêrsa xwe ya li hember dagirkeriyê bi ajansa me re parve kir. Jina ciwan Şenge Rizgar diyar kir ku tu kes bi qasî Kurdekî nikare jiyana wan fêm bike, ji ber vê bang li hemû Kurdan kir ku destê xwe bikin yek û li dijî dagirkeriyê bê deng nemînin.

Bi temamî axaftina Şenge Rizgar ya derbarê êrîşên dagirkeriyê de wiha ye;

“Wekî dizanin Kurdistan parçeyeke herî stratêjîk ya ser rûyê erdê ye, ji ber vê jî di dîrokê de dewletan xwestine dagir bikin, bi sedan car ji bo wê hewldan e. Bê guman gelê Kurd jî di dîrokê de heya niha ji bo ku xwe biparêze bi sedan car şer kiriye. Hemî dewletên hegemon bi tenê an jî bi hev re ji bo dagirkirina Kurdistan hewl dane û dagir jî kirine. Lê belê ciwanên Kurd û gelê Kurd hertim rê li ber van êrîşan girtine. Heman demê de ji bo derxistina dagirkerî ji Kurdistanê têkoşîneke mezin dane meşandin.”

“Wek tê zanîn peymana Lozanê ber bi dawîbûnê ve diçe, ji bo wê jî dewletên hegemon carek din bi hinceta dawî bûyîna peymana Lozanê dixwazin planên xwe bixin merîyetê de û careke din Kurdistanê dagir bikin. Vê planê weke derfetên xwe yên dawiyê pêk tînin, pratîze dikin. Ji ber vê em weke ciwan û çalakvan, divê hemû bi hevre vê planê bi binbixin.”

“Di dîrokê de jî pir zelal tê dîtin ku dewleta Tirk ya dagirker, hertim bi Kurdistanê re mijûl bûye. Niha jî dîsa bi piştgiriya hêzên hegomanîk planek wisa daniye pêşiya xwe ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Pêwîste em ji bîr nekin ku dewletên hegemon hemû di pişt perdê bi hevre ji bo dagirkirina mirovahiyê li hevkirinan dikin. Lê belê dîsa jî Gerîlayên Kurdistanê, gel û ciwanên Kurd bi berxwedana xwe careke din rê li ber planên bi vê rengî girtin, û li pêşiya pêkanîna armancên wan bûn asteng.”

“Destpêkê herkes xwe bi rêxistin bike, ta ku karibe xwe biparêze. Bi taybet aliyê siyasî de xwe bi pêşbixe, ji ber ku hêzên dagirker bi riya siyasî ketine nava axa Başûrê Kurdistanê de. Heman demê de li vê derê dixwazin bi riya şerê taybet tevahî ciwanan ji armanca wan û jiyana wan dûr bixin, bi vê riyê jî dixwazin di Başûr û tevahî Kurdistanê de tevlîheviyan çêbikin. Ji bo wê jî divê êdî em weke ciwan hêza xwe bibînin, yanê divê em ciwan hêza xwe ya mezin ku dikare civakê bi rêve bibe, bibînin. Divê herkes fêm bike ku êdî em nayên dagirkirin, em armanca hêzên hegomanîk û dagirker baş nasbikin. Em nasbikin ku ew dixwazin pêşerojek çawa ji me re ava bikin.”

“Di mala xwe de bi rihetî rûnişkandin, nayê wateya ku welat hatiye rizgarkirin, rizgarkirina welat, tê wateya rizgarkirina hiş û jiyana me ya hatî dagirkirin e. Li ser vê bingehê ez bang li tevahî ciwanan dikim ku ji vê gavê û şûn de ji dagirkeriyê re rê nedin. Ciwanên Kurd ji hêzên din, zêdetir dikare jiyan û rastiya xwe fêm bike. Ji ber vê girînge ku em hemû hêza xwe bikin yek û çalakiyan bi pêşbixînin. Ger em wisa bikin, ne tenê dewleta Tirk ya dagirker, wê tu hêzeke din nikaribe me têk bibe.”

 

NC// Destîna Qendîl 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HRE: 11 leşkerên dagirker û 3 çete hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Destpêkê ser Bagok niha jî ser Omeriyayê êrîş hene

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Destpêkê ser Bagok niha jî ser Omeriyayê êrîş hene

Destpêkê ser Bagok niha jî ser Omeriyayê êrîş hene

Şêniyên Efrînê: Em ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade ne

Şêniyên Efrînê: Em ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade ne

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.