Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Her sê NATO’yên DYA’yê jî nikarin pêşî li hilweşîna kapîtalîzmê bigirin

Edîtor: Nucan Serdoz
14/07/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
Her sê NATO’yên DYA’yê jî nikarin pêşî li hilweşîna kapîtalîzmê bigirin
ParvekeTweet

Di dawiya meha Hezîranê de civîna NATO’yê ya sê rojan a li paptexta Spanyayê Madrîdê pêk hat. Ji ber şerê Ukraynayê eleqeya li vê civînê zêdetir bû. Mijareke aşkera jî endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li NATO’yê bû. Di vê çarçoveyê de Tirkiye û Tayyîp Erdogan jî bi qismî xuya bûn. Bê guman Kurd jî heta astekê ketin rojevê.

DIJMINÊN NÛ YÊN ROJAVAYIYAN

Di civîna par de qala “vîzyona nû ya NATO’yê û ji nû ve sazkarkirina cîhanê ji aliyê NATO’yê ve di deh salên pêş de” hatibû kirin. Di nava salekê de du bûyerên girîng di vê çarçoveyê de pêk hatin. Pêşî DYA ji Efganistanê vekişiya. Bê guman vekişîna DYA’yê dihat wateya vekişîna NATO’yê. Piştre artêşa Rûsyayê êrişî Ukraynayê kir. Bi vî rengî şerê NATO û Rûsyayê bi rengekî vekirî di ser Ukraynayê re pêşbiçav bû.

Civîna NATO’yê ya li Madrîdê hinekî din bi pêş ve çû û hema bêje şerê fermî li dijî Rûsya û Çînê ragihand. Hêza xwe ya şer a amade ji 40 hezarî derxist 300 hezarî. Hema hema endamtiya Swêd û Fînlandiyayê teqez kir. Her wiha “rejîmên diktator û terorîzm” wek dijminên nû dan nasîn. Bi ‘rejîma dîktator’ amaje bi Rûsya û Çînê dihat kirin. Nîqaşa ‘terorîzmê’ jî bi bi ‘bakurê Afrîkayê’ re hate kirin. Bi vî rengî mîna ku li Amerîka û Ewropayê li dijî Asya û Afrîkayê şer îlan kiribe.

Helbet em nizanin bê ka di civînê de çi qas hatiye nîqaşkirin lê berî û di dema civînê de Kurd gelek caran bi rêya çapemeniyê diketin rojeva nîqaşê. Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê jî di vî warî de daxuyaniyek da. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî daxuyanî dan. Di çapemeniyê de gelekî hat nîqaşkirin bê ka Kurdan ji civîna NATO’yê tiştek bi dest xistiye yan ji dest daye. Nîqaş hê jî didome.

KUŞTINA OLOF PALME Û DIJMINATIYA KURDAN A LI SWÊDÊ

Em diyar bikin ku ji civîna NATO’yê tiştek tune bû ku Kurd bi dest bixin heta ku ji dest bidin? Ji ber ku NATO’yê civînek li dar xist ku bi xwe rêxistinek e ku 73 sal e sîstema qirkirina Kurdan zindî dihêle. Ji sala 1985’an ve li Kurdistanê hêza fermî û de facto ya şerê li dijî Gerîlayên Azadiyê ye. Dewletên ku NATO’yê ava kir, ew dewlet bûn ku pirsgirêka Kurd derxist holê, yanî Kurd xistin bin sîstema qirkirinê. Ji ber vê yekê, gelo ji rêxistineke bi vî rengî dikare der heqê Kurdan de tiştekî erênî çêbe? Herî zêde dikarî biryara ’em ê guh bidin qanûnên şer û bikaranîna çekên kîmyewî û nukleerî yên taktîk rawestînin’ bihata dayîn. Bê guman mijareke wiha jî nehat nîqaşkirin.

Li aliyê din, rewşa dewleta Swêdê û peymana wê ya bi rêveberiya AKP-MHP’ê re ku bikeve nava NATO’yê, mijara nîqaşê ye. Qaşo dewleta Swêdê destekeke zêde dida Kurdan, lê ji bo bikevin nava NATO’yê bi dewleta Tirk re bazar kirin! Bi ser de jî peymanên ku soz dane ku destekê nadin Kurdan, çêkirine! Dema mirov vê dibihîze, mirov şaş dibe. Ma Swêd nîn e ku ji sala 1986’an ve navenda êrişên li Ewropayê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd e? Çi qas zû hat jibîrkirin? Aşkera ye NATO li ser bingeha kuştina Olof Palme ev 36 sal e Swêdê li dijî Kurdan bi kar tîne û dê ji niha û pê ve jî heman tiştî li ser bingeha endamtiya NATO’yê bike! Bi kurtasî li vir jî tiştek neguheriye.

TAYYÎP DILÊ ALÎGIRÊN XWE XWEŞ KIR

Dema mijar dibe rewşa Tayyîp Erdogan û Tirkiyê, mîna ku hin derdoran destnîşan kiriye, ev rewş hinekî tevlihev e. Dem dê nîşan bide ka ji civîna dawîn a NATO’yê Tayyîp Erdogan û Tirkiyê çi bi dest xist û an jî ji dest da. Ji ber ku Tayyîp Erdogan li korîdorên NATO’yê xwe nîşan da û dilê alîgirên xwe xweş kir. Lê belê ev nayê wê wateyê ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dê neyê hilweşandin. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê NATO hilnaweşîne! Faşîzma AKP-MHP’ê dê ji aliyê gelên Tirkiyê û Kurdistanê ve bê hilweşandin û hîna gotina xwe ya dawîn negotine. Lê belê gihaştine qonaxa dawîn. Diyar e ku di demeke nêz de dê gel û hemû bindest gotinên xwe yên dîrokî bibêjin. Tenê NATO dê bikare faşîzma AKP-MHP’ê ji hilweşînê xelas bike. Dibe ku ev hilweşandin bibe destpêka hilweşîna dawîn a kapîtalîzmê ku NATO hewl dide biparêze.

Gerçî Trump dest bi şerê DYA û Çînê kiribû. Tişta ku rêveberiya Biden kiriye ew e ku Rûsya li vê zêde kir û hemû Ewropayê îqna kir ku li dijî Çîn û Rûsyayê şer bike. Gelo tevahiya Ewropayê bi rastî jî bi vê yekê bawer e? Mesela dewletên Ewropayê bi rastî jî dikarin li dijî Çînê bixin nava şerekî? Eger bixinê jî, ev rewş dê heta kengî bidome? Ev hemû pirsên pir girîng in. Ji ber ku Ewropa ji derveyî Brîtanyayê ji bo vê rewşê ne amade ye.

Xuya ye bi derxistina şerê Ukraynayê re rêveberiya heyî ya DYA’yê kiriye ku dewletên Ewropayê vê qebûl bikin. Ji ber ku şerê Ukraynayê Ewropa tirsandiye. Maşela, rêveberiya Pûtîn jî di vî alî de têra xwe hêsaniyê ji DYA’yê re çêdike. Ji ber vê sedemê ye ku Swêd û Fînlandiya piştî 73 salan tev li NATO’yê bûn û Ewropayê tev li şerên li dijî Rûsya û Çînê dibin. Lê ev rewş her tim namîne, dewletên Ewropayê ew qasî bi hêsanî di vî halî de namînin ku demeke dirêj li dijî Rûsya û Çînê di pozîsyona şer de bin.

BI ŞERÊ UKRAYNAYÊ EWROPA TIRSANDIN Û ÎQNA KIRIN

Li vir, em tên ser mijara bê ka kê şerê Ukraynayê da destpêkirin. Wek hikmekî giştî em dikarin bibêjin ku kî herî zêde ji şer sûdê wergire, wî derxistiye. Baş e di rewşa heyî de kî herî zêde ji şerê Ukraynayê sûdê werdigire? Bi zelalî, berjewendiyên DYA’yê hene. Her wiha sûdê didê ku tevahiya Ewropayê bixe nava şerekî li dijî Rûsya û Çînê. Yên ku li ser pêwîstiya birêxistinkirina hêzeke parastinê ya Ewropayê bi gotina ‘NATO bi mirina mêjî re rû bi rû ye’ niha jî di çarçoveya şerê Ukraynayê de li dijî Rûsya û Çînê bi fermandariya DYA re dest bi seferê dikin.

Aşkera ye ku DYA di nava şert û mercên din de nekariye rewşeke bi vî rengî biafirîne. Ev 30 sal e li Iraqê û ev 20 sal e li Efganistanê şer dike, lê zêde tiştek qezenc nekiriye. Ancax piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê karîbû li ser vê bingehê 30 salan jiyana sîstema kapîtalîst dirêj bike. Lê ev jî hatiye wê astê ku di nav pergala kapîtalîst de bi rengekî cidî lîdertiya DYA’yê winda bibe. Heke şerên li Efganistan û Iraqê çend salên din wekî berê dewam bikira, dê bandora DYA’yê li ser dewletên Ewropayê û NATO’yê nebûya. Lê dema ji Efganistanê vekişiya û dest bi şerê Ukraynayê kir, dewletên Ewropayê yên ne endamên NATO’yê jî ber bi aliyê xwe ve kişandin û ew kirin dijberên Rûsya û Çînê.

Ev yek dikare pêşengiya Amerîkayê di nava sîstema kapîtalîst de heta kîjan astê mayînde bike? Di nava krîz û kaoseke kûr de dikare heta kîjan astê pêşî li hilweşîna kapîtalîzmê bigire? Çi qasî bikevin nava hewldanan jî, xuya ye rewşa heyî dê zêde dewam neke. Ji bo emrê sîstemê û pozîsyona xwe ya serokatiyê dirêj bike, ji aliyê hin derdoran ve tê gotin ku DYA ‘serî li sê formulên NATO’yê’ dide.

HER SÊ NATO DÊ ÇI BIKIN?

Ji van a yekemîn NATO’ya heyî ya Ewropayê ye. Aşkera ye ku ev dê li dijî Rûsyayê bê xebitandin. Ya duyemî ‘NATO Pasîfîkê’ ye. DYA’yê beriya du hefteyan bi 3 dewletên Pasîfîkê re ku Brîtanya jî di nav de ye, “Hevgirtina Pêncalî ya Pasîfîkê” ava kiribû. Ya sêyemîn jî ‘NATO’ya Rojhilata Navîn’ e ku li dijî Îranê ye. Dê bingeha vê jî Îsraîl û hinek dewletên Ereban ava bikin. Heta tê gotin ku dê dewleta Tirk jî tê de cih bigire. Zêdebûna trafîka dîplomatîk a li Rojhilata Navîn di dema dawî de û dan û standinên Îsraîl-Tirkiye û Erebistana Siûdî-Tirkiyê bi vê ve girêdayî ne. Tê diyarkirin ku DYA dixwaze her sê herêmên krîzê li ser vê bingehê bigire û wan di nava şer de bi rê ve bibe.

Helbet, ev tenê tesewirên Qesra Spî ne. Ji ber ku pir zehmet e ku pêk bên. Heta dijberiya niha ya Ewropayê ya li dijî Rûsyayê jî, gelek caran dikare bi şaşiyên rêveberiya Pûtîn ve were girêdan. Dijberiya Ewropayê ya li dijî Çînê gelekî zehmettir e. Ji bo Îranê, tevî hemû hewldanên ku 40 sal e dikin jî DYA’yê nekarî dewletên Ewropayê, bi taybetî Almanya û Fransayê bikişîne ser helwesta ku dixwaze li hemberî Îranê nîşan bide. Di vê mijarê de şerên li Iraq û Efganistanê jî, daxwaza DYA’yê bi ser nexist. Xuya ye ji niha û pê ve dewletên Ewropayê xwe nagihînin wê radeyê ku DYA li dijî Îranê dixwaze. Dijberiya Îranê ya herêmî ya bi pêşengiya Îsraîlê, zehmet e ku ji tiştên heyî wêdetir biçe. Bi kurtasî, xuya ye “Sê formulên NATO’yê” yên DYA’yê ji destpêkê ve mirî ne.

Heke em dîsa li destpêkê vegerin; NATO dê li ser bingeha Konsepta Madrîdê çi bike? Ew ê li dijî ‘rejîmên dîktator’ derkeve! Û vê yekê dê bi kê re bike? Bi dîktatorên Tirkiyê yên piştî Kenan Evren re; Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî! Wekî din NATO dê çi bike? Ew ê li dijî “terorîzmê” tê bikoşe! Îcar bi kê re? Bi Tayyîp Erdogan re ku mamosteyê DAIŞ’ê ye û serkêşiya “Birayên Misilman” dike û bi çekên qedexekirî li dijî Kurdan sûcên şer pêk tîne û terora dewletê û qirkirinê dimeşîne! Aşkera ye, berevajî ya ku hinek hewl didin nîşan bidin, NATO’ya Madrîdê pêbaweriya xwe ya berê jî ji dest daye.

Selahattîn Erdem Nîvîsandiye……

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji pênûsa Gerîla – Keça Çiya… Rêheval Nûda

Nivîsa Pêş

10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Hesen Elî Mihemed: Serkeftina şoreşa Rojava di avakirina şoreşa ziman de bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Hesen Elî Mihemed: Serkeftina şoreşa Rojava di avakirina şoreşa ziman de bû

10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Hesen Elî Mihemed: Serkeftina şoreşa Rojava di avakirina şoreşa ziman de bû

TAYBET – Dengê Gerîla: Berxwedana 14’ê Tîrmehê li ser esasê fikirên Rêber Apo bû

TAYBET - Dengê Gerîla: Berxwedana 14'ê Tîrmehê li ser esasê fikirên Rêber Apo bû

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.