Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Dengê Gerîla: Berxwedana 14’ê Tîrmehê li ser esasê fikirên Rêber Apo bû

Gerîla Barîn Amanos diyar kir ku berxwedaniya 14'ê Tîrmehê ya ku bi rihekî fedayî hatî meşandin, bingeha xwe ji fikir û felsefeya kûr ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digire.

Edîtor: Nucan Serdoz
14/07/2022 - 0:14
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Pêşengê berxwedana 14’ê Tîrmehê şehîd Kemal Pîr, berwedana ku dane pêşxistin wiha pênase kir; “Em jiyanê, bi qasî ku di oxira wê de canê bidin jê hezdikin.” Ev wateya mezin, li Kurdistanê bû xet, helwest û biryardariya mezin kirina têkoşînê.

Di vê dema tekoşînê a dijwar de, berxwedan û rihê 14’ê Tîrmehê, bi pêngava şoregerî di pêşengtiya gerîlayên serdemê de li Zap, Avaşîn û Metînayê tê jiyan kririn. Di roja îro de dewleta Tirk û hevkarên wî bi feraseta faşîst ya darbeya 12’ê Îlonê bi plangeriyên nû êrîşî gelê Kurd û tevgera azadiyê dike. Şerekî herî kirêt û dijwar li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dide meşandin. Çawa ku li hemberî faşîzm û darbeya 12’ê Îlon’ê berxwedana dîrokî hate pêşxistin. Îro jî li hemberî êrîşên topyekûn, tecrîda girankirî û plangeriya tasfiyekirinê bi rihê 14’ê Tîrmehê berxwedaneke topyekûn tê meşandin.

Li ser vê bingehê di çarçoveya heman mijaran bi riya Radyo gerîla Barîn Amanos ji ajansa me re axivî. Barîn di axaftina xwe de wiha got; “Ya ku hêştî berxwedanî bigihêje serkeftinê fikirên Rêber Apo bû, ji bo vê jî dijmin got pêwîste em kaniyê hişk bikin. Li ser vê esasê li hember Rêber Apo komployekî navnetewî bi pêşxistin. Dîsa ji bo Rêber Apo jî wisa fikar dikirin ku dema wî bigirin, wê tevgerê tesfiye bikin, ger tesfiye jî nebe, wê bikeve bin kontrola wan, lê belê dîsa planên wan têkçû.”

Bi temamî axaftina gerîla Barîn Amanos wiha ye;

“Berxwedana ku di 14’ê Tîrmehê de, di pêşengtiya heval Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Akif Yilmaz de hatî meşandin, li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Dijmin ji ber tirsa xwe ya li hember van hevalan, êrîş kir û hevalên pêşeng girt. Lê belê van hevalan bi fikirên rêbertiyê li hember her êrîşê heya dawiyê berxwedan. Berxwedana 14’ê Tîrmehê hem ji bo tevgera azadiyê û hem jî ji bo tevahî gelê Kurd, wekî vejînekî nû bû. Weke ku şehîd Mehmet Xeyrî Durmuş dibêje “Dema ez mirim, li ser gora min binivîsin, dêndarê gelê xwe me”. Li ruxmî hemû berxwedaniya ku li hember êrîş û îşkenceyan hatî kirin, dîsa jî xwe dêndar dibînin. Ji ber vê yekê jî ev gotin ji rêzê nîne, mirov nikare wê wekî hevokekî tenê bigire dest, hundirê van gotinan pir dagirtiye.”

“Dijmin wisa fikar dikir ku dema wan bigire, wê karibe wan xilas bike, lê belê hevalan heya dawiyê bi îradeyekî mezin berxwedan û bi vê rengî gihîştin şihadetê. Piştî vê berxwedaniyê xeyalên dijmin vala çûn. Dijmin wisa dizanîbû ku wê karibe tevgerê tesfiye bike, lê belê tam dijberî wê tevgera hîna zêdetir xurt bû. Bi hezaran Alî Çîçek, Kemal Pîr û Mehmet Xeyrî Durmuş çêbûn. Ya ku hêştî berxwedanî bigihêje serkeftinê fikirên Rêber Apo bû, ji bo vê jî dijmin got pêwîste em kaniyê hişk bikin. Li ser vê esasê li hember Rêber Apo komployekî navnetewî bi pêşxistin. Dîsa ji bo Rêber Apo jî wisa fikar dikirin ku dema wî bigirin, wê tevgerê tesfiye bikin, ger tesfiye jî nebe, wê bikeve bin kontrola wan, lê belê dîsa planên wan têkçû.”

“Rêber Apo heya niha ruxmî ku fîzîkî bi tenê di zîndana Îmraliyê de ye, berxwedaniyekî bê hempa dide meşandin. Ev jî kûrahiya fikir û ramanên Rêber Apo nîşan dide. Ruxmî tecrîda giran û qedexeyên hevdîtinê, Rêber Apo bê navber têkoşîn dike. Di bin navê cezayê displînê û keştî xirabe ye de, bi van hincetan dixwazin me ji nirxên me û rêbertiya me ve dûr bixin. Heman demê de dixwazin destpêkê gel û serokatî ji hevdu dûrbixin. Lê belê nikarin vê bikin, raste rêbertî fîzîkî di zîndanê de ye, lê belê weke fikir li hemû dinyayê belav bûye, ji ber vê jî Rêbertî îro ne tenê Rêberê Kurdan e.”

“Rêber Apo di bin tecrîdeke girankirî de, ji bo me û hemû gelan kedekî pir mezin dide. Rêber Apo bi berxwedaniya xwe komplo vala derxist. Berxwedaniya Rêber Apo ya li zîndana Îmraliyê li her derê deng veda. Herkes êdî dibêje ev ne tenê serokê Kurda ye, serokê me hemûyan e. Ji bo vê jî sekna ku Rêber Apo nîşan dide, divê em wê ji rêzê negirin dest. Li hember wê erka me wekî ciwan ewe ku em çiqasî rêbertî fêm dikin, çiqasî hîs dikin. Ji bo ku em cihê xwe di nava şoreşê de jî bizanibin, emê fikirên rêbertiyê bixwînin. ”

“Di dawiyê de mirov dikare bêje berxwedaniya bê hempa ya şehîdên 14’ê Tîrmehê bingeha xwe ji sekna Rêber Apo digire. ji bo me ciwanan jî girînge, li serê van çiyayan, ji bo gelê xwe û her gelekî bindest ku li hember dagirkeriyê li berxwe didin, rolekî sereke bilîzin. Cihê xwe di nava şoreşê de girtin, serbilindiyeke û cihê rûmetê ye.”

 

NC// Zerya Bagok

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Hesen Elî Mihemed: Serkeftina şoreşa Rojava di avakirina şoreşa ziman de bû

Nivîsa Pêş

TAYBET – Şehîdên 14’ê Tîrmehê ji bo mirovahiya azad ji nû da dîrok nivîsandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Şehîdên 14’ê Tîrmehê ji bo mirovahiya azad ji nû da dîrok nivîsandin

TAYBET - Şehîdên 14'ê Tîrmehê ji bo mirovahiya azad ji nû da dîrok nivîsandin

Fêmkirina Kemal Pîr, fêmkirina Rêbertiyê ye

Fêmkirina Kemal Pîr, fêmkirina Rêbertiyê ye

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonalîst: Ji Bo Rojava Rabin Ser Piyan, Bersiva Seferberiyê Bidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.