Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ayten Dêrsim: Divê em azadiyê misoger bikin

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê Ayten Dêrsim, di derbarê salvegera 26'yemîn ya şehîd Zîlan de nirxandin kir û diyar kir ku çalakiya şehîd Zîlan bersiva herî xort ya li hember dagirkeriyê ye û got; "Çalakiya 30’ê Hezîranê nîşanî dijmin da ku hişmendiya jina Kurd, civakeke bi azadiyê re di nava têkiliyê de ye, milîtanên ku para xwe ji vê azadiyê girtiye û tevgereke ku xwe di vê azadiyê de kiriye yek bi dawî nabe."

Edîtor: Nucan Serdoz
01/07/2022 - 10:12
di nav Giştî
Reading Time: 5 mins read
A A
Ayten Dêrsim: Divê em azadiyê misoger bikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim tevlî bernameyeke Medya Haber bû. Ayten Dêrsim bi bîranîna tevahî şehîdên pêşeng yên meha Pûşperê dest bi axaftina xwe kir. Ji bo salvegera çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan jî wiha got; “Şehîd Zeynep Kinaci weke gerîlaya salekê, bi tena serê xwe artêşek îmha kir.”

Ayten Dêrsim wiha axaftina xwe kir; “Dema ku heval Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiya xwe kir rastî ‘serdema taktîka şer a ku xwe dubare dikir’ hatibû. Heval Zîlan hem ji bo pûçkirina komploya li ser Rêber Apo û hem jî ji bo taktîkek nû pêk bîne çalakiya xwe pêk anî. Di vê wateyê de bû hêza pêşeng. Şehîd Zeynep Kinaci weke gerîlaya salekê, bi tena serê xwe artêşek îmha kir. Çalakiya 30’ê Hezîranê nîşanî dijmin da ku hişmendiya jina Kurd, civakeke bi azadiyê re di nava têkiliyê de ye, milîtanên ku para xwe ji vê azadiyê girtiye û tevgereke ku xwe di vê azadiyê de kiriye yek bi dawî nabe.”

Ayten Dêrsim da xuyakirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ku xwedî zîhniyeta faşîst e, di şerê li dijî PKK’ê de li Zagrosan asê maye û diyar kir ku ev têkçûna wan a dawî ye û got, lewma bi hêrsek mezin êrîşî Şengal, Rojava, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê dike.

‘EV ÇIYAYÊN ME NE’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim, asta ku berxwedana 50’î salî ya PKK’ê îro gihiştiye nirxand û got, “Ji roja destpêkê ve me baweriya ku gelê Kurd dikare bi azadî bijî ava kir û şitlê wê me çand. Îro ew bawerî geş bû û berhemê dide. Rastiya Zîlan êdî bi jiyanî bûye û di pratîkê de xwe dide der. Erka me ew e ku em tevlî berxwedana hêzên me yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin.”

Ayten Dêrsim ji bo têkçûna dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê wiha got , “Ev çiya çiyayên me ne, em zarokên van çiya ne. Hêzeke çete, leşkerekî Tirk ku hêza wî ya şer nemaye nikare xwe li Zagrosan bigire.”

Ayten Dêrsim dîmenên şer ên li Gerîla TV hatin weşandin bi bîr xist û destnîşan kir ku leşkerên dewleta Tirk a faşîst bê armanc û bê îdeolojî ne. Ayten Dersim, gerîlayên bi fedaî şehîd bûne bi bîr anî û got, “Berdêla azadiyê giran e, lê jiyana wê bi rûmet e. ”

‘DIVÊ EM ŞER BELAV BIKIN’

Ayten Dêrsim da xuyakirin, ku divê hemû gelê Kurd bi ruhê seferberiyê tevlî pêngava şoreşgerî ya ku Tevgera Azadiya Kurd daye destpêkirin, bibe û got, “Divê gelê Kurd ji berxwedana gerîla îlham bigire û berxwedanê mezin bike. Divê em azadiyê misoger bikin. Ji ber vê yekê divê em karibin şer li hemû bajaran belav bikin. Dilsoziya ji bo Zîlan, Zîlanbûn, li ser xeta Zîlan meşê îfade dike.”

 ‘LÎSTIKA DIJMIN XIRAKIRIN’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim, Şehîdên Hezîranê Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) û Sema Yuce (Serhildan) bi bîr anî û got, “Heval Gulan di xeta fedaî ya Heval Zîlan de xwe perwerde kir. Li hemberî helwestên serdest, paşverû û ji rêzê her tim xwedî helwesteke milîtan bû.”

Ayten Dêrsim anî ziman ku Sema Yûce ya ku bi hişmendî û vîna xwe ya bilind, tevî hemû zextên dewletê yên ji bo teslîmiyetê û îxanetê di bin şert û mercên zindanê de ferz dike jî ew lîstika dijmin xera kir û ev nirxandin kir: “Heval Sema bi gotina ‘Ez dixwazim ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bibim pirek’ destnîşan kir ku divê em xwe bi Îdeolojiya Azadiya Jinê ya ku Rêber Apo afirandiye zindî bikin û perwerde bikin.”

Ayten Dêrsim 3’yemîn salvegera şehadeta hevrêya xwe Leyla Agirî jî bi bîr anî û got, “Heval Leyla di gelek qadan de cih girt. Fermandarî YJA Starê bû, cihê xwe di yekemîn xebatên Jineolojiyê de girt. Ji bo ku di hemûyan de bi ser bikeve gelekî kêfxweş bû, helwesta wê ya di têkoşîna jinê de gelekî zelal bû. Hevaleke ku lêpirsînên navxweyî yên xurt dikir û bi têkoşîna xwe ya hundirîn di têkoşîna jinê de bi kûrahî tevlî bû.”

‘WÊ ÎXANETKAR HESAB BIDIN’

Ayten Dêrsim di dawiyê de ragihand ku PDK’ê ku li dijî PKK’ê bi dewleta Tirk a faşîst re hevkariyê dike û destnîşan kir ku divê Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd vî şerê qirêj rast fêhm bike û berxwedan û têkoşîna li dijî xeta îxanetê weke têkoşîna bingehîn bibîne.

Ayten Dêrsim diyar kir ku her kesê sîxurtiya dewleta Tirk-PDK’ê bike, îstîxbaratê bide û destê xwe di xwîna Kurdan de hebe wê hesab jê were pirsin û got, ev xeta îxanetê di dîroka têkoşîna PKK’ê de ti carî bi ser neketiye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Zîlan li Mexmûrê di salvegera xwe ya 26’yemîn de hate bi bîranîn

Nivîsa Pêş

Hejmara 208’an a Newaya Jin derket

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hejmara 208’an a Newaya Jin derket

Hejmara 208'an a Newaya Jin derket

Li Rojhilatê Kurdistanê 20 kolber hatine qetil kirin û 127 jî birîndar bûne

Li Rojhilatê Kurdistanê 20 kolber hatine qetil kirin û 127 jî birîndar bûne

Manşet

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.