Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ji komkujiya Ermeniyan heta komkujiya Kurdan

Edîtor: Nucan Serdoz
06/06/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji komkujiya Ermeniyan heta komkujiya Kurdan
ParvekeTweet

Tevî ku li ser qirkirina Ermeniyan re 107 sal derbas bûn jî, hîn dewleta  Tirk a faşîst bi heman zîhniyetê kar ji bo tinekirina gelê Kurd dike.

Komkujiyên li dijî gelên azadîxwaz rûpelên dîrolê sor kiriye. Heta niha jî tirsa dubarebûna komkujiyên gelan berdewam dike. Komkujiya Ermeniyan, komkujiya Holokost (ya cuhiyan) li Başûrê Kurdistanê komkujiyên li dijî Kurdan enfal û kîmyabaran, komkujiyên Bakurê Kurdistanê, Dêrsim, Amed, Agirî, Geliyê Zîlan û Robûskî, komkujiya Kurdên Feylî, fermanên li ser Êzidiyan û bi dahan sûcên li dijî mirovahiyê yên ji aliyê hêzên dagirker û faşîst ve hatine kirin. Di van komkujiyan de bi hezaran kes bûne qurbanî.

Dîroka Tirk û Ermenan weke du neteweyan ji komkujiyan tijîne. Timî desthilatên Tirk hebûna Ermeniyan qebûl nekirine. Lewma zêdetirî hezar salane her desthilatek Tirk hatibe li ser text li hemberî gelê Ermen komkujî pêk anîne.

Di destpêka sedsala 11’an de eşîrên Tirk ji Asya Navîn ku bi selcûkiyan dihatin naskirin, berê xwe dane rojhilat. Di salên 1048 û 1049’an de du caran êriş kirin ser Ermeniyan û  ji wan bi hezaran kes qetil kirin. Welat wêran kirin.

Careke din di sala 1054’an de gava sêyemîn  Tirkan bi rêveberiya Sultan Tuxrul Beg ji Atrapatka ber bi Ermenistanê ve destpê kir. Li gel talankirinê, kirin qirkirgeh.

Di sala 1064’an de Sutlan Alp Arslan ku cihnişînê Tuxrul bû, cara çarem Ermenistan dagir kir. Di sala 1071’an de jî li dijî Ermeniyan pêngavek nû destpê kir û Selcukiyan li Melazgirdê li dijî Romiyan serkeftin. Vê yekê wiha kir ku beşek zêde ya xaka Ermenistanê ji aliyê Tirkan ve were dagirkirin.

Di sedsala 13’yan de, Moxol û Tateran êrişî Ermenistanê kirin û di sala 1236’an de artêşek 20 hezar kesî herêma Çarmaqan, Qafqaz û Ermenistan girtin. Moxolan nêzî 200 salan hikûmê Ermenistanê kirin. Dagirkeriya Moxolan bû sedema  wêranbûna Ermestistanê.

Di dawiya sedsala 14’an de careke din eşîrên Tirk bi fermandariya Teymûrê Leng êrişî Ermenistanê kirin. Di encamê de, di sala 1390’an de seranserî Ermensitanê dagir kirin, bajarên wê wêran kirin û xelkê wê qetil kirin.

Di navbera Sefewî û Osmaniyan de parvekirina Ermenistanê

Di sala 1514’an de li Çaldêranê di navbera Sefewî û Osmaniyan de şer rû da. Di encamê de di sala 1555’an de yekem peymana fermî di navbera Osmanî û Sefewiyan de hate kirin. Li gorî vê peymanê Ermenistana rojhilat ji Sefewiyan re ma û Ermenistana rojava jî li Osmaniyan re.

Di sala 1574’an de  Osmaniyan bi rêveberiya Şah Ebas rojavayê Îran û Qafqazya dagir kir. Şah Ebas ferman da ku herêmên Ermenistanê veguhezînin navanda Îranê. Bi vê yekê re careke din li dijî Ermeniyan komkujî û wêrankarî pêk hat.

Komkujiya mezin a li dijî gelê Ermen

Dema ku şerê cîhanê yê yekem nêz di bû, Împaratoriya Osmanî jî li ber têkçûnê bû. Ew împaratoriya mezin, roj bi roj diheliya. Îtîhat û Terakî a ku di sala  1908’an de dest danîbûn ser rêveberiya Osmaniyan û li dû rojên bi îhtiras bûn, li rêyek xelasiyê digeriyan. Wan digot; Em ê ji Derya Spî hetanî Adrîyatîkê dewletek ji neteweya Tirk pêk tê avabikin.

Di sala 1914’an de destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem, ji bo Îtîhat û Terakî ya Tirk derket çêbû ku bi hînceta ‘derxistina aloziyan’ Ermeniyan qetil bikin. Di destpêkê de bi propagandeyek xwestin Ermeniyan reş bikin. Gotin li kêleka Rusya cîh girtinin, dixwazin dewletek serbixwe avabikin, çek girtinin erîşan dikin. Ev jî parçeyek amadekariyên komkujiyê bûn. Di 24’ê Nîsana 1915’an de Tirkiyeyê dest bi pêngava qirkirina Ermeniyan kir û 2 salan berdewan kir.

Li gorî çavkaniyan li bajarên cuda yên Tirkyeyê û Bakurê Kurdistanê ango herêmên di bin kontrola Osmaniyan de milyonek û nîv Ermenî hatin qetilkirin û nêzî 500 hezar Ermenî l ser warê xwe bûn.

Di navbera sala 1915’an 1923’an bi Ermeniyan re, 500.000 Suryanî, 750.000 Helen jî hatin koçkirin.

Naskirina qetilkirina Ermeniyan

Tevî ku li ser qirkirina Ermeniyan re 107 sal derbas dibin, lê hîn Tirkiyeyê komkujî îtiraf nekiriye û weke komkujî nabîne. Li seranserî cîhanê hata niha 31 welatan weke komkujî nas kiriye. Hinek ji wan welatan ev in. Arjantîn, Elmanya, Belçîqa, Fransa, Holenda, Qibris, Swêd, Swîsre, Îtalya, Kanada, Lubnan, Rûsya, Slovekya, Ûrûguanya, Yewnanîstan, Polonya, Venezuela û Şilî. Li Emerîka ji 50 eyaletî 36’ê wan ev komkûjî qebûlkirin.

Ji komkujiya Ermeniyan bo komkujiya Kurdan

Ne tenê Ermeniyan para xwe ji dagirkerî û êrişên dewlata Tirk a faşîst girtine. Bi salene Kurd jî ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin û hebûna wan tê înkar kirin. Bi salane hewl dide demograsiya herêmên Kurdan biguhere û Kurdan tine bike. Heta roja îro jî ev hewldanên wê berdewawm dike.

Her piştî şerê Çardêranê, êdî piştî Sefewiyan Osmaniyan dest bi komkujî û qirkirina l idijî Kurdan kir. Komkujiya Dêrsimê, Amed, çiyayê Agirî, Geliyê Zîlan, Robûskî û hwd ku têde bi hezaran Kurd hatin qetilkin pêk hatine.

Evên ku me qal kir tenê dilopek in ji sûcên dewleta Tirk ên derqanûnî li dijî gelên azadîxwz û aştîxwaz ên weke gelên Ermendî, Yewnanî, Kurd û Aşûrî pêk aniye.

Tevî ku li ser qirkirina Ermeniyan re 107 sal derbas bûn jî, hîn dewleta  Tirk a faşîst bi heman zîhniyetê kar ji bo tinekirina gelê Kurd dike. Armanca Tirkiyeyê tinekirina tevahiya gelê Kurde. Lewma di yek demê de êrişî, Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê dike û hewlda dagirkirinê dide. Di nava 4 salên borî de, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Bi seden kes qetil kir. Niha jî li Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer û bejahî li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi heman armancê li dijî gerîlayên azadiyê dest bi êrişên berfireh kiriye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo gurkirina şer etîketa ‘terorîstiyê’ li PKK’ê xistin

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Ezê rojekê bimirim ji bo welatê xwe û hezkirina gelê xwe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Ezê rojekê bimirim ji bo welatê xwe û hezkirina gelê xwe

Ji Pênûsa Gerîla – Ezê rojekê bimirim ji bo welatê xwe û hezkirina gelê xwe

“Em çalakiyê dixwazin, ne gotinan” – Emilye Davison Kampanyayek milîtan a ji bo mafên jinan

"Em çalakiyê dixwazin, ne gotinan" - Emilye Davison Kampanyayek milîtan a ji bo mafên jinan

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.