Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

“Em çalakiyê dixwazin, ne gotinan” – Emilye Davison Kampanyayek milîtan a ji bo mafên jinan

Di 4'ê Pûşpera 1913'an de, Emily Davison bû xwediyê çalakiyek ku bandorek mezin li ser cîhanê çêkir.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/06/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jineolojî, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 4 mins read
A A
“Em çalakiyê dixwazin, ne gotinan” – Emilye Davison Kampanyayek milîtan a ji bo mafên jinan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di 4’ê Pûşpera 1913’an de, Emily Davison bû xwediyê çalakiyek ku bandorek mezin li ser cîhanê çêkir. Emily Davison a ku ji bo mafên jinan têdikoşiya bi hemû heyecana xwe tevlî pêşbirka hespan a “Epsom Derby” ku yek ji kevintirîn pêşbirkên hespan ên cîhanê ye ku li Epsom a nêzî Londonê tê li darxistin dibe. Padîşah û şahbanûya (Qral û Qralîçe) jî cihê xwe di hîpodromê girtin. Ji nişkê ve, Emily bi ser ewlekarî û astengan re bazda ser piyana pêşbaziyê û li ber hespê King George V siwar bû. Jockey nikaribû hespê rawestîne dema ku ew ber bi dawiyê ve diçû, û Emily ket binê hespê bezê. Şahîdan diyarkirin ku Emily di wê demê de qîriya “Suffrage” Emily ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin di 8’ê Hezîrana 1913’an de di têkoşîna xwe ya 4 rojan de jiyana xwe ji dest da.

Emily bi çalakiya xwe ya ku rîska mirinê girtiye ber çavên xwe, di raya giştî ya cîhanê de ji bo têkoşîna jinan deng daye û heman demê de hişyarî jî çêkiriye.

Jiyana wê

Emily Davison di 11’ê Cotmeha 1872 de, li Blackheath, London, ji dayik bû, û herî zêde bi têkoşîna xwe ya di tevgera sufragette de tê naskirin. Di sala 1906’an de tevlî Yekîtiya Jinan a Civakî û Siyasî dibe û cara yekem di sala 1909’an de ji ber serhildanê tê girtin. Ew dem tevgera dengdanê her ku diçû radîqaltir dibû.

Dewleta desthilat ya zilam hewl da ku berxwedana jinan bitepisîne û ji bo wê jî serî li rêbazên tundiya hovane ya dewletê da. Dixwestin bi her awayî civakê ji aliyê siyasî û aborî ve asteng bikin û da ku bêbandor bihêlin. Emily Davison mamoste bû, lê dev ji mamostetiyê berda da ku ji bi awayekî çalaktir tevlî têkoşîna mafê jinan bibe.

Dema ku di girtîgehê de bû tevlî greva birçîbûnê bû, dema ku di greva birçîbûnê de bû bi îşkenceyê neçar ma ku xwarinê bixwe. Dewlet îdiayên mafên jinan ji nedîtî ve hat û tepisandin. Ji ber vê yekê Emily Davison gavên radîqaltir avêt da ku daxwazên jinan bêhtir her kes bibihîze.

Wê cam şikand, qutiyên posteyê şewitand, kevir avêt, û gelek tiştên cuda kir, ji ber vê jî nêzî 8 caran hate girtin. Lê belê di dema binçavkirinê de dest ji berxwedana xwe berneda, li girtîgehê barîkat lê kir û ji bo protestokirina îşkenceya li dijî jinên mafê hilbijartinê yên bi wê re di girtîgehê de bûn, xwe feda kir. Emily ji vê pêngava radîqal piştrast bû ku dê dengên wan were bihîstin.

Cenazeyê Emily Davison veguherî xwepêşandaneke bi hêz a mafên jinan, bi beşdariya bi hezaran xwendekar, karker û endamên sendîkayan. Emily Davison li Goristana St Mary’s li Morpeth hat veşartin. Li ser gora wê “Em çalakiyê dixwazin, ne gotinan!” hatibû nivîsandin.

Ji bo bîranîna Emily Davison opera û stran hatine nivîsandin û têkoşîna wê bûye mijara şano û fîlman. Pankart li hin cihan hatin daliqandin, di nav wan de qada pêşbaziyê ya Epsom. Pirtûkxaneya Zanîngeha Londonê bi navê Emily hate vekirin. Pirtûkxaneya Jinê ya li Dibistana Aboriyê ya Londonê belgeyên li ser Emily û belgeyên wê yên kesane berhev kirin. Tevî hemû spekulasyonên li ser mirina wê, Emily Davison wekî şehîda têkoşîna ji bo mafê jinan ya dengdanê di dîrokê de xwedî cihekî birûmet e.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Ezê rojekê bimirim ji bo welatê xwe û hezkirina gelê xwe

Nivîsa Pêş

Ciwanên Herêma Rizgarkirî ji bo azadiya Rêber Apo komxebatek li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Herêma Rizgarkirî ji bo azadiya Rêber Apo komxebatek li darxistin

Ciwanên Herêma Rizgarkirî ji bo azadiya Rêber Apo komxebatek li darxistin

Şehîdên Çiyayê Şahoyê hatin bibîranîn

Şehîdên Çiyayê Şahoyê hatin bibîranîn

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.