Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Pîvanên milîtaniya Apoyî ku ji bilî serketinê rêyeke din nas nedikir, bi coşa bêdawî ya jiyana gerîla re kir yek

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gerîlayê PKK'ê Dr. Huseyîn Akdag ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê 5'ê Hezîrana 2021'ê şehîd bûye, bi bîranî.

Edîtor: Nucan Serdoz
05/06/2022 - 12:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK: Pîvanên milîtaniya Apoyî ku ji bilî serketinê rêyeke din nas nedikir, bi coşa bêdawî ya jiyana gerîla re kir yek
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gerîlayê PKK’ê Dr. Huseyîn Akdag ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê 5’ê Hezîrana 2021’ê şehîd bûye.

Daxuyanî bi sernavê “Şehîdên me pêşengên parçekirina qirkirina li gelê me ferzkirî ye” hate weşandin û wiha hate gotin:

“Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê uk bi meşa Rêbertî ya bênavber a 50 salî re bi pêş ve çû, îro li Zap, Avaşîn û Metînayê bi berxwedana destanî ya gerîlayên me yên leheng derbasî qonaxeke nû bûye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di her şert û mercê de bersivê didin êrişên dewleta Tirk a faşîst dagirker. Arteşa Tirk a dagirker û xayinên noker ku li hemberî gerîla xitimî ne, çekên kîmyewî jî di nav de bi her awayî êriş dikin. Lê belê nikarin ji xeta berxwedanê derbas bibin, ku şehîdên me yên nemir bi canê xwe ava kirine. Rastiya şehadetê ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê heqîqeteke welê ye ku her canekî me yê bi rengekî bêdawî xwe digihînin xakê, deriyên li siberojên azad zêdetir dikin, daxwaz û armancên dewleta Tirk a qirker dagirker û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst di ber de dihêlin. Ji ber vê yekê bi rengekî hovane êrişî her alî dikin, bombeyan li her bihosta xaka Kurdistanê dibarînin. Lê belê em pê bawer in ku li ser rêya şehîdên me yên leheng têkoşîna me wê teqez bi ser bikeve.

ŞEHÎD PÊŞENGÊN TÊKOŞÎNA JI BO PARÇEKIRINA QIRKIRINÊ YE

Rastiya şehadetê ya PKK’ê nîşaneya artêşeke ji ewladên herî bijarte yên gelê me ye. Mirov rastiya herî ferzane ya dîrokê, sekna herî pak a mirovbûyîna bi exlaq, asta herî tûj a wêrekî û îradeyê di nava rastiya PKK’ê de dibînin. Li dijî şêweyê jiyanê yê modernîteya kapîtalîst ku dirizîne, dejenereke dike, bêesil dihêle, yên ku li nava refên PKK’ê dicivin, dibin hêvî ji bo rizgariya nirxên mirovahiyê. Şehîd pêşengên têkoşîna ji bo parçekirina qirkirinê ye ku li gelê me tê ferzkirin. Em van rojên heyî deyndarê berxwedan û ruhê fedaî yê wan e. Em soza xwe dubare dikin ku her kêliya xwe di bin fermana wan de derbas bikin. Di salvegera şehadetê de ji ewladên bijarte yên Êlihê hevrê Huseyîn Akdag (Selman Bozkûr) bi rêz û minet bi bîr tînin, ji malbata Bozkûr a hêja û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

MÎNA DERWÊŞEKÎ XWE FEDAÎ GELÊ XWE KIR

Hevrêyê me Huseyîn Akdag sala 1972’an li navçeya Hezo ya Êlihê, li nava malbateke dilsozê nirxên xwe yên civakî û welêt ji dayik bû. Hevrêyê me Huseyîn li Amedê mezin bû. Ji derdora malbata wî tevlîbûn li nava refên têkoşîna azadiyê û şehîd hebûn. Di sala 1992’an de ku bandora têkoşîna PKK’ê her roj mezin dibû, hevrêyê me Huseyîn li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend. Hevrêyê me Huseyîn dema xwendekar bû têkilî bi têkoşîna azadiyê re danî, sala 1992’an li Amedê beşdarî nava refên têkoşînê bû. Heta sala 1995’an li karên eniyê bi rengekî serketî xebitî. Li metropolên Tirkiyeyê tevlî nava karên rêxistinî bû, ji kêliya ku gava xwe avêt nava refên azadiyê û pê ve mîna derwêşekî xwe fedaî têkoşîna azadiyê ya gel kir, hewl da xwe bigihîne her cihî, her derfeteke biçûk bi kar bîne û xizmetê ji têkoşînê re bike. Sala 1996’an li qada Rêbertî tevlî dewreyeke perwerdeyê bû. Têgihiştina kûr a ji bo têkoşîna hîn bi bandor, lêdana derbên giran li dijmin, belavkirina şerê rizgariyê li her devera Kurdistanê ji perwerdeya Rêber Apo wergirt. Hevrê Huseyîn li herêmên Zap, garê, Zagros, Xinêrê û gelek qadên Başûrê Kurdistanê gerîlatî kir.

BI EŞQ TEVLÎ HER KARÎ BÛ

Hevrêyê me Huseyîn ku bû yek ji endamên bijarte yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, bi pêşengiya xwe ya şareza ya li nava karên gel, ji bo pêkhatina şoreşê derfetên gelekî mezin afirand. Hevrêyê me Huseyîn bi dilnizmî û sekna xwe ya xurt a li nava jiyanê, bû hevrêyekî xeta azadiya jinê û têgihiştina xwe ya îdeolojiya Rêbertî bilind bû. Hevrêyê me Huseyîn li her qada lê bû, serxistina kar ji xwe re kir pîvan. Hevrêyê me yê hêja ku nêzîkatiya xwe ya berpirsyariyane gelekî bilind bû, bi eşqeke mezin li her qadê tevlî karên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû, heta kêliya dawî jî bû ew milîtan ku karên mezin dikir. Felsefeya ‘pariyek, xirqeyek’ ku yek ji pîvanên bingehîn ên milîtanbûyîna fedaî ya Apoyî û îdeolojiya Rêbertî ye, li her qada jiyanê ji xwe re kir esas. Wesfên pêşengiyê yên PKK’ê di kesayetiya xwe de bi xurtî temsîl kir. Pîvanên milîtaniya Apoyî ku ji bilî serketinê rêyeke din nas nedikir, bi coşa bêdawî ya jiyana gerîla re kir yek û fedakarî û mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt.

ŞERVANEKÎ KU BERÊ XWE LI AZADIYÊ BÛ

Bû yek ji wan hevrêyan ku rastiya perwerdeyê ya PKK’ê bi pîvana ‘bi xwe zanibe’ di pratîka xwe de şênber kir, li qadên têkoşînê bû hêz ji hevrêyên xwe re. Di nava rastiyeke têkoşînê ya bêrawestan de, bû hevrêyekî xurt, milîtanekî dilsoz, şervanekî li azadiyê asêbûyî. Hevrêyê me Huseyîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema ku bi erka xwe radibû di 5’ê Hezîrana 2021’ê de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd Selman Bozkûr wiha ne:

Nasnav: Dr. Huseyîn Akdag
Nav paşnav: Selman Bozkûr
Cih û dema jidayikbûnê: Hezo, 21.12.1972
Navê dayikê: Bedriye
Navê bav: M. Cesîm
Cih û dema tevlîbûnê: Amed, 1992
Cih û dema şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê, 5’ê Hezîrana 2021″

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ: Hevrê Mizgîn dibe xwedî jiyaneke bi rihê hevrêtiya mezin û watedar

Nivîsa Pêş

Li gelek welatên Latîn Emêrîka wê çalakiyên bi navê “Kurdistanê Biparêze” were li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li gelek welatên Latîn Emêrîka wê çalakiyên bi navê “Kurdistanê Biparêze” were li darxistin

Li gelek welatên Latîn Emêrîka wê çalakiyên bi navê "Kurdistanê Biparêze" were li darxistin

Malbata Şenyaşar: Ji mirov re weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e

Malbata Şenyaşar: Ji mirov re weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.