Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – HPG: 18 dagirker hatin cezakirin, çekek dagirkeran hate desteserkirin

Di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de 18 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn, çekek dagirkeran hate desteserkirin. Qadên berxwedanê jî bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/05/2022 - 16:21
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
LEZGÎN – HPG: 18 dagirker hatin cezakirin, çekek dagirkeran hate desteserkirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Têkoşîna destanî û çalakiyên bi bandor ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 63 caran bi balafirên şer û helîkopteran û bi sedan carî jî bi obusan bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Hêzên me jî bi pêşengiya YJA Starê çalakî kirin û di encamê de 18 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn, çekek bi tîpa MPT 55 û berguhkek hatin desteserkirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Li Herêma Avaşînê;

26’ê Gulanê saet di 12:20’î de dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin. Hêzên me jî bi taktîka sabotajê li dagirkeran dan. Piştre saet di 12:45’an de bi çekên ferdî li dagirkeran dan ku di nava liv û tevgerê de bûn. Li dijî dagirkerên ku xwestin êrişî çeperên şer bikin, saet di 13:00 de bi sabotajê, saet di 13:15’an de jî bi çekên giran çalakî hatin lidarxistin.

Di encama van çalakiyên hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Hêzên me di heman demê de çûn ser dagirkeran û çekek MPT 55 û berguhkek dagirkeran desteser kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran xwestin bi helîkopteran kuştiyên xwe ji herêmê bibin. Hêzên me li helîkopteran jî reşandin û helîkopter neçar man ji qadê biçin.

26’ê Gulanê, artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî Qada Berxwedanê ya Werxelê kirin. Di heman demê de bi balafirên şer û helîkopterên êrişê 23 caran bombe li qadê barandin.

Li herêma Zapê;

26’ê Gulanê saet di 17:00 de li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Kevirêkunê yê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me yên YJA Starê bi sûîqestê çalakî kirin. Di encamê da dagirkerek hate cezakirin.

26’ê Gulanê saet di 15:30’î de li hemberî dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Berxwedan ê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, hêzên me bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

26’ê Gulanê saet di 14:50’î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro, li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer, hêzên me bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin.

26’ê Gulanê saet di 16:55’an de li dijî dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, hêzên me yên YJA Starê bi sûîqestê çalakî kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Heman rojê saet di 18:15’an de bi sûîqestê careke din li dagirkeran hate xistin û di encamê de dagirkerekî din hate cezakirin.

26’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên şer ên li Şikefta Birîndaran, Şehîd Berxwedan û Şehîd Hewrê barand.

Li herêma Metînayê;

25’ê Gulanê saet di 05:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Hêjar bi cih bibin, hêzên me bi sabotajê, çekên ferdî û bombeyan çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Heman rojê saet di 14:30’î de li hemberî dagirkerên ku hewl didan ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî çalakî hate kirin. Di encama derbên xurt de dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

26’ê Gulanê sat di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî hêzên me li helîkopterên êrişê dan ku dixwestin bombardûmanê bikin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

26’ê Gulanê dagirkerên ku di nav de kontrayên bi zaravayê Behdînî yê Kurdî diaxivî jî di nav de bûn, 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên şer ên li Girê Şehîd Hêjar ê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî barandin.

26’ê Gulanê li Girê Ortê li dijî dagirkerên ku dixwestin li geliyê Şehîd Agir bi cih bibin, hêzên me 2 caran çalakiyên sabotajê kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

26’ê Gulanê li herêma Zapê qadên Çemço, Saca, Çiyareş, Şehîd Şemdîn, Kurojahro, Şehîd Şahîn û Karker bi helîkopterên êrişê, qereqolên li ser sînor bi obusan bi sedan carî û 29 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

26’ê Gulanê li herêma Garê, qadên Xêrê û Deşta Kafya 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

26’ê Gulanê li herêma Metînayê derdora gundên Êdinê û Seraro û qadên Girê Hakkarî, Girê Şehîd Viyan û Şehîd Şoreş ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin. Heman rojê qadên Girê Hakkarî û Şehîd Viyan jî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dersimê, polîsan êriş birin ser xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku govend digerandin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Kurd ên Londonê ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj bang li ciwanan kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Kurd ên Londonê ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj bang li ciwanan kirin

Ciwanên Kurd ên Londonê ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj bang li ciwanan kirin

Cerdevan hêj jî di bin çavdêriya leşkeran de li Cûdî û Bestayê daran dibirin

Cerdevan hêj jî di bin çavdêriya leşkeran de li Cûdî û Bestayê daran dibirin

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.