Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Li Başûrê Kurdistanê cinayetên siyasî

Edîtor: Nucan Serdoz
28/05/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Başûrê Kurdistanê cinayetên siyasî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Her ku artêşa Tirk ji gerîlayan derbê dixwe, PDK´ê dişîne meydanê û ew jî şerekî qirêj li ser çapemeniyê dimeşîne. Di destpêka Gulanê de artêşa Iraqê dor li Şengalê girt û êriş kir. Çapemeniya PDK’ê jî êrişa hêzên hikûmeta Kazimî ya li dijî Şengalê bi sernavê “Di navbera PKK û Artêşa Iraqê de şer qewimî” ragihandin. Piştre jî gotin 200 PKK’yî teslîmî artêşa Iraqê bûne. Dema ku ew xirûcir li Şengalê hebû, PDK’yiyan hişt ku 2 tûrîstên Danîmarkî li Kanîmasiyê jiyana xwe ji dest bidin. Tûrîstên Danîmarkî şandin devera şer, û mayîn bi wan de teqandin. PDK û çapemeniya wê hewl da vê bûyerê jî bixin stûyê PKK’ê. Di nîvê Gulanê de jî çapemeniya qirêj a PDK’ê ragihand ku komek PKK’yî girtine. Lê ew koma ku qala wê dikirin, 2 ji wan pêşmergeyên PDK’ê bûn. Yanî ew nûçeya wan jî derew derket.
Derewa wan a herî mezin ew bûyera li Silêmanî qewimî û Mehmet Zekî Çelebî hat qetilkirin bû. Ew cinayet jî wekî ku PKK’ê kiribe nîşan da. Lê gelek wext derbas nebû, hem şahidên bûyerê, hem jî dîmenên kamerayan nîşan dan ku êriş ji Hewlêrê ve hatiye organîzekirin. Ji ber ku kujer reviyan bajarê Hewlêrê yê di bin kontrola PDK’ê de. Reva van kujeran a ji bo Hewlêrê jî nîşan dide ku êrişa li dijî Çelebî bi organîzeya MÎT’a Tirk û îstîxbarata PDK’ê pêk hatiye.
Li vê derê em dikarin navê SADAT’ê jî bînin ziman. SADAT rêxistina çete û mafya ya Erdogan e. Ev rêxistin çend roj in di rojevê de ye. Ev rêxistin sala 2012’an ava bû û çi karekî qirêj hebe bi rê ve dibe. Berê JÎTEM hebû, niha jî SADAT heye. Li dijî muxalif, demokrat, şoreşger û welatparêzan ev rêxistina çete di nava tevgerê de ye. Li Başûrê Kurdistanê jî bi riya PDK’ê xwe bi rêxistin dike. Ev saziya çete li Başûrê Kurdistanê tevneke qirêj dimeşîne. SADAT´ê baregeha xwe ya yekemîn sala 2017’an li Dihokê ava kir. Gelek karên xwe jî li Başûrê Kurdistanê, bi awayekî ne yekser bi riya şirketan dimeşîne. Ev şirket di heman demê de elemanên îstîxbaratê ji bo MÎT’a Tirk digihîne.
Hêza Gulan a PDK’ê û malbata Barzanî û Pêşmergeyên Roj ên girêdayî ENKS’ê sala 2018’an li Dihokê ji aliyê SADAT’ê ve hatin perwerdekirin. Çeteyên ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li dijî gelê Kurd şerkirin jî, ji aliyê SADAT’ê ve hatin perwerdekirin û birêxistinkirin. Her wiha ji bo Pêşmergeyên Roj li dijî PKK’ê bide şerkirin li herêmên çiyayî yên Xakûrkê, Zê (Zap) û Garê perwerdeya leşkerî da wan. Ev rêxistina çete di heman demê de li Başûrê Kurdistanê cinayetên siyasî dike. Mînaka wê ya dawî jî li Silêmaniyê qetilkirina Mehmet Zekî Çelebî ye.
Ev cinayetên siyasî hemû li ser daxwazên dewleta Tirk pêk tên. Ji ber ku dewleta Tirk li Zê têk diçe, bi vî rengî serî li rê û rêbazên qirêj didin. Êdî li Zê tiştekî ku veşêrin nemaye. Nikarin berxwedana wan gerîlayên leheng têk bibin. Çekên kîmyewî bi kar tînin, sîlehên qedexekirî û gazên jahrê. Lê dîsa jî nikarin wê berxwedana bi heybet bişkînin. Çawîşên wan ên pispor û payebilindên wan ji qada şer direvin û nema vedigerin. Îstîfaya di nava artêşê de zêde bûye. Cerdevanên ku tevlî êrişan dibin, diyar kirin ku li Zê şerekî dijwar diqewime û gelek leşker di şer de tên kuştin û mirina wan ji raya giştî tê veşartin.
Jixwe bîlançoya mehekê ya HPG’ê jî vê rastiyê nîşan da. Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bi performans, sekna fedayî û rêbaza şer a milîtanî careke din nîşan dan ku xwedî wê hêzê ne bersivê bidin her cûre êrişên li ser xaka Kurdistanê ya pîroz. HPG’ê ragihand ku gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji kêliya destpêkê ya êrişê û pê ve her bihosta xaka Kurdistanê bi ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî kirin warê berxwedanê, bersiva pêwîst dan dagirkeran û derbên giran li êrişa dagirkeriyê xistin. Di çalakiyên gerîlayan ên mehekê de li Zapê 427 dagirker hatin kuştin. Ev bîlanço û bûyerên dawî nîşan didin ku dewleta Tirk wê gelek rê û rêbazên din ên qirêjtir biceribîne.

Aslan Aslan Nivîsandî…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 28’Ê GULANA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Keleha Berxwedanê: Girê Sor -6

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Keleha Berxwedanê: Girê Sor -6

Keleha Berxwedanê: Girê Sor -6

TAYBET – Tolhildan Qendîl: Ji bilî tevlîbûna nava refên gerîla tu riyeke din ya rizgariyê nîne

TAYBET - Tolhildan Qendîl: Ji bilî tevlîbûna nava refên gerîla tu riyeke din ya rizgariyê nîne

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.