Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Ferhad Şamî: Bi tevlîbûna nava tevgerên şoreşger re, wê xeyalên dewleta Tirk ya 2023’an têk biçe

Berdevka Ragihandina Hêzên Sûriya Demoqratîk Ferhad Şamî êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk weke bê çaretiyê nirxand û got; "Dema ku dijmin ewqas êrîş dike, wê çaxê ev der cihekî rûmetê ye, ger ku van ciwanan dijmin tengav nekiriba, dijmin ewqas êrîş nedikir."

Edîtor: Nucan Serdoz
25/05/2022 - 11:53
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Ferhad Şamî: Bi tevlîbûna nava tevgerên şoreşger re, wê xeyalên dewleta Tirk ya 2023’an têk biçe
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Ragihandina Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) Ferhad Şamî der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de nirxandinên xwe ji ajansa me re kirin. Ferhad Şamî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê û Rojava weke nîşaneya bêçaretiya hêzên dagirker nirxand.

Armanca hêzên dagirker ji van êrîşan dûrxistina ciwanan ji şoreşê ye

Dijmin dema ku balafirê xwe radike, ji bo ku wî ciwanî li çiyayê kurdistanê şehîd bixe, ew dizane nirxê wî ciwanî çiye. Dijmin dema ku 1 milyon dolar tenê ji bo ku derb li ciwanê me bixe, wê çaxê wî ciwanî ew îflaz kiriye. Dema ku dijmin bi rêbazên xwe yên şerê taybet êrîş bike û encam negire, wê helbet ji bê çaretiya xwe balafiran rabike, ji bo ku ciwanekî jî şehîd bixe û wî ji şoreşê dûr bixe, bi dehan dolaran xerc dike. Ji ber ku ew ciwan ne di bin bandora wî de ye, rûmeta gelê xwe diparêze, ji bo vê jî ew dijmin tengav dike. Di heman demê de dema ku dewlet li hember ciwanên me li çiyayên Kurdistanê balafiran radike û çekên kîmyawî bikartîne, ev nayê wateya ku dewlet bihêze, bêhêziya wî nîşan dide û diyar dike ku ew lewaz bûye. Hêzên dagirker vê dikin ku tenê ciwanan ji şoreşê dûrbixînin, ji bo wê jî bi leşkeran jî dişîne ku şerbikin, lê leşkerên wan tên kuştin.

Dema ku dijmin ewqas êrîş kir, divê em bizanibin ku ew cihekî bi rûmete ji bo vê êrîş dike

Lê êdî diyar bûye ku ew ciwan nikarin werin xapandin, bi nameyê kapîtalîzmê û hêzên dagirker ve nikarin îqna bibin, ji bo vê jî ji bilî bikaranîna çekên kîmyasal tu çareyeke wan ya din nîne. Helbet heman demê de girînge ku ew ciwan bi tena xwe nemînin, yanê tenê ne erka ciwanên kurde ku rûmeta xwe biparêzin, bê guman erka hemû ciwanên dîtire jî, weke ciwanên ereb û enternasyonalîst ve divê ew jî tevlê bibin, cihê xwe di nava vê rûmetê de bigirin. Dema ku dijmin ewqas êrîş dike, wê çaxê ev der cihekî rûmetê ye, ger ku van ciwanan dijmin tengav nekiriba, dijmin ewqas êrîş nedikir. Erka ciwanan erkekî exlaqî û dîrokî ye, ev şerê ku niha tê meşandin şerekî dîrokî ye, dewleta Tirk a dagirker xerîbê Kurdistanê ye, tu eleqeya wî ji Kurdistanê nîne. Dewleta Tirk kengî bûye xwediyê vê civakê, civaka kurd û ereb.

Ev dagirkerî ewqasî bihêz nîne, yekbûna gelan wê dagirkeriyê têk bibe

Bi sedê salan dewleta Tirk li hember kurdan û ereban komkujî pêkanî. Ji bo vê jî dewleta Tirk bi hemû organê xwe xerîbê, ew parastina tu kesî nake. Di warê civakî, siyasî, leşkerî û dîrokî de dewleta Tirk a dagirker ji kurdistanê û Rojhilata Navîn hemû xerîbe. Em bala xwe bidinê kîjan hêza xerîb hate nava herêmê komkujî pêkaniye, ger ku rastî jî ji vê herêmê ba, pêwîstî bi kirina komkujiya nînbû, wê bi rêbazên cuda aşîtî li herêmê çêkiriba. Dewleta Tirk ya dagirker bi hemû hêzên xwe yên şerê taybet, bi hemû teknîka xwe, bi hemû saziyên xwe yên îstîxbaratê, ew jî têra nake dixwaze hemû hêzên navnetewî dayîne kêleka xwe ku pêre li dijî komeke ciwanan şer bike. Ji bo vê jî divê li hember van êrîşan bi hezaran ciwan tevlî nava şerê rûmetê bibin. Rastî jî pêwîstiya gelê Kurd û gelê Ereb ve li hember dagirkeriyê bi şerekî heye. Ev dagirkerên ku bi hezarê salane, lingê xwe dirêjî welatê me kiriye, divê li hemberî wê yekîtiya gelan were avakirin, û li hember wê şerbikin, ji ber ku ev dagirkerî ne ewqasî bi hêze.

Ger ku tevlîbûneke xort ji tevgerên şoreşger re çêbibe, wê xeyalên dewleta Tirk ya salên 2023’an têkbiçe

Ger ku hêzên dagirker bi hêzbûya wê ji zûde di vî şerî de bi serketiba, bi sedê salane ku vê şerî dike, lê bi sernakeve. Ji ber vê pêwîste ku em bi hevre şerê vê dagirkeriyê bikin, yanê tenê tevgerên ereb neçin bi serê xwe şerê dagirkeriyê nekin. Ji ber ku ji salên 1916’an de bi derketina Osmaniya ji Sûriyê, Îraq û deverên dîtir ve, gelek tevgerên ereb li dijî Osmaniya şerkirin. Lê heya niha jî tevgerên netewên cuda li dijî dagirkeriyê şer dikin, lê heya hêza xwe em nekin yek, wê ev dagirkerî têkneçe. Dema ku leşkerekî Tirk pozê xwe bilind dike dimeşe, bizanibe ew leşkerê herî tirsoneke, hêza wî nîne, kesayetekî xort nîne. Me dîmenên wan li çiyayên Kurdistanê dîtin, ku çawa ew leşker qîrdikir û diloriya. Tevî ku 24 saetan balafirê keşfê li ser serê wî ye, hemû teknîk pêre heye. Lê li hember qilêşekî şervanên azadiyê qîr û hewara wî bû. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk hêzeke lawaz, leşkerên wî jî leşkerên tirsonekin. Ji bo vê jî me destpêkê jî anî ziman, divê em yekbûna xwe di nava tevgerên şoreşger de zêde bikin û carekê bi dagirkeriyê re şerekî mezin bikin. Dema ku em wê şerî jî bikin, emê gelek encamên dîrokî bi dest bixin. Ger ku tevlîbûneke xort ji tevgerên şoreşger re çêbibe, wê xeyalên dewleta Tirk ya salên 2023’an têkbiçe û di Rojhilata Navîn de 100% wê dewleta Tirk bi binbikeve.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cemîl Bayîk: Eger armanca we ne azadî bûya, îradeya we ewqasî xurt nebûya

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya şehîd Tîrêj Germav eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya şehîd Tîrêj Germav eşkere kir

HPG'ê nasnameya şehîd Tîrêj Germav eşkere kir

PAJK: Emê bi dirûşmeya "Di jiyanê de azadî, di şer de serkeftinê" têkoşîn bikin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Zindanan a PAJK’ê: ‘Em di wê hêzê de ne ku tecrîdê Bişkînin’ 

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.