SILÊMANÎ – Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin û gotin; “Eger saxin û di girtîgehê dene, berdin. Eger hatine şehîdxistin, gorên wan diyar bikin û hestiyên wan bidin.”
Xizmên şehîdên Komkujiya Hewlêrê li ber derê ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê kombûn û daxwaznameyek radestî ofîsa parlamentoyê kirin.
Xizmên şehîdan, li ber derê ofîsê wêneyên şehîdên Komkujiya Hewlêrê û Xelîfanê bilindkirin.
Li ber derê ofîsê daxwanameya ji bo parlamentoya herêmê radestî ofîsê hatî kirin, ji aliyê Xerîb Mihemed ve hate xwendin.



