Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: Berxwedana Kato bû yek ji berxwedanên herî esîl ên dîroka me ya azadiya jinê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Berxwedana Kato ya destanî ku di şexsê 12 hevrêyên me yên jin de şênber bû, bi dersan dagirtî ye û bû yek ji berxwedanên herî esîl ên dîroka me ya azadiya jinê ku ti carî nayê jibîrikrin. Em serbilind in ji ber ku xwedî hevrêyên welê leheng, wêrek, şerker, bedew û berxwedêr in.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/04/2022 - 10:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YJA Star: ‘Civaka azad wê bi giyanê berxwedêr yên jinan were afirandin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî şehîdên Katoyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di gava destpêkê ya avabûna mirovahiyê û civaka xwezayî ya komunal de jin bi rola sereke rabûn. Bi çanda Dayik-Xwedawendiyê hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve şaristaniya demokratîk afirandin. Hucreya esasî ya mirovahiyê û civakîbûna heyî ava kirin. Yek ji jinên ku ji vî eslî hatiye, di pêvajoya civakîbûna mirovahiyê de bi rola xwe rabûye û nirxên civaka komunal gihandiye vê serdemê, jinên Kurd e. Jinên Kurd ji ber dilsoziya xwe ya bi civakîbûnê re, ji ber çanda xwe ya xurt û koka xwe ya dîrokî, bûn xwedî rehekî berxwedêr ê herî esîl. Ev bexwedana ku di pêvajoya dîrokî ya hezaran salî de bi gelek nav û bûyeran hate ser ziman, di dîroka me ya nêz de jî bi Besêyan, Zarîfeyan, Rindêxanan û jinên me yên ku di Terteleya Dersimê de xwe ji zinaran avêtin lê teslîmî dijmin nebûn, şênber bû.

Bi pêngava PKK’ê re ku tevgera azadiyê ya mirovahiyê ye, ev kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî ya jinên Kurd bi têkoşîna ji dehan salî veguherî Îdeolojiya Rizgariya Jinê, Tevgera Azadiya Jinê, partîbûn û artêşbûna jinê. Bi saya berxwedana jinên Kurd ên azad, jinên Kurd bûn xwedî îdeolojî, tevger, partî, artêş û sîstema jiyana azad. Ji berxwedana hevrê Sara ya li Zindana Amedê heta bi berxwedana hevrê Besê Anûş a li çeperan, ji sekna Bêrîtanan a li dijî xiyanetê heta bi xeta fedaîtiyê ya Zîlanan jinan sekn, têkoşîn û berxwedana xwe li dîrokê neqişandin û kevneşopiyeke bi vî rengî ya esîl hate afirandin. Sekna bi rûmet û esîl a jinên Kurd ên azad, bi îradeya jinê ya mezin, bawerî, eşqa azadiyê, ked, biryardarî, têkoşîn, daxwaza serketinê û bi şehadetê şênber bûye. Di serî de jinên Kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê destketiya herî mezin e ku mîrateyeke bi vî rengî ya berxwedana jinê ya esîl îro jî dewam dike û gav bi gav ber bi serketinê ve diçe.

BERXWEDANA LI KATOYÊ YEK JI BERXWEDANÊN HERÎ ESÎL ÊN DÎROKA AZADIYA JINÊ YE

Yek ji mînakên dîrokî ku sekna esîl a hezaran salan a jinên Kurd ên azad bi rengekî herî xurt temsîl dike, berxwedana mezin a jinê ya li Katoyê ye. Weke ku tê zanîn di bihara sala 2017’an de dewleta Tirk a qirker û dijminê jinê operasyoneke berfireh a dagirkeriyê li ser çiyayê Katoyê yê li navçeya Elkê da destpêkirin. Li dijî vê êrişa berfireh a artêşa Tirk, hêza me ya YJA Starê ya li herêma Katoyê di cih de bersiv da û berxwedaneke destanî nîşan da. Ji fermandaran heta bi şervanan hêza me ya YJA Starê ya li Katoyê bi îradeyeke ji pola di nava şert û mercên giran ên zozanan û mercên zehmet ên zivistanê de li dijî artêşa Tirk a faşîst şer kirin. Hevrêyê me yên jin bi rojan di nava berfê de şer kirin, heta ku dest û lingê wan qefilî bi dilekî mîna agir bi rengekî bêeman têkoşiyan. Li gel hevrêyên me Nûdem Nûrhak û Hêvî Sorxwîn ku pêşengî ji vê berxwedanê re kirin; di bin fermandariya hevrêyên me Raperîn Amed û Roza Hêlîn de hevrêyên me Rûken Gever, Barîn Şîlan, Avaşîn Çirav, Zinarîn Arjîn, Xwînda Kato, Stêrk Efrîn, Zîlan Qerejdax û Arîn Qerejdax bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di salvegera şehadeta van hevrêyên me yên hêja de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û jinan hemûyan re dixwazin.

Berxwedana Kato ya destanî ku di şexsê 12 hevrêyên me yên jin de şênber bû, bi dersan dagirtî ye û bû yek ji berxwedanên herî esîl ên dîroka me ya azadiya jinê ku ti carî nayê jibîrikrin. Em serbilind in ji ber ku xwedî hevrêyên welê leheng, wêrek, şerker, bedew û berxwedêr in. Weke YJA Starê ji bo me rûmeteke mezin e ku li ser rêya van hevrêyên xwe  dimeşin. Di serî de li Zap û Avaşînê em îro li her derê Kurdistanê têkoşîna jinê û ala berxwedanê bilind dikin û bi vî rengî hewl didin hêjayî şehîdên xwe yên leheng bin. Ji bo bibin şopdarên şehîdan û hevrêyên hevrêyên xwe ji her demê bêhtir em ê têbikoşin. Xwîna hevrêyên me yên jin wê li erdê nemîne, em ê nrixên ku wan afirandine mezintir bikin, sekna wan a esîl li her derê belav bikin, hêviya di dilê jinan hemûyan de, eşqa azadiyê mezin bikin û bi vî rengî bersivê bidin. Têkoşîna me ya azadiyê heta ku xwedî destanên bi vî rengî yên lehengiyê be wê ti carî têk neçe. Sekna jin a azad, îrade, berxwedan û têkoşîna wê wê teqez bi ser bikeve. Jin a azad a şerker û serketî wê bi mirovahiyê û tevahiya gelan bide qezençkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk DGH’ê li Geverê fîşekên hewaî ve qereqola polîsan da

Nivîsa Pêş

PDK’ê hejmara qereqolên xwe ji 8’an kir 66 – Şengal û Rojava têne dorpêçkirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
PDK’ê hejmara qereqolên xwe ji 8’an kir 66 – Şengal û Rojava têne dorpêçkirin

PDK'ê hejmara qereqolên xwe ji 8'an kir 66 - Şengal û Rojava têne dorpêçkirin

Li Îranê hejmara darvekirina jinan zêde bûye ku 2 ji wan zarok in

Li Îranê hejmara darvekirina jinan zêde bûye ku 2 ji wan zarok in

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.