Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPJ: Gerîlayên HPJ’ê di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin

Fermandariya Hêzên Parastina Jinan (HPJ): Em gerîlayên HPJ’ê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de li beramberî pergala zilamsalar a dagirkeriya Îranê, di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
06/03/2022 - 14:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPJ: Gerîlayên HPJ’ê di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Hêzên Parastina Jinan (HPJ) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.

Di peyama HPJ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di serî de em 8’ê Adarê li rêberê gelan Rêber Apo û hemû jinen pêşeng, şoreşger, azadîxwazên cihanê ku di rêya jiyana azad de ji bo rûmeta mirovahiyê canên xwe feda kirne, pîroz dikin û em silav û hurmetê xwe diyar dikin. Di vê pêvajoya hesas û diyarker de em rê û xeta wan berdewam dikin û ji bo azadiya jinan û jiyaneke bi rûmet ji bo mirovahî asta têkoşîna xwe bilind bikin. Em hêzên parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê ev roj li rêberê gelan li Rêber Apo û hemû jinên cihanê, taybet jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin.

Sîstemê sermayedarî bi hemû hovîtiya xwe ser jinan û ciwanan şerê taybet bi her awayî dide meşandin û bi ser van de tê. Dixwaze jinan ji cewherê xwe yê jinê dûr bixîne. Ji hebûna xwe ya mirovahî ku bi salane pêşengiya civakan kiriye, ev nedîtî bigire û di dîroke de werin paqijkirin. Bi têkoşîna ku bi salane jinan ji bo hebûna xwe daye, serî netewandiye, ji bo ve jî her roj bi awayekî têkoşîna xwe domdar kiriye û heta roja me ya îro aniyê.

Ev bi pêşengiya jinê kurd, şehîd Sara yek ji avakerên Tevgera Azadiyê bû û di asta herî bilind de nûnertî û pêşengiya fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo kir, bi taybet ji bo jinan wek pêşeng bû.  Ev pêşengî li her çar parçeyê Kurdistane belav bû bû, ne tene li Kurdistanê, li temamê cihanê domdar kir. Lê mirov dikare bêje ku şehîd Sara bi asta xwe ya hêza fikir û wate sînorên hebûn û nebûna fizîkî derbas kir. Bû bîrdoziyek ku îro bi hezaran gerîla fedaîyên xeta wê ne. Bû felsefeyek ku bi milyonan insan di heqîqeta wê de wateya hebûna xwe bigere û li ser şopa wê bimeşe. Bû manewiyatek ku li ser çarenûsa hemû mirovahiyê bandor bike. Bi taybet li Kurdistan û Rojhilata Navîn bû sembolek ku têkoşîna azadiyê jin û şerê hebûna wateya xwe pê pênase bike. Ev têkoşîn her diçe bilind dibe û bi vê asta bilindbûna xwe, rêya hebûna jinan diyar dike.

Rejîma Îranê bi cinsiyetparêz û faşîzmê û bi hemû siyaseta li dijî jinê, wekî ol, şerîat bi kar tîne, her wiha jinan li hemû qadê jiyan û siyasetê dûr dixe. Di van salên dawî de bi qetl, recm, bi zihniyeta baviksalarî li ser jin û civakan dimeşîne. Jinan di hemû qadan de ji zindanan bigire heya kolanan li hemberî vê sîstemê serî hildan. Cesareta xwe li hemberî pergala heyî nîşan dan, ev bi berxwedan, têkoşîna ku jinan wek Zeyneb Celalyan, Atena Dayîmî bi salane bi xwe re anîn ve îlham wergirtin. Taybet ev bi pêşengiya jinên Kurd bi bingehê 43 sal bi Hereketa Azadî bi xwe re afirand ve pêk hat. Ev têkoşîna Rêber Apo ji bo jinan li ser esasî îdeolojiya Rizgariya Jinan a bi pêşengiya heval Sara, Kawenda, Şîrînan û hezaran jinên ku ji bo azadî berdêl dan pêş ket, ev ji bo me jinan bû îlhamek ku bikarin di rêya wan de ji bo hemû jinan têkoşîna xwe xurtir û bilintir bikin.

Em gerîlayên HPJ’ê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de li beramberî pergala zilamsalar a dagirkeriya Îranê, di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin. Da ku bikaribin jinan dest bi dest hevdû bi yek deng, bi hemû rengên xwe û bi hemû neteweyan Fars, Azerî, Belûc, Tirk û Erep li derdora fikir û felsefê Rêber Apo kom bikin û di xeta bîrdoziya azadiya jin xwe de rêxistin bikin. Ji ber ku pêwîstiya jinên vê erdnîgariyê wekî giştî cihanê ya nasnameyên xwe naskirin, bûyîna îrade û bi rêxistinbûyînê heye. Wexta mijar dibe nasname û îradeya jinan destpêkê şehîden ku di wê xetê û şerê wê ya di van mijaran de tên bîra mirov. Ji ber ku şehîden qehreman şerê xwe yê herî mezin li beramberî bê nasnametî, bê îradetiya rastî li beramberî koletiya jin a ku bi hezaran sal e kêlî bi kêlî tê kûrkirin, meşand. Wekî pêşengên vê têkoşînê wasiyeta wan li me ev bû ku şerê li beramberî koletiya jin û civak bilind bikin. Ji bo vî jî her yek ji me di asta şer û têkoşîna Sarayan, Kawendayan de pêwîste pêşengtî bike û rihê wan, têkoşîna wan di nav civak de belav bike, kûr bike û vî şerî li beramberî koletiya jin û civakan bilind bike. Li ser vî esasî pêwîst e em hemû di bingehê îdeolojîk, felsefîk û manewî de bên gel hevdu, rêxistinbûneke piralî ava bikin û wek hebûna jinê, bijîn.

Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê  ji bo ku xwe bigihînin hevdu, ev pêngava 8’ê Adarê divê bibe bingeha yekitî û bilindkirina têkoşînê. Li xwedî hevdu derbikevin û bi fikir û hestên azad li her qadên jiyanê cih bigrin û xwe pênase bikin, pêwîst e tevlî têkoşîn û berxwedaniya azadiyê bibin û meşaleya têkoşîna jinên wek Berîtan, Zîlanan bi tevlîbûna xwe ve bilind bikin.

Em jî di 8’ê Adarê de rêhevalên xwe yên dozê heval Şîrîn, Rojbîn, Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin û heta dawî soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameyê sê şehîdên Botanê eşkere kir

Nivîsa Pêş

YJC: Jinên kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihandin vê roja mezin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
YJC: Jinên kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihandin vê roja mezin

YJC: Jinên kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihandin vê roja mezin

Jin bi boneya 8’ê Adarê xwe berdane meydanan

Jin bi boneya 8’ê Adarê xwe berdane meydanan

Manşet

  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.