Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

BANDORA ŞERÊ LI ÛKRAYNA LI SER ROJHILATA NAVÎN

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
05/03/2022 - 15:19
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
BANDORA ŞERÊ LI ÛKRAYNA LI SER ROJHILATA NAVÎN
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN
Murad Rojhilat
Emerîka ya ku di sedsala 20’an de hegemoniya emperyalîst ji Brîtanyayê dewir girt, sala 2021’an ji Efganîstanê vekişiya û li Rojhilata Navîn hêza xwe kêm kir. Diyar dibe ku hegemoniya Emerîka wekî berê nikare xwe bide meşandin, ji bilî wê jî qadên biryarê hewl didin derkevin holê. Di vir de dewletên weke Tirk û Rûs dixwazin vê valatiyê bi şêwazê xwe xurtkirinê bi kar bînin.

Emerîka dixwaze hêza xwe ya li Ewrûpayê mezin bike û hewl dide Almanya di bin kontrola xwe de bihêle. DYA’yê Ûkrayna li hemberî Rûsan germ kir. Ji bo ku Rûsya êrîşî Ûkraynayê bike, meseleya ku wê Zelenskî Ûkrayna beşdarî NATO bike derdixist pêş û di bin re jî ronahiya kesk ji Rûsan re pê xist, da ku êrîşî Ûkrayna bike. Tişta balkêş jî ew e, dema hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ûkraynayê kom dibûn Amerîka daxuyanî da û got “Wê Rûs êrîşî herêmê bike û dagir bike”. Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kin Rûsan êrîş kir. Êrîşa li ser Ûkrayna êrîşa li ser xaka Ewrûpayê ye, ji ber vê jî Ewrûpa pêwîstiya xwe bi Emerîka dibîne, yanî Emerîka dixwaze bi vê êrîşa Rûsan ve Almanyayê bi temamî kontrol bike û di heman demê de helwesta Tirkan ya li hemberî vê êrîşê bibîne û li gorî wê tewrekî li hemberî Tirkan jî dayîne. Ger bala we kişandibe dema Rûsan êrîş kir Emerîka got Tirk mitefîkekî min ya pir bi qîmet e û lazim e helwesta xwe diyar bike. Ev jî vê dide diyarkirin ku ger Tirk di vî şerî de helwesteke zelal nede diyarkirin, wê herdu alî jî ji Tirkan aciz bibin û wê ji bo dewleta Tirk encamên nebaş bi xwe re bîne.

Ger Tirk xwe bidin milê Rûsan wê NATO endamtiya wan bixe nîqaşê û heyanî derxistinê jî wê biçe, yan ger pişta xwe bide Ûkraynayê wê di demek nêz de encamên xirab ji bo Tirkan derkeve meydanê. Ji ber wê jî di hersê aliyan de jî Tirk nikare xwe ji vî şerî xilas bike. Çawa bike jî wê encamên xirab bi xwe re bîne. Ger bêdeng jî bimîne dîsa zirar ji bo wan heye, hem jî gelekî xirab. Niha medyayên Tirk gelekî bi ser Rûsan de diçin, lê pir zêde piştî wê dê çi bibe zêde lê mêze nakin. Yanî ger zanibin dema pêş her gotinek wê li Tirkan bizîvire wê vî karî nekin, lê bi kêm mejîtiya xwe hewil didin dostên xwe yên esrarfiroş, Zelenskî, rizgar bikin lê Zelenskî êdî bi medyayan nema rizgar dibe. Em hemû jî dizanin ku hemû payebilindên Tirkan bi alîkariya hikumeta Zelenskî bi tonan madeyên hişber derbasî Ewrûpayê dikirin, belkî jî rayedarên Tirkan herî zêde ji vê jî ditirsin ku dema dewleta Ûkrayna bikeve hemû sucên wan kirine derkevin holê. Lê ji wê zêdetir, ev şer ji bo kirîza li Tirkiyê gelekî xirab e. Ji ber ku wê bihayên tiştan gelekî zêde bibin û rewşek kambax li ser miletê Tirk re derbas bibe. Dewleta Erdoxan temîna gaza xwezayî ji Ûkrayna û Rûsiyayê dike, şerê li herêmê tê wateya krîza enerjiya gaza xwezayî.
Bandora şerê heyî wê li ser Sûriyê jî xuya bibe.

Bandorek ewe ku nakokiyên Rûs û Tirkan wê li ser rewşa Ûkraynayê zêdetir bibe û ev jî bihêle ku Rûsya tewrê xwe li Sûrî li hemberî Tirkan zelal bike, şerekî mihtemel wê li Sûriyê di navbera Rûsya û Tirkan de derkeve, ji bo ku Tirk li ser xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyê nemîne, wê Rûs hewildanan berbiçav bike. Çeteyên Çeçenî derbasî nava xaka Ûkrayna bûn, tê zanîn ku bi salane hikumeta Erdoxan desteka xwe ji bo rêxistina Çeçenan pêşkêş kiriye û dike. Yanî ger desteka Tirkan nîn be Çeçenî nikarin derbasî Ûkraynayê bibin, ev rewşa jî wê tesîrek nebaş li ser rewşa Tirkan a li Sûrî, Ermenistan û Lîbyayê bike.

Bandoreke din a li Sûriyê bike jî ew e ku dê şerê heyî kurtir bike. Mirov şerê heyî dikare li ser bingehê şerê Tirk û Rûsan bi nav bike. Ji ber ku li Asya û Rojhilata Navîn Emerîka hêza xwe winda dike û berê xwe dide Ewrûpayê, bi taybetî jî berê xwe dide Deryaya Spî. Dixwaze enerjiya hatiye keşifkirin desteser bike, ji bo wê jî herêmên Asyayê ji xwediyê wan re dihêle û diçe. Li ser vî bingehî Tirk jî dixwaze valatiya heyî dagire, Rûsya jî hewil dide Împaratoriya Sovyetan paşde vegerîne û li Asyayê bibe hakimê yekemîn. Çîn ji ber ku di ferqa meseleya ekonomiya emperyalîst de ye dixwaze ekonomiyê bi kopyayên xwe ve bixe bin serweriya xwe. Îran ji bo vî şerî bêdengî hilbijartiye. Ji ber ku ew jî hewl dide hîlala Şîayan ava bike. Ji ber ku Emerîka li Kendavê zeîf ketiye, Îran dixwaze ji vê rewşê sûdê wergire û cografya xwe fireh bike. Lê, şerê parvekirinê wê di demeke nêz de xwe zêdetir bide der. Emerîka bi firotina Ûkraynayê dixwaze bibe hakimê Ewrûpayê û li ser Deryaya Spî xwe xurt bike, û mejiyê NATO jî nû bike. Ji ber ku gelek welatên Sovyetê di nava NATO’yê de hene, ev yek ji bo Emerîkayê mesrefeke zêde ye. Gava ku Emerîka tercîha xwe tenê ji bo Ewrûpayê bike wê Tirk jî kêrî karê wan neyê, dibe ku Tirkan jî ji NATO’yê derxînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dêrîkê Konê Jinên Ciwan yê 8’ê Adarê

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan gihîştin gundê Sifeyê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan gihîştin gundê Sifeyê

Jinên Ciwan gihîştin gundê Sifeyê

Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê didome

Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê didome

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4’ê Nîsanê li qadên gerîla hate pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.