Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşaran digihêje salekî – Doza me, dozeke heq e!

“Banga min ji bo her kesên edaletê dixwazin ew e ku di 9’ê Adarê de bên ber deriyê Edliyeya Rihayê.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
04/03/2022 - 11:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ferît Şanyaşar: Li sûcdaran dozê venakin li me vedikin
ParvekeTweet

RIHA – Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeta wan a edaletê salekê li pey xwe dihêle û wiha got: “Banga min ji bo her kesên edaletê dixwazin ew e ku di 9’ê Adarê de bên ber deriyê Edliyeya Rihayê.”

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtina kujeran û darizandina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatê, di roja 361’emîn de jî berdewam kir.

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku di 9’ê adarê roja çarşemê de dê çalakiya wan saleka xwe temam bike û wiha domand: “Dema çalakî dest pê kirî, em tenê du kes bûn. Lê doza me niha veguherî doza cemaweriyê. Hemû kes xwedî li nobetê derdikeve. Di roja 200’emîn a çalakiyê de me bi parêzeran re nobet girtibû. Banga me ji hemû parastvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê qala maf, hiqûq û edaletê dikin ewe ku di 9’ê adarê roja çarşemê de werin pêşiya Edliyeya Rihayê û bi me re Nobeta Edaletê bigirin. Tenê rojek jî be, em dixwazin ku vê nobetê bi her kesî re bigirin. Bila hemû kes were û li pêşiya edliyeyê rûne. Bila bibînin bê ka em zehmetiyên çawa dikişînin. Çalakiya me, li dîrokê tê nivîsandin. Yên ku dixwazin bibin şahidê vê dîrokê, banga me ew e ku di 9’ê adarê de li pêşiya edliyeyê bin.”

‘DOZA ME DOZEKE HEQ E’

Şenyaşar, diyar kir ku zilma bi komkujiya 14’ê hezîrana 2018’an li wan hatiye kirin, bi rêya hiqûqê hatiye domandin û wiha got: “Em, edaletê dixwazin. Ev, daxwaz dê rojekî bo her kesî hewce bike. Daxwaza me ji bo her kesî ye û divê hemû kes jî beşdarî vê daxwaza bibe û dengê xwe bikin. Banga me ji bo hemû kesên xwedî wijdan e. Di nava salekê de em tenê li cihê xwe nerûniştin. Neheqiya li me hatiye kirin, me bi her kesî re parve kir. Pergalake hiqûqê li Rihayê heye. Ji destpêka nobetê heta niha 6 caran hatin binçavkirin, 14 caran îfadeyê dayika min girtin û derheqê wê de lêpirsîn hate destpêkirin. Doza me, dozeke heq e. Heta daxwazên me tên qebûlkirin jî dê têkoşîna me bidome.”

DU DAXWAZ

Di berdewamê de jî Şenyaşar diyar kir ku tenê du daxwazên wan hene û daxwazên xwe wiha vegot: “Bizava me birayan a ji bo parastina jiyana xwe ya li kargehê, dikeve ber mafê parastina rewa. Lê tevî vê jî li birayê min (Fadil Şenyaşar) 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ev 4 sal in jî di hucreyê de tê ragirtin. Heke darazeke adilane hebûya, birayê min niha li hundir nedibû. Em dixwazin ku were berdan. Li pêş çavên bi sedan karmendên cemaweriyê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hate kirin. Lê ev 4 sal in biryar nepeniyê ya li ser dosyayê nehatiye rakirin. Ev yek ne hiqûqî ye û em dixwazin doz were vekirin. Di roja çarşemê de dê çalakiya me saleka xwe temam bike. Heke daxwazên me neyên qebûlkirin, dê çalakiya me bidome. Em tenê li cihê xwe narûnin, her wiha dê bi hişkî li deriyên rayedaran bixin. Dê li pêşiya deriyên Dadgeha Qanûna Bingehîn, HSK û dozgeran li edaletê bigerin. Daxwaza me ya maf, hiqûq û edaletê dê heta dawiyê bidome.”

DAYIKA EMÎNE: DAXWAZA MIN A EDALETÊ JI BO HEMÛ KESÎ YE

Dayika Emîne Şenyaşar ku êdî weke sembola kesên li edaletê digerin tê naskirin jî bi wesîleya salvegera Nobeta Edaletê bang li hemû kesî kir ku di roja çarşemê de tev li çalakiya wan bibin. Dayika Emîne xwest ku hemû kes piştgiriyê bide wan û wiha axivî: “Çavên min li rêya kesên dê werin vê derê ye. Bi serdana wan gelek keyfxweş dibim. Kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ez dixwazim were berdan. Daxwaza min ew e ku kesên komkujî kirine bên girtin. Daxwaza min a edaletê ji bo hemû kesî ye. Li kîjan deverê dibin bila bibin, hemû kes li cihê xwe bila piştgiriyê bidin me û bo me duayan bikin. Li vê derê zilm li me tê kirin û kujer li derve bi rehetî digerin. Heta edalet pêk tê jî ez ê ji vir ranebim. Vaye salek li pey xwe hişt û heke edalet pêk neyê, ez ê saleke din jî li vir bim. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene lê heta kurê min neyê berdan ez nikarim li mala xwe rûnim. Heke edalet pêk bê, ev edalet dê ji bo hemû kesî be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan li Helebê bi wesîleya 8’ê Adarê pêşbirk li darxist

Nivîsa Pêş

KJAR: Em ê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ve serkeftinê bi ser bixin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Koordînasyona KJAR’ê “‘Em bi yekgirtina jina qirkirinê bi dawî bikin’

KJAR: Em ê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ve serkeftinê bi ser bixin

Girtî Remzî Çaglin ji ber “lêgerîna nava dev” red kiriye, 7 meh in nayê tedawîkirin

Girtî Remzî Çaglin ji ber “lêgerîna nava dev” red kiriye, 7 meh in nayê tedawîkirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.