Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hêzên navdewletî çima mudaxaleyî DAIŞ’ê nakin?

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
24/01/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hêzên navdewletî çima mudaxaleyî DAIŞ’ê nakin?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Mehmet Alî Ertaş Nivîsand

Rêxistina DAIŞ’ê ji aliyê hemû gelê cîhanê ve wekî rêxistinek hov û terorîst tê zanîn û nasîn. Li gelek welatan êrîşên hovane pêk anîn. Bi deh hezaran mirov qetil kirin. Bi dehan însan şewitandin, serê dehan mirovan jêkir û vîdeoyên hovîtiya xwe li ser medyaya dîjîtal parve kir. Bi sedan êrîşên întîxarî pêk anîn. Li Şengal, Kobanê, Pirsûs, Enqere û Dîlokê komkujiyên mezin pêk anîn. Li Reqa, Qamişlo, Hesekê, Kerkûk, Duhok, Misûlê û gelek bajarên din êrîşên hovane pêk anîn. Di şerê li Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Heleb, Reqqa û gelek bajarên din de bi sedan mirov qetil kirin. DAIŞ’ê komkujiya herî mezin li Şengalê û Kobanê pêk anî. DAIŞ’ê herî zêde kurd qetil kirin. Herî zêde jin û zarokên kurdan revandin. Herî zêde gelê kurd û Kurdistanê ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçber bûn. Lê li gel êrîşên hovane yên DAIŞ’ê jî herî zêde şervanên kurd li dijî DAIŞ’ê şer kir. DAIŞ’a ku bi piştgiriya Katar, Tirkiye, Iraq û gelek welatên cîhanê xwe mezin kir û bi rêxistin kir, bi berxwedana gelê kurd û têkoşîna şervanên kurd, li Kobanê şikest û li Reqqa û Dêrazorê têk çû. Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) ku li Heleb, Reqqa, Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê di operasyonan de bi hezaran DAIŞ’î girtin, li girtîgeha Hesekê kom kirin. Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dadgeh ava kirin. Lê hêzên navdewletî ji bo darizandina DAIŞ’ê tu gav neavêtin. Niha bi deh hezaran endamên DAIŞ’ê li Hesekê girtî ne. Li gel ku gelek caran MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li rayedarên welatan kir û xwest her kes welatiyên xwe li welatê xwe darizînin jî tu welat nêzîk nebûn. Li gel ku DAIŞ dijmine hemû mirovahiyê û welatên cîhanê ye jî, bi hezaran DAIŞ’î yên girtî wekî bombeya zindî li Hesekê di hembêza HSD’ê de hişt. Ji ber ku welatên cîhanê û hêzên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, tu gav neavêtin, DAIŞ’iyên girtî serî rakirin.

DAIŞ’ê di şeva 20’ê çile de komek endamên DAIŞ’ê ku gelek welatên cîhanê ew xistine lîsteya terorê li Hesekê êrîşî Girtîgeha Xiwêranê kir. Di êrîşê de gelek endamê DAIŞ’ê yên li vir girtî reviyan. Piştre HSD’ê li dijî endamên DAIŞ’ê li Hesekê dest bi operasyonê kir û şer derket. Li gor agahiyên rayedarên HSD’ê di şer de 17 endamên HSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên ji saziyên xizmetsaziyê di şer de jiyana xwe ji dest dan. 23 endam jî birîndar bûn. Di şer de bi dehan DAIŞ’î jî hatin kuştin.

Li vir gelek pirs derdikevin holê. Hêzên navdewletî heta niha çima ji bo endamên DAIŞ’ê ku dijminê her kesî ye çareseriyek pêş nexistin? Piştî bûyera li Hesekê çima heta niha hêzên navdewletî bêdeng in? Çima tu dewletan piştgirî nedan HSD’ê? Çeteyên DAIŞ’ê yên çekdar ku di sala 2019’an de bi awayekî fizikî xelas bûn, çawa dîsa xwe bi çek kirin? Kîjan hêz û dewletan piştgirî dan wan? Li pişt vê êrîşê kijan dewlet hene? Gelo dixwazin DAIŞ’ê ji nûve zindî bikin?

Dema mirov li helwest û sekna dewletan dinêre, dikare çend encaman derxe. Yek jê xuya dike ku li pişt vê êrîşê û serîrakirina DAIŞ’ê hin dewlet û hêz hene. Ya din her hefte li Mexmûr, Şengal, Kobanê û gelek bajarên din her roj balafirên şer ên bê mirov êrîşên suîkastî pêk tînin. Her roj welatiyên sivîl di van êrîşan de jiyana xwe ji dest didin.

Çima li pêş çavê hemû cîhanê di êrîşên balafiran de sivîl tên qetilkirin, lê çima nikarin rê li pêş van êrîşên DAIŞ’ê bigirin. Ev nîşan dide ku hêzên di nava Tirkiye, Iraq û rejîma Sûriye de bi hevkariya welatê Ewropa, Rûsya û DYA dixwazin dixwazin ji nûve DAIŞ’ê zindî bikin. Ji ber ku hêj planên wan ên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava bi ser neketine. Ji ber ku nikarin li gorî xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê tev bigerin. Ji ber vê yekê hêzên navdewletî dixwazin dîsa li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn kaosekê ava bikin. Lê ger vê carê DAIŞ ji nûve zindî bibe dê hemû gelê cihanê di bin talûkeyê de be. Ku îro gelên cîhanê û welatên cîhanê li diji çalakiya DAIŞ’ê dengê xwe neke, dê sibê ji kurdan zêdetir zerarê bide gelê cîhanê. Ji ber ku kurdan heta niha li dijî DAIŞ’ê şer kir û dê dîsa şerê DAIŞ’ê bike. Lê yên li dijî van êrîşan bêdeng bimînin, dê sibê nikaribin xwe biparêzin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Wê Kurd vê nêzîkatiya wan a tesfiyekar qebûl nekin û li ber xwe bidin

Nivîsa Pêş

Berxwedana ku bi vîna jinê şîn bûye: Berxwedana Serdemê – 3

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Berxwedana ku bi vîna jinê şîn bûye: Berxwedana Serdemê – 3

Berxwedana ku bi vîna jinê şîn bûye: Berxwedana Serdemê - 3

DOSYA – Fermandar Baran Mawa Şehîdên Cizîrê vedibêje – Ş. Şerker Mazdek

DOSYA – Fermandar Baran Mawa Şehîdên Cizîrê vedibêje – Ş. Şerker Mazdek

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.