Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Tu komkujî êrîş nikare pêşî li meşa me ya azadiyê bigire

"Bila dost, dijmin û tevahî gelê Kurd zanibin weke jinên Kurd heya yek ji me jî hebe, em ê bêwestan û bêdudilî têkoşîna li dijî faşîzmê bimeşînin û bi hesappirsîneke dîrokî komplogeran têk bibin û jiyana azad misoger bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/01/2022 - 11:25
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Qirkirina li ser gelê Kurd berdewame
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em, jina tekoşer, damezrînera partiya me PKK’ê, pêşenga berxwedana destanî hevrê Sakîne Cansiz û milîtanên tevgera jinê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’emîn salvegera şahadetê de bi hesret û rêzdarî bibîrtînin. Bi navê Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li hemberî bîranîna şoreşgera mezin, hevala Sara ku her kêliya jiyana xwe li dijî faşîzmê bi şerekî mezin derbas kir, soz didin ku em ê ji hemû hêzên di vê komkujiyê de rol lîstine hesabekî dîrokî bipirsin û di şexsê hersê jinên şoreşger de tola hemû jinan hilînin. Em ê di sala 2022’an de têkoşînê bi biryardariya Sara bimeşînin û faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Hevrê Sakîne, Fîdan û Leyla, 9’ê Çile ya sala 2013’an li navenda modernîteya kapîtalîst, li Parîsê ku bi demokrasî û hiqûqa xwe pesnê xwe dide, li ber çavê mirovahiyê hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn û rayedarên Tirkiyeyê li xwe mukir hatin ku bi plangeriyekê ev qetlîam pêk anîne. Tevî vê îtîrafê, bêdengiya dewlata Fransa eşkere dike ku ev komkujî jî wekî dewamiya komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber APO, bi hevkariyeke pir alî pêk hatiye. Eger ne wiha ye, tevî ku rayedarên Tirk qetilkirina hersê jinên Kurd qebûl kirin, ev bêdengî ji bo çi ye? Heta dewleta Fransa û daraza wê li hemberî komkujiya li dijî her sê jinên şoreşger pêk hatiye helwestê nîşan nede, nepêkane xwe ji şirîkatiya komkujiya bi destê dewleta Tirk pêk hatiye rizgar bike. Bi navê jinên Kurd, em careke din banga xwe dubare dikin, divê dewleta Fransayê li hemberî komkujiya kujerê wê diyare di zûtirîn demê de helwesta xwe bi zelalî diyar bike. Bila baş bê zanîn em ne vê komkujiyê, ne dema pêkanîna wê, ne jî hedefgirtina damezrînera PKK’ê û Tevgera Azadiya Jinên Kurd hevrê Sakîne û her du hevrêyên xwe, ji rêzê nabînin.”

‘KOMKUJIYA PARÎSÊ NÎŞANEYA QIRKIRINÊ YE’

Di daxuyaniya PAJK’ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

“Komkujiya 9’ê Çileyê li hemberî pêşengên şoreşa jinê li Parîsê pêk hat, nîşaneya polîtîkayên qirkirina jinên Kurd û gelê Kurd e. Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê; hêzên desthilatdar ve bi armanca tasfiyekirina tevgera azadiyê pêk hat. Di demekê de ku Rêber APO ji bo çareseriya demokratîk îradeyek mezin diyar kir qetilkirina hevrê Sara, peyamên pir alî dida. Ji ber wê Rêber Apo komkujiya li Parîsê, weke qetlîma duyemîn a Dersimê û helwesteke li hemberî xwe pênase kir. Bi vê komkujiyê re diyar bû ku dewleta Tirk ne pêvajoya çareseriyê, pêvajoya qirkirina gelê Kurd û plana çong danînê bi hevkariya hêzên navneteweyî xistiye meriyetê.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO pêk hat, bi qetilkirina hevala Sara hate nûkirin. Hedef ew bû ku pêşengên di destpêka şoreşê de bi Rêber APO re di damezrandina Tevgera Azadiyê de cih girtine tine bikin. Her wiha hêzên faşîst baş zanin ku mezinahî û cûdahiya tevgera me bingeha xwe ji azadiya jinê digre. Tirsa wan a mezin jî ji vê ye. Çawa ku hevala Sara, di zindanê de li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê, weke jineke Kurd bi wêrekî û vîneke mezin tif li rûyê faşîstan kir, serî netewand û helwesteke dîrokî raber kir, îro jî bi hezaran şopdarên Sara li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li çiyayên Kurdistanê, li zindanan û li her qadên jiyanê bi biryardarî hesap ji dagirkeran dipirsin û şerekî mezin dimeşînin. Ji ber wê li hemberî jinên Kurd ên ku cewhera xwe ji helwesta keça Dersimê ya berxwedêr Sara digrin li tevahiya Kurdistanê êriş tên kirin. Di kesayeta şoreşgera mezin hevala Sakîne Cansiz de xwestin paradîgmaya azadiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd gerdûnî dibe têk bibin. Piştî komkujiya li dijî hersê jinên şoreşger, li çiyayên Kurdistan pêşeng û mîlîtanên tevgera me, li Bakur pêşengên rêveberiya xweser, li Rojava pêşengên şoreşê, di nava siyaset û zindanan de siyasetmedarên jin, jinên welatparêz ên xwedî helwest di encama vê konsepta de rastî qirkirin û tundiyê hatin.

‘TI KOMKUJÎ Û ÊRIŞ NIKARE PÊŞÎ LI MEŞA ME YA AZADIYÊ BIGIRE’

Bi navê Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê, em carek din dibêjin, ti komkujî û êriş nikarin pêşî li meşa me ya azadiyê bigirin. Tirsa dewleta Tirk û hêzên komploger ya ji hêza jinan ne belasebep e. Hêza jina azad wê teqez dawî li faşîzmê û desthilatdariya mêr-dewletê bîne. Wê meşa azadiyê ya jinan ku her diçe mezin dibe, bi çalakî û rêxistinî dibe, wê zihniyeta qirker têk bibe. Ji ber şehadeta hersê jinên şoreşger û hemû qetlîamên li dijî jinan êşa me mezin e. Lê bi qasî mezinahiya êşa me, hêrsa me ya li dijî zihniyeta qirker û îdîaya me ji bo azadiyê jî ew çend mezin e. Bila dost, dijmin û tevahî gelê Kurd zanibin weke jinên Kurd heya yek ji me jî hebe, em ê bêwestan û bêdudilî têkoşîna li dijî faşîzmê bimeşînin û bi hesappirsîneke dîrokî komplogeran têk bibin û jiyana azad misoger bikin.

Em careke din pêşenga nemir hevrê Sakîne, Rojbîn, Ronahî û di kesayeta wan de, sê têkoşerên tevgera jinê Sêvê, Pakîze û Fatma ku bi heman şêweyî ji aliyê  dewleta Tirk ya faşîst ve 4’ê Çileya 2016’an li Silopiyayê hatin qetilkirin û hemû şehîdên meha Çileyê bi rêzdarî bibîr tînin. Em bi wesîleya salvegera 9’emîn ya komkujiya li Parîsê, bang li tevahî jinan û dostên gelê Kurd dikin ku li gel têkoşîna jinên Kurd cih bigrin, ji bo dewleta Tirk a ku sûcên dermirovî dike û bêdengiya dewleta Fransa ya li hemberî vê komkujiyê dakevin kolanan, hesap bipirsin, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Elîf Ronahî: Di şexsê Sara de xwestin ku jin a azad tune bikin

Nivîsa Pêş

Dayikên nobeda edaletê: Em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re bihêz in

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dayikên nobeda edaletê: Em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re bihêz in

Dayikên nobeda edaletê: Em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re bihêz in

Malbat ji bo biçin Îmralî serlêdan kirin

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdana parêzeran

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.