Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Panorama – Sala 2021 Ya Jinên Ciwan

Edîtor: Nucan Serdoz
31/12/2021 - 0:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Sala 2021’an de ji bo gelê kurd û mirovahiyê pêvajoyeke cuda bû. Di heman demê de ji bo jin xwedî girîngiyeke taybet bû. Ji ber ku ev serdema ku em tê de jiyan dikin weke serdema azadiya jinê hat bi nav kirin. Di vê xetê te jî têkoşîn û berxwedana jinan ya li hember zihniyeta paşverû bê navber xwe domandiye. Ji bo fîzîkî azadkirina Rêber Gelan Abdullah Ocalan bi israr têkoşîna xwe meşandin û dimeşînin.

Me Sala 2021’an ji aliyê têkoşîn û berxwedanê ve têr û tijî derbas kir. Berxwedana ku jinên ciwan di sala 2021’an de derxiste holê careke din li hember paşverûtiyên ku di kesayeta gelê Kurd de li hember mirovahiyê bi planên dagirkerî û xiyanetê şer pêş xistiye bû wek bersivek ê.

Di sala 2021’an de jinên ciwan, li Kurdistan û Ewropayê li qadan bilindkirina dengê xwe her domandin.

Bakurê Kurdistanê;

Li Bakurê Kurdistanê ruxmî hemû polîtîkayên tunekirin, destdirêjî, pişaftin û tecawuzê, jinên ciwan rêxistinbûna xwe parastin û li qadan wek pêşeng cihê xwe girtin. Li hember gelek êrîşên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin jiyankirin, jinên ciwan cihê xwe di xeta têkoşînê de girtin. Bi bandoriya nexweşiya Kapîtalîzmê, “Covîdê” guhartinên ku li gelemperiya cîhanê qewimiyan, bêgumanbandora wê li ser Bakurê kurdistan û Tirkiyê ve jî nîşan da. Armanca wan ji vê nexwaşiyê ew bû ku teşeyeke nû ji civakê re çêbikin û bi vê awayî civakê bitepisînin, lê belê nikarîbûn bi vê yekê jî bigihêjin armanca xwe. Li dijî jinên ciwan ên Şoreşger, dewleta tecawizkar Tc’yê dixwest ku dîsa bi rêya tecawizê vîna jinên ciwan jî tune bike dîsa jî nikaribû tu encamê bigire. Dîsa bi polîtîkayên belav kirina Madeyên Hişbir û Fuhuşê ve xwastin xwe bigihînin encamekê lê belê dîsa nebû, Di vê wateyê de tê fêm kirin ku polîtîkayên şerê taybet vala hatin derxistin. Kordinasyona Jinên ciwan a HDP’ê bi pêngava “Seferberiya Mor” li hember zaningehên jinan berteka xwe nîşan dan. Dîsa jinên ciwan di nav xwendekarên li dijî rektorê qeyûm berxwedana xwe didomînin rista pêşengtiyê lîstin û di herî pêş de cihê xwe girtin. Jinên ciwan di nav jinên ku bi tevahî li qadan Li dijî dereng xistina ‘Peymana Stenbolê’, berxwe didan û jê re pêşengtî dikirin. Dewleta Tirk a ku li hember berxwedana jinên ciwan bêçare maye, hêvî ji qetlîaman girt û roja 17’ê Hezîrana 2021’an de Denîz Poyraz ji aliyê Zilamê dewletê ve hate kuştin. Bi şihadeta Denîz re nikarîbûn vîna jinan bişkîne, tam terz jinan li hember vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan da, û bi hezaran jin bi hemû hêza xwe daketin qadan.
Polîtîkayên arastekirina jinan a fuhuşê ya cerdevaniya dewleta tirk a dagirker dikin li Şirnex û Geverê hatin berçavkirin. Hişmendiya mêr a tecawizkar careke din hişmendiya xwe ya qirêj bi vî awayî derxiste holê. Jinên ku dewletê dixwast bi rêya Revandin, fuhş û tecawizê vîna wan tunebike, bêhtir rêxsitinbûyîna xwe xort kirin û di berxwedana li qadan de cihê xwe girtin. Dîsa, Kordinasyona Jinên Ciwan a HDP’ê, li hember hişbir û fuhşê bi pêngava “Em rajêruyê bişkînin, jiyan nû ava bikin” bi Meclîsa Ciwanan a HDP yê re daye destpêkirin xebatan şiyarkirin û dazanînê kirin. Bi beşdarbûna berxwedana ku li çiyayên Kurdistanê pêş dikeve jinên ciwan careke din berxwedana xwe ji bajaran birine çiyayên Kurdistanê.

Rojavayê Kurdistanê;
Jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di bingeha şerê gelê şoresgerî xwe rêxistin kirin. Di vê bingehê de di pêngava ” Werin Cenga Azadiyê” a ku Komalên Ciwan da destpêkirin bi awayekî aktîf cihê xwe tê de girtin. Di şoreşa Rojavayê de ku, şoreşa jinan e, jinan perwerdeyên xwe yên xweparastinê û wek zihniyet pêşketinê berdewam kirin û li her qada jiyanê cihê xwe girtin. Kampên Jineolojî, bi tevlibûna jinên ciwan ên Ereb û yên Rojavayê di nava salê de her berdewam bû. Dîsa bi Festîvala Şehîd Stervan a ji qada Ereban heta Şehbayê hatî lidarxistin. jinên ciwan bi têkoşîna xwe ya vê salê derbeyeke din li Daêş’ê xistin. Jinên ciwan ên ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nav refên azadiyê bûne, baweriya şoreşê ji Rojava birine çiyayên Kurdistanê.

Başûrê Kurdistanê;
Di heyameke ku xiyanetkariya Başûrê Kurdistanê bi êrîşên dagirkeriyê re hevkarî û hevaltiyê dike jinên ciwan, li dijî êrîşên dagirkerî û xiyanetê berteka xwe nîşan dan. Herwiha çalakiyên ku bi fikir û îdeolojiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye li darxistin, rêxistin kirin bûn li hemberî xiyanetkaran weke risteke berxwedanê domandin. Jinên ciwan ên Başûr nerazîbûnên xwe li hember îxaneta PDK’ê ya ku li dijî gerîla cihê xwe di dijminatiyê de digire nîşan dan, û bi tevlîbûna nava refên gerîla re ev nerazîbûnên xwe ji her kesî re diyar kirin.

Ewrupa;
Jinênc ciwan ên enternasyonalîst û yên Kurd ên li Ewrupayê dijîn, li hember êrîşên dagirkeriyê beşdarî pêngava, Werjn Cenga Azadiyê bûne û di vê bingehê de çalakî pêş xistin. Jinên ciwan ên ku Kongre li darxistin, bi biryardariya berxwedanê tevgeriyane, li dijî faşîzma zayendperest a bi hişmendiya dewleeta netewperest pêk tê bertekên xwe bi xebat û kampên perwerdeyê û bi çalakiyan nîşan dan. Li dijî koletiya jinê ya ku pergala Kapîtalîst dixwaze ava bike bi vîn û berxwedana xwe bûne bersiv e. Bi silogana “Jin jiyan Azadî”, hem li welat û hem jî li derveyî welat jin li hember faşîzm û netewperestiya dewletê daketine qadan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Peymangeha Kobanê de bîranîna şehîdan

Nivîsa Pêş

Bayik: Ez bawer im ciwan wê di demên pêş de têkoşîna xwe geştir bikin û rola xwe bi cih bînin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Murat Karayilan: 2 artêşên Tirk jî bi ser me de werin em ê wan têk bibin

Bayik: Ez bawer im ciwan wê di demên pêş de têkoşîna xwe geştir bikin û rola xwe bi cih bînin

Artêşa Tirk ji Girê Şehîd Mûnzûr jî reviya!

Artêşa Tirk ji Girê Şehîd Mûnzûr jî reviya!

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.